Ahmet – TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN

TÊKILIYA FELSEFE Û HELBESTÊ Û MIJARA WAN
Ji ber ku felsefe û helbest gelek berfireh û kûr e, meriv bes dikare li ser hêleka wê, aliyekî wê biaxive; bi destûra we, ez ê jî li ser hinek aliyên wan, nêrînên xwe rave bikim.
Felsefe, baştirînkirina ramanê, liv, lebat, tevger, hîs, hest û jiyanê ye. Bi hindikî û kurtasî mebesta wê ev e; ez bawer im wê helbest jî ji vê pênasêyê ne dûr be ango li gora min ew bi xwe ye. Peyitandin û îsbata vê ev e: Beriya ku zanist û teknolojî dest biavêjê tiştekî, hema bibêje her tişt ji aliyên feylezof, helbestvan û çîrokbêjan ve hatine vegotin û nivîsandin. Mînak, beriya afirandina firokeyan, gelek kes karakterên xwe him bi amûran û him bi tena serê xwe ew firandine. Felsefe, ji bo baştrînkirina jiyanê hewl dide, tişta ku jê bawer e, dike mijara teknolojî, zanist û civakê. Tişta ku bû mijara zanist, teknolojî û civakê, ku bi ser ket, felsefe êdî dev ji vî tiştî ber dide. Ez gelek bawer im ku helbest û helbestvan jî nêzî vî tiştî ne. Ma helbest, ne estetîkkirina hîs, hest û ramanên me ne?
Divê mebest û felsefeya helbestê hebe. Li gel vê divê mijara ku felsefe li ser disekine, ango ku feylezof li ser diramin, wek helbestekê were hûnandin û mebesteke wê jî hebe. Di hilbijartina mijarê de, feylezof jî helbestvan jî bi giştî azad e. Lewre, feylezof û helbestvan, heta dawiyê alîgir e. Alîgirê xwe, ên hezkiriyên xwe, ên welatê xwe, ên civaka xwe, ên gerdûnê, ên xwezayê û ên jiyanê ye. Ji ber van tiştan helbestvan dikare bi alîgirekî tund li ser xwe, li ser hezkiriyên xwe, li ser welatê xwe, li ser civaka xwe, li ser gerdûnê, li ser xwezayê û li ser jiyanê binivîsîne; bes dikare li ser du pelên dara, li ser hevaltiya du morîstankan jî binivîsîne. Li gel vê feylezof jî dikare bes li ser van tiştan birame. Wê gavê heke raman û helbest, ji bo tişteke jirêzê, ji bo yek kesekî û ji bo civak û gerdûnê be jî li cem min derbasdar e. Bes kevirek karibe biavêje gola seknak a di mejiyê me de û estetîk be. Di helbestê de ji bilî van mecaz, metafor û hêmayeke nû û ”tema”yek tê de hebe û bandor li hest û nêrînên me bike, me bi ber xweşî û başbûnê ve biguherîne bes e. Lewre peyv erkdar e, bes ku em bikaribin li hev bînin, di cî û di demê de bibêjin, rave bikin.
Pêvajoya ramanê, ango felsefe û helbestê, bi peyva, hest û hîsan ve bi tundî girêdayî ye. Tiştên ku heshis dike, -ev peyva ”heshis”ê ji aliyê min ve hatiye sêwirandin, an jî ez wiha dizanim, ez ê hinek şûn de vê rave bikim- mejî ye û ji bo mejî ti cudahiya raman, hest û hîsan tune ye.
Guh, dengan; çav, dîmenan; poz, bêhnan; ziman, çêjan; çerm û laş, germê û tazyîkê heshis dike û ji mejî re bi rê dike; ev ”hîs” in. Tiştên wek bêrîkirin, hêvîkirin, hezkirin, biberketin; xeydandin, nefretkirin, dexesî-hesûdî, kîndarîtî-rikdarîtî û hwd jî hest in. Pêvajoya têgihîştina mejî, ez bi peyva ”heshis”ê bi nav dikim. Yanî mejî, hîs û hestan heshis dike; tiştek nayê hîskirin û hestkirin, her tişt tê heshiskirin. Heke ku di kurdî de peyvek bê wateya heshiskirin hebe; ez bi wê nizanim.
Peyv, binavkirina liv, libat, tevger; raman, hest, hîs û tiştan in. De îcar, peywira helbestvan û ramîvan(feylezof), bi hawekî estetîkî, van liv, lebat, tevger; hîs û hestan bi me bide heshiskirin e.
Di hêla felsefeyê de ez ne bawer im ku tixûbê kesayetî, civakî û gerdûnî hebe. Çawa ku ji bo mejî ti cudahiya raman, hest û hîsan tuneye, ez dibêjim dê di hêla felsefeyê de jî ti cudahiya kesayetî, civakî û gerdûnî jî tunebe. Lewre pirsgirêk û dilşadiyeke yek kesî, a civak û gerdûnê ye jî.
Di dawiyê de ez vê dibêjim, xwe digihînim vî tiştî: Heke ku mebest baştirînkirina ramanê, liv, lebat, tevger; hîs û hestan û jiyanê be, heke ku pirsgirêk û dilşadiyeke kesî, heshiskirina hîs û hestên yek kesî, a civak û gerdûnê be, kî li ser çi dirame/felsefe dike, kî li ser çi helbest dinivîsîne serbest û derbasdar e. Dibe ku ev tişt ji rêzê be, mijar takekesî, civakî ango gerdûnî be.
Ez dixwazim nêrînên xwe yên di derbarê helbestê de, bi helbestekê bînim ziman:

HELBEST ÇI YE
Helbest, vekirina deriyê gerdûna ku em pê nizanin e, firandina ciheki nû ye,
Pira ji dilan a digihê dilan e,
Li gel hêzgirtina ji xweza û jiyanê re mirovkirina mirovan, wek hêvîkirina jiyanê ye,
Ji xwecihiyê xwe gihandina gerdûnê ye,
Ji gerdûniyê xwe gihandina ber bi bêdawîbûnê ve ye,
Ber bi yên ku em wan nabînin û em ê wan nebînin ve çûndin e, axaftina bi wan re ye,
Xeyalên me yên ku em dikin rastiyê ye,
Helbest, heshiskirina çiyayên me, deştên me, bajarên me ye,
Di derbarê mirov û mirovatiyê de tişta ku heye; azwerî, dildarî, fedekarî, ezeztî, xeyal û hêviyen me ne.
Poşmanî û şaşîtiyên me ne,
Neqişandina evînên me yên masûmane ne, yên negihîştine mebesta xwe, yên nîvco mayî nin,
Helbest, ên tên dîtin û nayên dîtin, ên ku em wan heshis dikin lê nikarin bînin ziman e.
Helbest, ber bi hêviyên xwe, fedekariyên xwe, poşmaniyên xwe, kêmasiyên xwe, xemgînî û
dilsojiyên xwe; belê, her tişta ku me bi parvekirinê re hindik dikir; dilşadî û hêviyên xwe jî
zêde dikirin ve meşandin e.
Ber bi jiyana ku em wek av, dar, zevî, xwelî û rojê jê hes dikin ve çûyîn e,
Bi ber şanoya ku lîstikvan û temaşevanê wê yek in ve çûyîn e,
Bes nedîtin û xwendina peyvan e, bi basketin û ji sînorê ziman derbaskirin e,
Dengên peyvan bihîstin, wan bêhnkirin, tamkirin, destdirêjîkirina wan e,
Wan peyvan di hinavê xwe de, di hembêza dilê xwe de helandin e,
Wateyên nû, yên cuda cuda li wan barkirin e,
Jiyana, bi zimanê xwe heshiskirin e
Li ber rabirduya xwe ve hesapdîtin û li ber rapekîn e
Bi hêviyên germ li dahatûyê mêzekirin e,
Hemû çiyayên keçel, wek bûk û zavayekî bi cil û bergkirin e,
Şanoya ku bi hêviyê mezin em bi tena serê xwe tê de dilîzin e
Romaneke ku qet nayê qedandin e,
Wek pêxemberan pêxistin e, peyamberî ye,
Pêxistinek, ku me vediguherîne xweliyê û ji xweliyê ji nû ve şîn dike ye,
Çûyîna cem ên ku bi ketina xwe, li jiyanê û li hevalên xwe zêde dibin, ên ku yek
dibin hezar e.

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *