Farûqê Feroyî – Ji min gotin û ji we jî şîrove.

Jİ MİN GOTİN Û Jİ WE JÎ ŞÎROVE.

Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birahm…Ji wan zagonên vî qewmî yek,di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birahm, ji çend salan çarekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî ra wiha dibêjin;-ji îro pêve tu rêberê meyî. Tu serê me û em jî lingê te. Tu yê rê nîşanî me bide û emê jî bimeşin. Tu ji me ra bêje bimre, emê bimrin û tu bibêjî bimîne emê bimînin…

Rêber; bikêrhatî çi ji destê wî tê,  ji bo qewmê xwe têdikoşe û wan ji xetere ya diparêze. Hetanî ku dikere di her warî de ji bo dewlemendiya qewmê xwe dikeve nav hewldanên bêhempa…

Çend salan bi serkeftî vê rêbertiyê bi kêfxweşî û dilşadî didomîne.

Êvareke ji êvarên bi xatirxwestina rojê re; êleke kinc reş û li ser pişta hespan, ji nişkan ve li vî qewimî dibin mêvan…

Rûsipiyên civakê û rêber bi hev ra vê êlê; bi mêvanperwerî pêşwazî dikin û mazûvaniya wan dikin. Cî nîşanî wan dikin û koça vê êlê bi war dikin…

Paşê; Rêberê qewmê qedîm û Rûsipiyên civakê li hev vedihebin û dibêjin;

-ka em herin van mêvanên xwe ji nêz ve nas bikin…

Qewmê mêvanperwer;

Ji dilê xweyî rast bibawer,

dimeşin û diherikin nav êlê. Kesên êlê yek bi yek vedihebin û kom dibin, qor digrin li hawîrdora mazûvan…

Rêberê qewmê qedîm dest bi axaftinê dike û dibêje:

– Em mazûvan û hûn jî mêvan.

Daxwaza mazûvan;

nasîna mêvan e…

Jîrekê êlê dibêje;

-em êleke ji qewmê gur in. Ango dayika me dêlegur û bavên me jî gur e. Em hetanî aniha li Asya Navîn dijîn. Lê mixabin; cînê dîwarên bilind dan pêşiya me.

Em man li pişt wî dîwarî,

wan  ji mera nehiştin tu rê û derî.

Aniha; em tî,birçî û neçar hatin, li warên we bûn mêvan…

Rêberê qewmê qedîm dibêje:

-belê heyran;

em mazûvan û hûn jî mêvan,

em xwedî û hûn jî cenan,

em Niştecih û hûn jî koçer,

di zagona qewmê qedîm de,

tu cûdayî tuneye ji mirovan re

lê dîsa jî hûn bi xêr hatin…

her azad û bextewar bin

wek hûn li mala xwe bin

Piştî vê hevnasînê; mazûvan Pişta xwe didin êla gur an û pêve, jîrik û êla xwe kêfa belek dikin…

Jirîkê êla gur an dibêje;

-me cî da lingên xwe. Îajar divê em li gorî eslê xwe tevbigerin…

Kesên li jîrik guhdarî dikin; di ber axaftina wî ra dibêjin:

-divê em pilanên qirkirina wan pêde bikin!

Jîrik dîsa dibêje;

-Hûn bi baldarî tevbigerin û di destpêkê de divê em rûsipiyê wan ji xwe ra bikin hevkar û xirpikekê ji rêberê wan ra bikolin…

Jîrik ê gurxenêq; eyar ê miyê li xwe dike û dadikeve nav qewmê qedîm. Digihîje kîjan rûsipî; di derheqê wan û qewmê wan de, di derheqê rêberê wan de tiştên herî baş dibêje. Pesnê wan û qenciya wan dide. Hetanî xwe di nav wan de bi cî dike û pêve; îjar dest bi paşgotinî û fesadiya rêveberiya wan dike ku Rêber li ber çavên civakê reş bike!!!

Çi derew û bêbextiyên ku civakê pê birîndar bibe, pê bihêşe bera stûyê Rêber dide!!!

Bi dek û dolavan , roj bi roj civakê li dijî Rêber, bê bawer dikin…

Rojekê ji rojan;

sibê zû dibe gurme..gurma defê li ber deriyê Rêber. Rêber bi kelhêcan ji hindurê malê derdikeve û dinêre ku gel tev li pêşiya mala wî, li hawîrdora kerekî civîyane. Matmayî dimîne û dipirse;

-We xêr e? vê sibê zû?

Rûsipiyên qewm dibêjin;

-Îro dema rêbertiya te bi dawî bû!!!

Bi vê gotin a rûsipî ra ; sê-çar xort, bi lez, wek gur ên ku dadin miyekê, ra dihêlin Rêber û paşpaşîko li ser pişta kerê siwar dikin.  Berê wî didin çiyayê ajalên dirinde…

Jîrik û êla xwe jî li derdora ker direqisin û diranan disûn…

Piştî ewqas ked û fedakariya Rêber; qewmê wî jê ra dibe neyar û wî dikin êm ê gur, hirç û keftaran!!!

do

em

mazûvan

ew

mêvan

em

xwedî

ew

Cenan

Îro?

Farûqê Feroyî

 

Parveke

One Reply to “Farûqê Feroyî – Ji min gotin û ji we jî şîrove.”

  1. Gelek spas ji bo ked û xebata we…
    Rêya we vekirî be. Hûn ticarî ji vê keda xweyî qedîm bê par nemînin. Her serbilind bijîn

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *