Ahmet Anaç – Di romanê da mijar û naverok mafên nivîskar in, vegotin û şêwaz mafên xwendevan in

 DI ROMANÊ DA MIJAR Û NAVEROK MAFÊN NIVÎSKAR IN VEGOTIN Û ŞÊWAZ
MAFÊN XWENDEVAN IN.
Ez di vê gotarê da dixwazim hinek li ser mijar û naverok û vegotin û şêwaza romanê rawestim. Çawa helbestvan, çîrokbêj, feylezof, civaknas; zanist û têkildar û peywirdarên teknolojiyê, kîjan
mijaran hildibijêrin, li ser kîjanê rawestin ew serbest û azad in; her wiha nivîskar jî di romanê da, ji hêla mijar û neverokê va serbestû azad in. Nivîskara/ê romanê dikare her tiştî ji xwe ra bike mijar û naveroka xwe diyar bike. Ew dikare li ser tiştekî ji rêzê jî û ew dikare li ser tiştekî bijare jî binivsîne. Ev bi her awayî mafê wê/wî ye. Nivîskar ji bo vegotina xwe çi girîng bibîne, ji bo wê/wî çi kelecandar e, ew tişt jî girîng e û derbasdar e. Naverok ji hilbijartina lehengan heta liv û libat û tevgerên wan û dem û mekan/ciyan pêk tê. Tiştên din jî di çarçoveya vegotin û
şêwazê da têne ber dest. Naverok bes bi vegotin û şewazê tê afirandin û digihîje ber bîr û hişê xwendevan. Divê  naverok û
vegotin û şêwaz bi hev da bikelijin û di nava hev da biherikin. Ji ber wê jî ku yek kêm be a dinê bêwate dimîne, bê bandor dimîne.
Hegel, li ser yekîtiya naverok û vegotinê wiha dibêje: Berhemeke ku ji hêla vegotinê va kêm û serkeftî nebe ew ne berhema hunerê ye. Ji bo berhemeke ku bêgotin; “naveroka wê baş e, lê vegotina wê ne baş e”, ev yek ji bo xwediyê berhemê tiştek qet baş nîn e. Bes ew berhemên ku naverok û vegotina wan di nav yekîtiyekê da ne ew berhemên hunerê ne. Li gor nêrîna min jî, di berhemdariya wêjeyê da vegotin û şêwaz herî hindik bi qasî naverokê girîng in û heta mirov dikare bibêje,
ji wê wêdatir in. Di vê navberê da ez viya bibêjim, min di wêjeya netewî da jî û di
ya gerdûni da jî bûyer û lehengên mezin nedîne. Lê gelek vegotin û şêwazên mezin, kûrahiya derûniya lehengên ji rêzê ên ku
bandoreke mezin li min kirine dîtîne. Jixwe ji bo min jî eviya girîngtir e. Li gor nêrîna min, ji ber ku vegotin û şêwaz mafên xwendevan in
divê nivîskar ji vêya ra rêzdar be û bi kitekit li ser raweste. Di van mijaran da ne ku bes li gor xwe tevbigere, divê li gor rêbazên
gerdûnî tevbigere. Lewra çawa hinek rê û rêbazên xebatên zanistî, teknolojî, feylesofî û civaknasiyê hene her wisa yên wêjeyê jî hene. Pêşî divê ku em vana hîn bibin û romanên xwe li gor van rêbazan binivisînin. Şûn da em dikarin li hemberî hemî rêbazan derkevin. Bi wî awayî em dikarin bi format, nêrîn û rêbazeke nû romanekê biafirînin.
Îcar vegotin û şêwaza romanê herî hindik barê pirtûkekê ye.
Meriv nikare di gotarekê da li ser her hawayê wê bi kitekit bisekine. Ez ê jî li ser hinek tiştên ku êdî bûne rêbazên gerdûnî û ji
bo min jî gerîng in rawestim.
A yekemîn:
Nexasim, heke ku roman bi nêrîna xwedayî/tekane kesa sêyemîn were
nivisandin, divê ku nivîskar ne alîgir be yan jî alîgira/ê hemî lehengan û alîgira/ê bûyer û ciyên wan be. Ji bo metnên ku bi
nêrîna xwedayî hatine nivîsandin, wateya ev her du peyvênn“nealîgir” û “alîgirê hemiyan” nêzî hev e. Divê nivîskar hem parêzer, derûnînas û bijîşkên lehengê xwe hemiyan be; hem jî civaknasê civaka wan be. Xwe nêzî an dûrî hinek lehengan neke
û divê ji hemiyan ra di heman mesafeyê da be. Divê nivîskar bi hemî lehengan re di nava empetiyekê da be; xwe têke şuna wan; bi
başan ra baş û bi nebaşan ra nebaş be. Rastiya wan li gora dilê wan bîne ziman. Lewra her giyanewer xwe navenda gerdûnê dibîne. Li gor nêrîn û feraseta xwe mafdar e û lehengê çîrok û jiyana xwe ye. Di metna ku bi nêrîna xwedayî tê nivisandin da divê nivîskar weke şefekî orkestrayê tevbigere, deng ji hemî entstûmanan û solîstan derxe; wan bi estetîkiyekê bîne cem hev û bi ahengeke baş bide dû hev. Lê divê ku di nava vî karî da hema bibêje deng jê derneyê. Ango divê ku nivîskar jî deng ji lehengê xwe, ji liv,
libat û tevgerên wan, ji bûyerên ku diqewimin, ji mekan/ciyan derxe
û bi estetîkî, bi ahengeka xweş û baş wan bîne cem û dû hev. De îcar tu roman bêyî ku nivîskar bikeve navberê nayê nivisandin.
Helbet ew ê nivîskar hinek tiştan ji me re bi kurtasî rave bike, lê di metne da nivîskar çi qas hindik têkeve navberê ew qas çêtir e.
Di metnê da, nexasim gava ku ez dengê nivîskar ê alîgirî, ê ku nêrînên wî yê resen û propagandist jê difûre dibihîzim, pêxember û xweda tê bîra min. Wek şefên orkestrayê di nîvê konserê/dîwanê da ku carina raje enstrûmanekê û bi xwe lê bide û
sitranê bibêje. Ev rewşa nivîskarê/î jî bi wî awayî li ber çavên min zindî dibe.
Ez bi kurtasî du mînakan ji bo di metnê da bihîstina dengên
nivîskarê/î ên alîgir bibêjim:
“Biharek rengîn û dîrokî bû!”
“… dest bi axaftinek gelek bi rûmet û watedar kir.”
Ji bo van peyvên alîgir û ji alîyên nivîskar ve hê di serî da hatîye watedarkirin, mafên xwendevan heye ku bibêje, nivîskara/ê
hêja! Biborîne, lê ji kerema xwe ra tu ji me ra bihar û bûyerên xwe vebêje, wan nîşanî me bide; di serê me de zindî bike, raxîne
ber çavên me û şûn da ka rengîn e, dîrokî ye an ne wiha ye destûr bide em biryar bidin.
Nivîskar, divê tu wate û rûmetê li vegotinên xwe bar neke. Bila viya li benda xwendevan bihêle. Nivîskarê frensî Alain Bosquet wiha dibêje: “Ez ji nivîskara/ê ku wek peyxemberan diaxive û tevdigere û ya/ê
ku vedugehere dersdarekê/î nefret dikim.”
Belê, çawa ku di dema konserê da şefê orkestrayê nealîgir e; an jî alîgirê hemî enstrûman û solîsta ye, divê nivîskar jî di
metnê da wiha be. Lê bêguman şef û nivîskar di realîteyê da, di jiyana xwe ya taybet da serbest û alîgir in û nêrîneke wan ya resen heye. Heke ku gelek pêwîst be hûn romana xwe bi alîgirî
binivsînin, wê gavê bi nêrîna lehengî/tekane kesa yekemîn binivisînin. Dê wê gavê hemî ew alîgirî bibe ya lehengê/î. Lewra alîgiriya lehenga ne pir şaş e. Lê ku hûn romanê bi kîjan nêrînê jî binivsînin bawer bikin ku hûn di metnê da alîgir bin dê romana we polîtîk be. Ha ez vê jî bibêjim, xwendevanên romana
polîtîk jî hene, ne ku tune ne.
A diwemîn:
Divê tasvîr û sebeba liv û libat û tevgerên lehengên bingehîn bi zelalî diyar be. Derûniya wan bi kûrahî hatibe ravekirin. Lê sebeba
liv û lebat û tevgerên lehengên talî (side character / yan karakter) û ên tîp(fîguran)’an divê nehatibe ravekirin an jî pir
hindik hatibe ravekirin û hema bibêje bi taswîrkirin û bi derûniya wan ra jî tu hewceyî tune ye.
A siyemîn:
Her wekî ku hûn jî dizanin roman ji vebêj û taswîrê mekan/ciyan, bûyer, liv, libat, tevger û derûniya lehengan û ji diyalogan pêk tê. Nivîskar di nivisandina vana da divê bi giştî objektîv be. Propagandeya nêrînên xwe yên resen û îdeolojiya xwe neke. Heke ku
armanceka nivîskar a vegotina nêrînên xwe û propagandayê hebe dikare bîranîn, biyografî, destan, helbest û hêçanan (cerebe) binivisîne. Lê roman ji bo propagandaya nêrîn û îdeolojiyan teqez ne guncav e.
A çaremîn:
Roman, ji serî heta binî, bi erênî be jî bi neyînî be jî, divê bandor li raman û hestên gerdûnî, ên wek hêvîkirin, bêrîkirin,  xeyal kirin, hezkirin, biberketin; xeydandin, nefretkirin,
dexesî-hesûdî, kîndarîtî-rikdarîtî û hwd bike û me bi ber jiyaneke baştirîn ve bibe û me bixe rêya veguherînê.
A pêncemîn:
Pêşî çi hat hişê we gişî binivsînin. Piştî ku we ew beşa xwe qedand, ji ber ku tu kes di heman demê da nikare bi objektîvî û bi
çavek rexnegirî  li nivîsên xwe mêzeke, çend rojan, çend hefteyan ji nivîsên xwe dûrbibin. Şûn da bi objektîvî û bi çavek rexnekirdinî nivîsên xwe bixweynin, binirxînin; cardin
şekin, daweşînin û qutkin. Demek şûn da dîsa wiha bikin. Kînga ku we dît nivîsê we êdî pir li xweşîya we diçin, gava ku hûn li
nivîsên xwe mêzedikin û dibêjin, “Ha ho, ka bala xwe bidinê, min çi tiştnê rind nivisandine.” ew gav hûn aşiqê nivîsên xwe
bûne; jixwe ên ku aşîqê nivîsên xwe nebe ew ne nivîskar e. Lê bi zanibin, ji niha û pê da êdî hûn nikarin tiştek dinê bikin, hûn êdî çewtî, şaşî; kêmasî û zêdeyîyên xwe nikarin
bibînin; lewre dibêjin, çavên eşqê kore. Ji vê demê bi şûn da tişta ku hûn ê herî baş bikin ev e: Bila li nivîsên we yekî dinê an edîtorek pîşebaz mêzeke.
A dawî:
Bêguman li ser vegotin û şêwaza romanê hê gelek tiştên dinê yên pêwîst hene. Lê bi kurtasî pêşketina romanê bi van kitekitên
ku min li jor vegotin va bi hûrgilî girêdayî ye. Evana, rêbaza ji xwecîhiyê, xwegihandina ber bi gerdûniyê va ye. Lewra her naverok
xwecîhî ye, mijar û naverokên ew klasîkên bi nav û deng -ji bilî ên fantastîk û tevna zanistî (bilim kurgu/science fiction)- hemî li
heremeka dinyayê derbas dibin yanî xwecîhî ne. Lê bes bi vegotin û şêwazek xurt û estetîk ji ên dinê qutbûne, nemir bûne û xwe
gihandine gerdûnê.
Ahmet Anaç

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *