Danasîn û Dîrokçe

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê di roja 14.09.1996’an de hat damezirandin.

Armanc û karûbarên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê: 

  • Lêkolîn, berhevkirin, xurtkirin û pêşve xistina ziman, wêje û çanda kurdî.
  • Înstîtu li ser ziman, wêje û çanda kurdî lêkolînan çêdike û dide çêkirin. Di vî warî de semîner, panel û civînan amade dike.
  • Li ser zargotina kurdî xebat dike.

Ew kesên ku di vî warî de xebat dikin an jî xebatên wan hebin, înstîtu alîkariya wan dike û bi wan re hevkariyê dike.

  • Li gor îmkanên xwe bulten, buroşür, kovar, pirtûk û rojname derdixe û diweşîne.
  • Di her pileyî de kursên zimanê kurdî dide.
  • Berhemên bi kurdî û yên li ser Kurd û Kurdistanê derketine û derdikevin berhev dike. Li gor îmkanên xwe pirtûkxaneyeke Kurdistanî ava dike.
  • Înstîtiya Kurdî li Stockholmê, di qad û çarçova xebatên xwe de, bi înstîtu û dem û dezgehên çandî yên swêdî, kurdî û yên din re pêwendiyan datîne, hevkarî û alîkariyê dike.
  • Înstîtu bi navê Avaşîn kovareke sêmehî derdixe. Avaşîn xwerû bi kurdî ye.
  • Rewşen weşanxana Instîtuya Kurdî ye.
  • Serokê instituyê Kamran Simo Hedilî ye

Nişe: Navê Rewşen bûye weşanxana Instituya kurdi

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *