Kamran Simo Hedilî – Helbest çi ye?

Helbest çi ye?

Gelo helbest di pêşxistin û guhertina civatê de roleke çawa dileyîze?
Sedem çi ye ku heta vê gavê helbest neketiye nav çarçova danasîneke bi tenê?
Çima helbesteke sipehî û xurt dema ku em dixwînin, an jî em guhdar dikin, bandorê li me dike? Çawa me hestyar dike û çawa me dibe nav hest û xeyalan?
Mirov dikare bersiva pirsên jor wisa bide. Ji ber ku helbest xemila hizir û ramanê ye. Xweşikiya ku ji destpêka hebûna mirovan ve, bi mirovan re dimeşê ye. Ne tenê xemila ziman e, rêzana meşa hebûna mirov e. Avahiya bi kêmhevokan ava dibê û nivîsa ku hest û xeyalên mirov li ser mijarekê kilît dikê ye. Hunera dilvekirina peyvê, şadiya xeyalên ku di kûrahiya hevokan de ye. Zanîna nependî ya ku kêmasiyên di zimên de vediguherê sipehîtiyê ye. Helbest ramana bi hestên nazik hatî hunandin û zimanê muzîkê ye.
Helbest; ji aqil bûrîn û dûrbîna xewn û xeyalê ye.
Xezîna hemû şaxên ziman di xwe de vedişêre û peyva bi bask û bêpasport digerê ye.
Wêneya ku dipeyîvê ye…
Danasîna helbestê bi asoya dîroka mirovahiyê re destpêkiri ye û di roja me de jî hê danasîna wê berdewam dike.
Pablo Neruda dibêje, ”ji amûrên guhartina dinyayê yek jê helbest e. Mirov bi helbestê cih û awayê hizirkirinê dibîne. Helbest zanîna mirov bi pêş ve dibe. Bi mirovan hestên nû û xisletên nû didê qezenckirin.”
Helbest, nêrîn, dîtin, bihîstin, hizirkirin, pêhesî û dinyayeke ji têgehiştina hevgirtî ye.
Helbest, li ber dergehê zaroktiya mirovahiyê ji dayikê bûye. Bi karanîna ziman re mirovan helbest peydekirine û ji xwe re kirine amûra hizirkirin û zanînê. Ji serdema pêşî heta vêga vê serdemê danasîna helbestê bûye mijara gelek zaneyên felsefê, dîrokê, hunerê, civatnasiyê û wekî din. Van zaneyan gelek aliyên helbestê anîne ziman. Lê hê jî, helbest hemû ne hatiye ziman. Ji ber wê ye ku îro hê jî, mirov pêwîstiyê dibîne ku berê xwe bidine danasîna helbestê, da ku baştir helbest were naskirin.
Helbest; xemla ziman e û ziman jî nasnameya gelan e. Deriyê vekirina hest, xeyal û zelaliya rengan e. Neynika ku hemû sipehî, ciwanî, nermî û narîniya xwezayê tê de dixuyê ye. Şûrê pêşketinê û mertalê berxwedana jiyanê ye…
Danasînên helbestê wisa dirêj dibin. Lê hê jî helbest neketiye nav danasîneke hemfikir. Çawa ku jiyan bi rengekî bi tenê nayê xemilandin, her wisa helbest jî nakeve nav çarçoveyeke bi tenê. Ji ber vê ye ku ji serdemê pêşî û heta îro helbest bi hezaran rengan hatiye danasîn.
Mirov dikare bêje helbest ev danasîn hemû ne û hê ne yek ji wana ye jî. Her yek ji wan danasînan, danasîna aliyekî helbestê ye.
Li gorî min, helbest bibîrxistina bûyerên jiyanê ye. Helbestvan jî, mirovê ku van bîranînan bi bîr tênê ye.
Helbestvan bi şirovekirina esehiya hebûna mirov, dixwaze bigehê zanîna mutleq. Em dizanin ku zanîst, felsefe, ol û huner jî, xizmeta zanîna mutleq dikin. Lê amûra têgehiştina helbestê pêhesî ye (sezgî) û helbestvan têgehînan bi gotinên şîrîn dibêje.
Gelek ramanwer (ramyar) û hunernasan serê xwe li ser form, wate û dengê helbestê êşandine û hîn jî ji bo bersiveke rast û evîndarên helbestê têr bikin dixebitin. Li ser pirsa ”helbest çi ye?” li bersivekê digerin. Bi çend peyvan bersivdana pirsa danasîna helbestê, tê wateya ku mirov ji aqil dûr bikeve û divê ev noqte neyê jibîrkirin; bi kêmayî be jî, mirov zanibe ku helbest nivişka (rûnê) hunerê ya herî xweş e û pêpeloka hunerê ya herî li jor e.
Friedrich Hegel dibêje: ”Di hemû beşên hunerên ciwan de ya herî zehmet û herî payebilind helbest e.”
Helbest çi ye? Çima nakevê nav danasînan? Di dîtina min de berî pirsa helbest çi ye were kirin, pêwîst e ku pêşî mirov bêje, ma çi ne helbest e? Pirsa duyemîn ji ya yekemîn ji min re rastir tê. Ji ber ku helbest jiyan bixwe ye.
Helbest; giyanê ku di nava laş de ye. Mirov nikare endamên laş ji hev cuda bike. Ji rayên (demar) herî biçûk bigire, heta yê herî mezin, hemû hevûdu dikemilînin.
Rexnegirê Rus V. V. Çaykovskî, helbestê wisa dide naskirin. ”Helbest; ramankirineke taybetî ye. Yanî bi riya xeyalan, bîr û baweriya xwe pêşkêşkirine.”

Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *