Bêrîvan Xizêmzêr – Bernameya 27 Adarê ya Koma Helbestê

Bernameya 27 Adarê ya Koma Helbestê

Koma Helbestê ya Înstîtûya Kurdî Li Stockholm ê , êş û şahiyên Kurdan yên li meha Adarê qewimî ne li 27 Adarê li bernameya bi sernavê, Bihar Mizgînî û Helbest e Adar, rengînî û Mebest e bi bîranîn.

Bernamê bi axaftina Moderator Bêrîvan Xizêmzerê despê kir û Xizêmzerê wisa axaftina xwe ya li ser giringî û wateya rojê domand;
Wekî hûn jî dizanin meha adarê ji ber bûyer û qewîmên dîrokî, di nava me kurdan de xwedî giringîyeke taybet e. Ji roja jinên kedkar heta komkujîya Qamişlo , ji cejna Newrozê heta qetlîyama Helepçe û herî dawî jî hefteya qehramanîyê di vê meha adarê de bi cih bûne. Lewma me jî xwest em van rojan taybet bi rengê hûnerê bibîr bînin û hindik be jî bi vê minasebetê him dengê hûnerê him jî dengê dîroka gelê xwe careke din raberî hêzên dagirker û kedxwar bikin. Her weha em di vê bawerîyê de ne jî bi dengê hûnerê gilî û gazinc, serhildan û berxwedan, meqsed û miraz bêhtir bandorê dikin û bêhtir dikare berbelav bibe û bigihêje civakê.
Piştî axaftinê Bêrîvan xizmênzerê bi vê helbesta Esma Onatê derî li şeva şevbihêrka helbest û stranan vekir.
BIHAR
Di pencera min de bihareke har
Navê wê Adar
Rengê wê Nîsan
Bêhna wê Gulan
Û gurmîniya biharê axê dilibitîne
Û tovên bêbişkok şîn dibin
Serê sîngên wan yên ku
Bêhna pelên gûzan ji wan tên xelek dibin
Û kaniyên bi xêlî ji çavên wan diherikin
Wexta di hembêza wan de
Keviyên rojê dişewitin sor dibin û distewin
Li devê deryê nîsanê û gulanê lavayiya baranê dikin
Û di nav dilê welatê min de kat didin
Îro bihar e
Baran bêhtir hênik e
Roj bêhtir germ e
Ba bêhtir dîn e
Derya bêhtir har e
Û baran kilê çavên xwe
Diweşînê birînên tîbûna axê
Û bilbilîkên çavên welatê min
Yên ku dergûşa şarezayiya Cîhanê ne
Îro bi hilma germahiya biharê re dicirisin. (Esma Omar?

Serokê Înstîtûya Kurdî Li Stockholmê Kamran Simo Hedilî jî bi kurteaxaftinekê beşdarî bernameyê bû û berî axaftinê bo koça dawî ya alimê civaka kurd Prf.Dr. Kadrî Yildirim sersaxî ji malbatê û miletê kurd re xwest. Hedilî bal kişand li ser rojên dîrokî yên di meha adarê de qewimîne û weha got: Di vê mehê de gelek bûyer û qewîm pêkhatine. Lewma meha adarê bo me miletê kurd hinekî din taybet e. Îcar li dijî dagirkerên dixwazin van rojên dîrokî ji bîr û baweriya paqij bikin divê em van rojan bi bîr bînin û herweha wate û giringiya van rojan bigihînin nifşên li dû xwe. Lewma em dizanin her netew bi nirxên xwe yên netewî û bi dîrok û zimanê xwe dikare li hemberî dagirkeriyê bi ser bikeve. Helbet ti tişt bê ked nabe û azadî jî mixabin bê bedel, bê ked nabe, lê dikarim bêjim me bedelê azadîyê bi xwîna qehreman û cangoriyên welatê xwe daye. Lêbelê divê îro ji hemû wextan bêhtir em bi dilsozî û hişyartir vê ked û xebatê pêşbixin. Em jî îro bi vê sedemê li vir civîyane û hêvî dikim rojên aram û azad li pêşeroja me zêde bibin û rojên êş û şînan careke din li dîroka miletê me neyê nivîsîn. Ez careke din bejna xwe li hember hemû şervan û şehîdê Kurdistanê ditewinînim û ji we re bernameyek serkeftî dixwazim.
Endamên Koma Helbestê yên wekî helbestvan Xizan Şîlan bi helbestên xwe ên bi sernavê Ronahî û Bêhna Bîranînan , helbestvan Ferûqê Feroyî bi helbestên xwe ên bi navê Demsal Bihar e û Hêvî , helbestvan Xakî Bîngol bi helbesta Seydayê Tîrêj Ey Bilbilê Dilşad û bi helbesta bi navê Mêrxas û Jinxas beşdarî bernamê bûn. Herwiha werger Muhsîn Ozdemîr bi helbesta Refîq Sebrî ya bi navê Salên Bê Bersiv û helbesta Ferîdûn Mûşrî Ji Biharê Bawer Bike yên ji Farsî wergerandî Kurdî bername rengîntir kir. Dîsa rêzdar Gernas Koçer bi xwendina çend bendên ji berhema xwe ya bi navê Kawayê Hesinker çêjeke dîtir da bernamê.Herwiha helbestvanên jin yên wekî Esma Onat bi helbesta xwe ya bi navê Helepçe , Maral Xezal Mest û Heyran im ya wekî DANEBERHEV li gel helbesa Seydayê Cigerxwîn nivîsîbû pêşkeşî mêhvan kir. Gulistan Kanîreşê helbesta Mem Ferqînî Newroza Medî û helbesta xwe ya bi zaravê dimilkî Dima Şayîşê To Ra , Evîndar Kurdistan bi helbesta xwe ya bi navê Bêrîvan , Kurdiye Irgat bi helbesta xwe ya bi sernav Dêm Gulê reng dan bernamê. Helbestvan Ednan Dogan bi helbestên xwe yên bi navê Azad , Xeribîstan û Dayê , Emîn Aksu bi helbesta Arjên Arî Şêrgele , Mecoyê Xano bi helbesta Gava Dilê Min Kete Evînê ,Kamran Simo Hedilî bi helbesta Dayê ya li ser dayika xwe nivisî beşdarî bernamê bûn. Digel helbestan , hunermend Mehmed Aykut bi du helbestên xwe Dilo Şadî Be , Pîroz Be Newroz û bi helbesta Gernas Koçer ya bi navê Newroz ên wî bi hunera xwe ya wî bi xwe bi newayeke kurdî xemilandîbû bername rengîntir kir.

Bêrîvan Xizêmzêr

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *