Bêrîvan Xizêmzer – Rola wergerê di wêjeya kurdî de

Rola wergerê di wêjeya kurdî de
‌Giringî û bandora wergerê ya di wêje de berbiçav e. Nasîn û danasîna wêje û çandê bi navbeynkariya wergêr re sînorên navwelatî û sînorên zimanî ji holê radike. Em dibînin ku îro bi sedan berhemên wêjeyî ên nivîskarên wekî Tolstoy, Dostoyevskî, Victor Hugo, Johann Wolfgang von Goethe û hwk. çawa bandor li wêjeya dinyayê kirine. Di vir de jî ev pirs li me pêyda dibin ” gelo wergera wêjeya Kurdî di çi astê de ye, rola wergerê di wêjeya kurdî de çi ye?” ji Lewre me jî wekî Koma Helbestê ya Înstitûya Kurdî Li Stockholmê bernameyek bi sernavê ” Rola Wergerê Di Wêjeya Kurdî De ” bi Wergêr Muhsîn Ozdemîr re li dar xist. Hêjmara beşdaran û pirsên di derbarê rola wergerê di wêjeya kurdî de baldariya wêjehezan û giringiya wergerê a di wêjeya kurdî de eşkere kir. Ez li ser navê Înstitûya Kurdî Li Stockholmê spasiya hemî beşdaran û spasiya Muhsin Ozdermir dikim.

Muhsîn Ozdemir bi van gotinan giringiya zanîna zimên û giringiya hilbijartina fikrî a wergêr kir û got, ” Di wergerê de çend stûnên sereke hene, divê wergêr berçav bigre, heman tişt bibin jêderka hilberîna hêja û îdeal. Wek mînak; zanîna ziman bi awayekî rast û puxteyî, şêwaz, çand, raman. Yanî bi kurtî, di wergerandina berhemekî wêjeyî de, romanek, pirtûkekî lêkolînî, metnên wêjeyî û rexneyî û dîrokî… hwd. de divê wergêr xwedî hilbijartineke fikrî be, nikare hema her pirtûkekê bigire û piştî xwendinê wergerîne. Bi kurtî, divê wergerandin pêvajoyekî ramanî be. Divê werger li gorî şêwaz, fikir û felsefeya xwe hilbijartina xwe ya ramanî bike.
Karê herî zehmet ê wergerandinê, wergera wêjeyî ye, hemî nivîsên wêjeyî li gorî şêwaz û ravekirineke zelal a wêjeyî û bi paşxaneyeke xweşikînasiyê-estetîkî tên nivîsandin. Tu metnên wêjeyî sernakevin ku heke ev xal berçav neyên girtin. Ji ber ku metna wêjeyî bi şêwaza xwe ya hunerî ji çarçoveya metnên aborî yan zanistî ji hev cuda dibe. Ji ber ku ziman stûna karê wêjeyî ye, nebûna pisporiyê di ziman û şêwaza hunerî de metna duyemîn têk dibe. Pêwistiya wergêr bi du zimanan heye ku bi puxteyî û kûr bizanibe û nas bike.”

Raman Hesê dibêje;” Werger, ji nû ve nivîsandina mijarekê a bi zimanekî din ji bilî zimanê pê hatî afirandine…”.
Wekî te zanîn werger jî wekî cureyên wêje di nava xwe de ji gelek beşên wekî; Wergera Niviskî , Wergera Şopandî,Wergera Yekser, Wergera Zanistî, Wergera Wêjeyî pêktê. Dibe ku dijwartirina cure ya wergerê wergera wêjeyî be, lewre zanîn û bikaranîna zanîstê ji wergera wêjeyî re divê.

Wergera wêjeyî, zehmetirîne ji afirandina helbest, roman anjî gotareke edebî. Di wergera wêjeyî de bêyî ku wergêr ji naveroka gotarê dûrbikeve û bêyî ku yekoyek peyvan wergerînê divê berhema heyî ji nûve biafirîne. Ji bo ku werger serkeftî be, divê wergêr bi zimanê kurdî baş bizane û bikaranîna zanîna xwe ya zimên bizane. Li ser pirsa min a ” hûn di wergerên xwe de biwêjan çawa rava dikin, hûn li şûna biwêja orîjînal biwêjeka hêmwate dinivîsin ?” birêz Muhsîn Ozdemir go ” ez biwêjan şîrove dikim ”. Li gor vê yekê jî em dikarin bêjin werger, di heman demê de beşa lêkolînî ye ku divê wergêr haya xwe ji çanda zimanê berhemê ê orîjînal jî hebe. Ji bo wergerek xurt divê wergêr; qewîmîyên dîrokî, wêje û hunera gelê zimanê orîjînal ê berheman bizane.
Bêrîvan Xizêmzêr

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *