Emîn Aksu – Gotar

CIYAWAZIYA VEGOTİNA EŞQ Û ŞEHWETÊ DI HELBESTA ŞÊHNEYA DÎNAN YA M. ZAHIR KAYAN DE

Emin Aksu

 

Kurte

Her hewldan li gor pêdiviya armancê di bîr û baweriya insen de peyda dibe û ligor encama armancê jî tê pêşxistin. Ango armaca me jî ji vê nivîsê ew e, em tarz û teknîkên di helbesta kurdî de diafirin, an jî hinekî xef mane derbixin holê, wan berhem û şairan li helbesthezan bidin naskirin. Teqez û teqez armanaca vê hewldana me ne dijîtiya kesan an jî biçûkxistina hûnera tu kesî ye, ji xwe ew hed û heqê me nîne em keda kesî biçûk bixin û bibînin. Li vir tenê li gel lêgerîna pênasekirina helbestê hinek tehlîl û analîz yê li ser Şêhneya Dînan ya M. Zahir Kayan bête kirin.

 

Despêk

  1. Zahir Kayan ji bajarê Aigîyê ye. Li Erzurmê beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990î ve ye di kovar û rojnameyên wekî Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tîrojê de gelek nivîsên wî yên der heqê huner, estetîk, çand, folklor û mîtolojiyê de hatine weşandin. Her weha wênesaz e. Heta niha bi navê “Destanek Ji Buhişta Winda” û “Arzabayê” du berhemên wî hatine çapkirin.[1]

Gelek camêran pirsa helbest çi ye dane lê pirs hîn jî bê bersiv e. Lewma ew kesên ku ev pirs ji wan hatiye kirin, bi dûrbîna hest û ramanên xwe bersiv dane. Di nav pênasekirina tiştên ku mirovan afirandî de ya herî zehmet pênasekina  hebestê ye, ji wê zehmetir tişteke din nayê bîra mirov heta vê gavê hezaran pênase hate kirin.[2] Lewre divê em jî çend ji wan pênaseyên hatine kirin di vê nivîsê de bi cih bikin. Helbest têkoşîneke ber bi hebûna xwe ve ye.[3] Di vê pênaseyê de hebûna xwebûnê hatiye dest nîşankirin, ango hebûn û xwebûna insanî. Xwebûna insên heke heqîqeta wî ye nexwe ji pênaseyê em dikarin bêjin helbest tekoşîneke ber bi heqîqeta insanî ve ye lewre insan bi gihîştina heqîqeta xwe re digihîje heqîqeta jiyanê jî. Wê çaxê ev têkoşîna (helbest) qala wê tê kiririn, ji kedeke pirhêl, ramandineke kûr û ji hest û hîsên insanî pêktên. Helbest zanîn e, rizgarî ye, hêz û terikandin e.[4]  Bi taybetî gotina ”helbest zanîn” e di vê pênaseyê de giring e. Ji ber ku têgîna ”zanînê” berfireh e lewre bala me dikişîne li ser beşên din yên zanistîyê. Nexwe li gor vê pênaseyê helbest ji xeynî wêjeyê dikare gelek beşên din yên zanistî jî di nava xwe de bihewîne. Bi wateyeke din divê hayê helbestkêr ji beşên din yên zanistî jî hebe. Li gel vê yekê hatiye gotin ”helbest rizgarî” ye û ev jî muhîm e lewma pirsa, rizgariya ji çi,  di hişê mirov de diafirîne lê belê di heman demê de bersiv jî di hişê mirov de dibiriqin. Rizgariya ji nezanînê, rizgariya ji nefikirandinê, rizgarîya ji fikr û ramanên li dû neqencî û xirabiyê hwd. Ango di encamê de mirov wekî pênaseya B. Bereh gotî  digêhîje heqîqeta xwe. Herhal gelek wateyên din jî dikarin bên lêbarkirin.  Hem ji aliyê deng ve hem ji aliyê ruh ve bi peyvên neqandî lêkirina avahiyeke derasayî ye.[5] Nexwe tê wê wateyê helbest bi qasî bîr û hişê insên xîtabî rihê insên jî dike. Lêkirina avakirineke derasayî jî bal kişandiye ser zimanê hûnerê bala mirov ber bi taybetmendiyên helbestê ve dişîne. Her weha pênasekirinên helbestê dikarin gelek bên dirêjkirin û her pênase me ber bi heqîqet û wateya helbestê ve dikişîne. Lewre em dikarin van pênaseyên hatine kirin hemiyê jî qebûl bikin, lewma helbest van pênaseyan hemiyan jî di nava xwe de dihewîne. Her çendê di mijarên curbicur di helbestê de hatibin vegotin jî lê belê  hinek mijar hene bêhtir li ser heblbestê hatibin ferzkirin û gelek helbestkaran giraniya helbestên xwe li ser van mijaran honandine. Dikare bê gotin mijara sereke ya di helbesta kurdî hatiye vegotin eşq e û heta roja me jî em dikarin bibêjin ev rewş derbasdar e.  Helbet em ê nekarin hemû helbestên eşqê vedibêjin,  bihêjmêrin û diyar bikin. Lê bo zelalkirina mijarê pêdivî bi çend mînakan heye em bidin.

   

Îro ji destê husna hebîb  

Sergeşte û heyran im ez

Min eşq û muhbet bûn nesîb

Sewdayê sergerdan im  ez.[6]

 

Ew bûne ji işqê van di bê hûş

Ev bûne ji husnê wan di medhûş

Ew şîfteyê belayê işq in

Ew teşneyê Kerbelayê işq in.[7]

 

Serwînaz î xunçebaz î didara min her tu yî

Sotim wek kebab û Sîna ku heya dengê te nê.[8]

 

Doza destên te dikin

Her di destê êvan de destên min[9]   

  

Welê tê xwiyakirin çi bi pîvan çi bê pîvan çi kevin çi nû gelek helbestvanan di helbestên xwe de eşq honandine.

Çend gotin Derbarê Şêhneya Dînan de

Berhema mijara nivîsa me ye jî di roja me ya îro de li ser eşqê û şehwetê rawestiya ye. Her çendê ji aliyê kêş û barê ve bê pîvan be jî lê ji aliyê tercîha peyvan û bikaranîna zimên ve ji helbesta modern ya roja me cihêreng e. Ehleq veguheriye-dageriyaye zayendiyê, zayendî veguheriye-dageriyaye ehleqê, nakokî hevdu afirandine, şehwet veguheziye ehleqê, ehleq veguhezîye şehwetê, loma diyalektîka ehleqê û zayendiyê bi zimanekî xweser, cuda û bi ekla wêjeyeke xweser û guhertî hatiye rêsandin û resimkirin.[10] Em dikarin vê ekla wêjeya xweser û guhertî li bin çend sernivîsan de desnîşan bikin. Bi vî awayî ew teybetmendî û ciherengiyên qala wan tên kirin yê bêhtir eşkere bibin. Nivîskêr hem bi tercîha peyvan, hem bikaranîna şêwazê, hem bikaranîna zimên, hem bi estetîzmeke diyarde û hem jî bi vegotineke ji devê cihnavê kesê yekemîn xwestîye ferqa şi‘ra xwe derxîne holê. Berî her tiştî helbest an jî Şanoya M. Zahîr Kayan ji hêla mijar û şêwazê ve hinekî dişibe Melayê Cizîrî, Sekspîr û Dante, di her çar nivîskaran de şehwet, azwerî, dojeh û bihuşt û eşqa nûranî heye.[11] Bi van çend rêzikên Çorê Ardayî ferq û cihewaziya Şêhneya Dînan ya ji helbesta kurdî ya nûjen baştir eşkere dibe lê bi çend mînakan mijar bê vegotin dê baştir bibe.

 

gava mêl dikim bifirim qesra ruh, tu ayeteke le’netkirî yî di wistîyê pûtekî darebî de.[12]

ji bo secdeyê bere xwe didim dîwarê pûtxaneya cezbekaran, lê li qeydûcercerê diale çûka dil.[13]

zelûtiya abidê bêlibas î çepel di awêneya nîgaşî ya reqaseyê de paqij dibe, dibiriqe.[14]

ehdeşahid im ku ez ê bi zîv mohr bikim kakûtên xwe û te yên ku di rûpelên deftera ecel de ye

ey ruhên ku bi xulêlê ji xafiyê safî dibin, bikişin qesra xwe , ew mekanê ji du kakûtan çêbûye[15]

Ji şêhneya dînan min çend rist rêzkir, di van ristan de pêga Dante û Cizîrî bang dikin. Peyvên ku Cizirî û Dante bo eşqê bikaraniye hema hema heman peyv giş di M. Zahîr Kayan de jî heye. Loma Zahîr Kayan daye dû şopa Cizîrî û Danteyî. Her sê nivîskar mijara wan eşq in, dojeh e, bihuşt e, Xweda û şeytan e, feqet şehwetperestî çavkaniya mijara nîvîsên Zahir Kayan e.[16] Mebesta me vê derê ya ji M. Zahir Kayan Şêhneya Dînan e ango ev nirxandin û analîzên tên kirin her çendê navê nivîskêr derkeve pêş jî lê tenê bo berhema mijara me ye derbasdar e. Armanca min ew e ez bidim xwiyakirin tu beşên helbestê bi rasthatinekê an jî di encama îlhamê de pêk nehatîye, berovajî vê yekê wekî kirarekî matematîkî riste bi riste bi heman teqezî û mantiqê tê avkirin.[17] Ev teoriya Poe em dikarin bejin bo helbesta Şêhneya Dînan jî derbasdar e lewma tê xwiyakirin her hevoka Zahir Kayan bi heman hişmendîyê hatîye sazkirin. Wek mînak, min xwe xemiland, nitirand, pesinand xiste îlah reşand li jiyanê, jiyan bû zevî, hat tewafê  feza.[18] Tişta me xwest em bêjin ev hêmayên wekî vê mînakê ne bi rasthatineke an jî di encama îlahamê de pêk hatine.  

 

          Çend mînak ji helbesta kurdî ya nûjen û Şêhneya Dînan

Em ê li vir bi çend mînakan hewl bidin çavdêriyekê li vegotina eşq û şehwetê ya di helbesta kurdî ya nûjen de bikin û ferqa vegotina helbesta Şêhneya Dînan di van mijaran diyar bikin.

her şev bi hezaran kevok

ji hêlîna dile min

ber bi dile te ve difirin

û bêyî ku bigihîjinê

bi tîrêja ewil a spêdeyê têne kuştin[19]

 

keyê meytan ez ji ferhenga eşqê daliqandime ezabxaneya zewqê,

min şehwet dizîn bi fêlbazî.[20]

 

Me li jor helbestek  ji Berken Bereh yek jî ji Zahir Kayan li du hev nivîsîn. Helbet em ê nekarin li vê derê tehlîl û analîzên dudirêj bikin lê belê dema em herdu helbesta deynîn ber hev, her çendê babeta herdu helbeskaran jî eşq e lê hem ji aliyê bikaranîna zimên ve hem jî aliyê vegotina mijarê ve gelekî ji hev cuda ne.  Her weha ew agirê aşiqane û şehhperestiya di Zahir  Kayan de li pêş e, di Berken Bereh de ne ewqasî kûr e.

di hingûra êvaran de didize didize dîmenên lêvên te

neynikên biyanî dirijîne li ser evînan zirêçê nezerê

dimîne li du te çavşînkên çavan.[21]

 

du nûnên pîroz in lêvên te, di reqsa hevşabûnê de tenûra maçên henarî nin; jê dizên remzên fê qesra aşiq tîpa “O” ye, dema ku dibe “RO” tilolî nav “NÛN”ê dibe; çavê batin in aşiqûmeşûq.[22]

Di van mînakan de jî di helbesta di Zahir Kayan de eşq û şehweteke hundirîn, ruhî û serxweşiyane xwiya dibe û zimanekî xweser û deradet hatiye bikaranîn lê di helbesta Dilber Hêmayê de bi kurmanciyeke fesîh û bi zimaneke modern hestên aşiqî hatine honandin.

 

tu neyê ez ê bimirim

jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî

lê ger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî,

zivistanî henekên te wê ji min re bibin hirî

qayîl im, bila bi hatina te ez bibim gayekî

ku di xelayê de kêran qeşmeriyên xwe pêkirî

bila ez bibim berbangeke şevlêherrimî

û hechecîkekî sêrjêkirî.[23]

hêka teyrê enqa ye dilê minê ku di aqubeta te ya Zuleuxayî de çûye helakê; tu dûr î, diderizim.[24]

Di helbesta Rênas Jiyan de her çiqas eşqeke muhteşem xwiya bike jî lê bêhtir bêhneke arabeskî jê tê, lewma ew mirin û manûnemana hatîye vegotin hinekî li hewa dimîne. Her weha di vê mînakê de ji kamilbûna nivîs û zimên bêhtir kamilbûna aşiq û eşqê jî em dikarin bêjin diyar dibe. Di “Şêhneya Dînan” de têgehên ku di helbestê de hatiye şixulandin û bûye bena helbestê: zewq, şehwet, şeytan, dojeh, agir, afirandin, dilopa nûranî, şehwetperest, eşq, Xweda û hwd. feqet ya ku maka helbestê û bingeha wê ava kiriye, şehwetperestî ye, eşq e û zewq e. Jixwe bingeha eşqê şehwet û zewq e.[25]

 

wextê çavên min li çavên te aliqîn

û destên te di nav destê min de dirihilîn

kuro hingê dilê min furiya.[26]

 

dibim perwane, çerx dikim li dor te,

dişewitin em di bagerekê de, dibine qendîl em.[27]

 

Di vê mînakê de jî heman mijar e, lê ciherengiya şêwe û şêwaza wan eşkere li ber çavan e. A dixazim bêjim, xwînereke Zahir Kayan kengê û çawa pêrgî helbesta wî bê, ji ziman û peyvên wî dikare helbestên wî binase. Gotinên xweser, zimanekî taybet û xweser di berhema xwe de şixulandiye, zimanekî kemilî û xemilî ye. Zimanekî zewqê, şehwetê û zimanekî mesnevî ye.[28]  Kêm helbestkar di vî warî de dikarin vê yekê bi dest bixin. Helbet her helbestkar xwedî derbirîn û dûrbînên cuda ne û her weha her yek xwedî vegotinên taybet in. Lê yên xwedî teknîk û zimanekî serbixwe ne dibin malê edebiyata dinyayê.

 

Encam

Bi zimanekî kemilî, xemilî û mesnewî rengê helbesta kurdî eşkeretir, dengê helbesta kurdî bilintir bûye bi vê berhemê. Ji xeynî zimên ji aliyê tercîha peyvan ve jî ferqek derketiye holê. Her çendê wateyên din li eşqê hatbin barkirin jî lê piranî helbestkarên kurd babeta eşqê di helbestên xwe de bikaranîna. Bo pênasekirina helbestê lihevkirineke giştî nehatîye raçavkirin. Hewldaneke nivîsandina helbestê di nava kurdan de tê xwiya kurin û van serdemên dawîn gelek berhemên helbestê hatine çapkirin. Helbest ji felsefê heta erdengarî û derûnînadiyê, ji civaknasîyê heta erdnîgarî û dîrokê gelek beşên zanistî ve jî eleqer e.  Ji ber kêm derfetî û rûpelên sînordarkirî her çendê kêmasiya vegotinê di hinek mijaran xwîya bike jî lê em di wê baweriyê de ne me ji behra helbesta kurdî dilopek raxist ber çavan lê heta kêmasî neyên zanîn rêya rastîyê nayê dîtin.

 

Çavkanî

  1. Arda Çorê, Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye Resimkirin, diyarname.com.
  2. 2. Baqî Evdal, Werger û Helbest, Wêje û Rexne, Hejmar: 5, Sal: 2015, r. 94.
  3. Berheh Berken, Ji Dûriyê Re, weşanên Lîs, Amed: 2013, r.77.
  4. Hedilî Kamran Simo, Helbest Çi ye, Weşanên J&J, Amed, 2009 r. 39.
  5. Dîlber, Medûsa, Weşanên Avesta, Amed: 2008, r. 17.
  6. Jiyan Rênan, Diêşiya, Weşanên Belki, Amed: 2013, r.15.
  7. Kayan M. Zahir, Şêhneya Dînan, Weşanên Şemal, Stenbol, 2014.
  8. Edgar Allan, Hêmanên Helbestê, www.turkedebiyatı.com.
  9. Sadinî M. Xalid, Feqîyê Teyran Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weşanên Nûbihar, 2000, r. 127.
  10. Temo Selîm, Sê Deng, Agora kitaplığı, 2011, r. 34
  11. Xanî Ehmedê,  hemû berhem, weşanên Lîs, Amed: 2008, r. 89.
  12. Xerzan Asya, Dengê Bêdengiyê, weşanên Sîtav, Wan:  2016, r. 57.

[1] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, Weşanên Şemal, Stenbol, 2014.

[2] Kamran Simo Hedilî, Helbest Çi ye, Weşanên J&J, Amed, 2009 r. 39.

[3] Berken Bereh,  Divê Helbesta Kurdî Li Ser Koka Xwe Bilind Bib, kovara kund, 2018,  Hejmar: 3, r. 22.

[4] Octayo Paz, Öteki Ses, Era yayıncılık, Ankara, 1990,  r. 9.

[5] Evdal  Baqî, Werger û Helbest, Wêje û Rexne, Hejmar: 5, Sal: 2015, r. 94.

[6]  M.Xalid Sadinî, Feqîyê Teyran Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weşanên Nûbihar, 2000, r. 127.

[7] Ehmedê Xanî,  hemû berhem, weşanên Lîs, Amed: 2008, r. 89.

[8] Selîm Temo,  Sê Deng, Agora kitaplığı, 2011, r. 34.

[9] Rênas Jijan, Janya, weşanên Belkî, 2014 r. 35.

[10] Çorê  Arda,Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye resimkirin, diyarname.com.

[11] Çorê  Arda,Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye resimkirin, diyarname.com.

[12] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan , r. 9.

[13] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan,  r. 17.

[14] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan,  r. 21.

[15] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan,  r. 29.

[16] Çorê Arda, Di Şêhneya Dînan de eşqek qesîdeyî û bûjenî hatîye resimkirin, diyarname.com.

[17] Edgar  Allan Poe, Hêmanên Helbestê, www.turkedebiyatı.com.

[18] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r. 26.

[19] Berken  Bereh, Ji Dûriyê Re, weş. Lîs, Amed: 2013, r.77.

[20] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan,  r. 19.

[21] Dîlber  Hêma, Medûsa, Weşanên Avesta,  Amed: 2008, r. 17.

[22] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan,  r.31.

[23] Rênas Jiyan, Diêşiya, Weşanên Belki, Amed: 2013, r.15.

[24] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan,  r.14.

[25] Çorê Arda, Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye Resimkirin, diyarname.com.

[26] Asya Xerzan, Dengê Bêdengiyê, weşanên Sîtav, Wan:  2016, r. 57.

[27] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan,  r. 24.

[28] Çorê Arda, Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye Resimkirin, diyarname.com.

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *