Bêrîvan Xizêmzêr – Bernameya 6ê Adarê Ya Koma Helbestê

Bernameya 6ê Adarê Ya Koma Helbestê

Bi Jinên Helbestvan ên şopînêrên Mestûre Kurdistanî re şeva helbest û hunerê; Koma Helbestê ya înstîtuya kurdî li Stockholm ê bi vê sernavê bi minasebeta heştê adarê şeveke hûnerî li dar xist. Li gel gelek helbestvan, hunermend û stranbêjan di vê bernameyê de stran û klamên xwe pêşkeş kirin.

Bernameyê bi moderetorîya Bêrîvan Xizêmzerê dest pê kir. Piştî xêrhatin li beşdaran hat kirin, Xizêmzerê weha axaftina xwe domand:
Jinên kurd ji dîrokê heya roja îroyîn li her qadê bi mêran re mil bi mil meşiya ne. Çi qada şer, çi qada huner û wêjeyê be xwe tu carî nedane paş. Îro bi hezaran şervanên jin hene. Hin ji wan şervanan dayik in, hin di malên xwe de ji zaroyên xwe re mamostetiya çand û zimanê xwe dikin. Hin hevjîn in berdevkê elem û zehmetiya jiyanê ne. Hin mîna şêran çek li mil li çiya û li çeperên paristinê ne. Hin ji wan xwişk in, keç in, dengbêj in, helbestvan in û rojnamevan in. Her yek ji wan Ayşe Şan Leyla Qasim, Sakînê Cansiz û Mestûre Kurdistanî ne. Li her qadê ala berxwedana ziman, çand û nasnameya gelê kurdê bilind dikin.
Bêrîvan Xizêmzêrê axaftina xwe bi kurteçîroka Mestûre Kurdistanî û du helbestên Mestûre Kurdistanî yên Muhsîn Ozdemîr wergera ji farisî kirî domand.

Mah Şeref Xanim a ku wekî Mestûre Kurdistanî tê naskirin, jineke şa’ir, dîroknivîs û nivîskar e. Di sala 1804 an de li bajarê Sine ya rojhilatê kurdistanê ji dayîk bûye. Sine di wê demê de paytexta mîrektiya Erdelanê bû. Mah Şeref Xanim di sala 1848an de hê di 41saliya xwe de li Sineyê çûye ser dilovaniya xwe û li wir jî spartin axê.
Digel helbestvaniyê, wek dîroknivîsekî jî pirtûkek bi navê Dîroka Erdelanê jî nivîsiye. Ev berhem di sala 1946 an de li Sine ji aliyê Nasir Azadpûr ve hatiye çapkirin.

” îro, mîna saqî! ji çîmenan re demsal payîz e
meyê bide, nefikire ku meh remezan e
Li şîretên şêxî nefikire û ji dest re ne
qurîşek du sê, ev fetwaya min ji pîrê mûxan e

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye
Ji xwe ji bilî wî min fikar tune ye
her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min
Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye
bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew
Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye ”

Mestûre Kurdistanî wergera ji Farisî Muhsin Ozdemir

Serokê Înstîtûya Kurdî Li Stockholmê Kamran Simo Hedilî jî bi kurteaxaftinekê beşdarî bernameyê bû û got: Ez bejna xwe li ber têkoşêr, rêzan û pêşengên me ditewînim û bi rêzdarî wan silav dikim. Ji ber wan jinên zane û tirsnenas kirasê me li 8 Adarê kirin, ez jinên cangorî bi rêzdar bibîrtînim û saxan jî silav dikim. Tekoşîna wan kir ji rojeke em gulan bidin hevdu bêhtir, em vê rojê bikin roja têkoşînê, hişyariyê, têgehiştina hestên netewî. Bi saya wan pêşengan em mêr û jinên kurd îro bi hevdu re vê rojê pîroz dikin. Bi saya wan jinên leheng li hemû cihên kurd li wan heyîn, ne rojeke bi hefteyan em bi meş, mîtîng, semîner û konferansan û bi kirasê xwe vê roja pîroz kir. Me ev roj jî kire mîna rojeke me ya netewî û 8 Adarê êdî nirxê me yî netewî ye. Em bi afirandina nirxên xwe serbilindin. Em bi tekoşîna xwe gihiştine mirovatiya serdema xwe. Heta dikarim bêjim, em pêşengiyê ji vê serdemê re dikin. Ez li ser navê rêveberiya Înstîtuya kurdî li Stockholm ê hemû jinên têkoşêr, ên di çeperê şer de me diparêzin, ên di girtîgehê dagîrkeran de li berxwe didin silav dikim û destên hemû dayîkên cangoriyan maç dikim. ”

Her wiha hunermend Şêrîn Perwerê jî 8ê Adarê roja jinên kedkar pîroz kir fedakariya jinên Kurd anî ziman . Di bernamê de jinên helbestvan yên wekî Nezahat Dogan bi helbesta xwe ya bi navê Kezeb, Esma Onat bi helbesta xwe ya bi navê jinim ez, Gohar Mamo bi helbesteke xwe , Asya Xerzan bi helbesta xwe ya bi navê min yek naskir, herwiha Gulistan Awaz jî bi du helbestên xwe yên bi navê Jiyan Ew e û Çîyayê Kurmênc beşdarî bernamê bû , Kurdiyê Irgat bi helbesta bilûrvano û bi helbesta xwe ya ji bo 8ê Adarê nivisîbû beşdarî bernamê bû, Nûroj Munzurê ji berhema xwe ya dawîn beytikên nifiran helbesta bi sernavê hûn li tu cihî bi cih nebin rebbî û vejîn xwendin , Lîana Evdî bi helbesta xwe ya bi navê şevê , Zozan Gulan bi helbesta hêjar ya bi navê keda jinê beşdarî bernamê bû , Leyla Şêr bi helbesta Cegerxwîn gula rojhilatim û bi helbesteke xwe beşdarî bernamê bû , Evîndar Kurdistan bi helbesta xwe ya bi navê qêrîn û Gulistan Kanîreş bi gotara xwe ya li ser kedkarî û fedekariya jinê beşdarî bernamê bûn. Sultan Yaray bi helbestên helbestvanên di girtîgehan de yên wekî Mizgîn Ronak lêven qederê, Leyla Saraç kenê te û medya yaklavê li bernameya bi mebesta 8ê Adarê hatî li darxistin de xwendin û bal kişand kedkarên zimanê Kurdî yên di girtigehên de. Meral Şîmşek bi helbesta Zozan Gulan ya bi navê gul berfînê û bi stranekê beşdarî bernamê bû. Hunermend Sultan Tezel bi tembûr û stranên xwe, helbestvan Mecoyê Xano bi helbesta xwe ya bi navê dayik û bi helbesta Şêrko Bêkes ya bi xwe ji farisî wergerandî kurdî beşdarî bernamê bû. Yakub Kiliç bi helbesta xwe ya wêsîla , Melevan Resul bi helbesta xwe ya ji bo pakrêwan Hevrîn Xelef nivisî beşdarî bernamê bû. Herwiha helbestvan Maral Xezal bi helbestên xwe ên bi sernavê ez jin im û şepalek beşdar bû . Helbestvan Tahîr Dînarî bi mebesta salwegera mirina hunermend Mihemed Şexo stirana bi navê eman leylê xwend û hunermendê nemir Mihemed Şexo bi bîr anî, dîsa hunermend Mihemed Aykut helbesta Gernas Koçer Xezala Dersîmê ya bixwe kirî awaz di bernamê de pêşkeşî beşdarvanan kir.

Herwiha Ramazan Kaya jî bi stranekê beşdarî bernamê bû. Werger Muhsîn Ozdemîr beşek ji xebata wergera xwe ya di derheqê Mestûre Kurdistanî û bi helbestek ji ya Mestûre Kurdistanî beşdarî bername bû.
Bêrîvan Xizêmzêr

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *