Kamran Simo Hedilî – Helbest û Felsefe

Helbest û Felsefe

Mirov dikare bêje, helbestvan û feylezof hevalên hev yên li rêwîtiya dîrokê ne.

Ji destpêka dîrokê ve ew qasî nêzîk bi hev re meşîne, mirovan gelek caran ji helbestvanan re gotine feylezof û ji feylezofan re jî gotine helbestvan. Mirov dikare peyamberan jî tevlî vê meşa helbestvan û feylezofan bike. Peyamberan jî hemû peyamên xwe yên olî bi peyv û sembolên helbestwarî gotine û nêrînên xwe weke feylezofan anîne ziman. Lê mijar ne li ser têkiliyên helbest û peyamên olî ye. Mijar li ser têkiliyên helbestê û felsefê ye. Helbest û felsefe du amûrên ku ji destpêka dîrokê ve mirovan hizir û ramanên xwe bi wan bi pêş ve birine. Bi pêşveçûna mirovan re, ew jî pêş ketine, xwe nû kirine û bûne du çavkaniyên pêşketina mirovahiyê. Ji serdemên pêşî heta roja me, mirovan bi saya helbestvan û feylezofan hizir û ramanên xwe nû kirine û kirinên nû li kirinên xwe yên kevin zêde kirine. Gelek kirinên xirab ji jiyana xwe derxistine û li cihê wan xisletên xirab yên qenc danîne. Hin kes felsefê ji helbestê cuda dikin û wisa bi peyvên hişk û ziwa tînin ziman, xwendevan di xwendina felsefê de diwestin. Hin jî helbestê ji felsefê cuda dikin û helbestê bêmebest, tenê bi peyvên xweşik nîşan didin. Di nêrîna min de ev nêrîn gelekî çewt in û zerarê didin xwendevanên felsefê û helbestê. Ez dihizirim ku felsefe û helbest her jiyana xweş, şad û serkeftî nîşanî me dikin. Ji ber ku erkê felsefê û helbestê çanda mirov, bîr û ramana mirov bi pêş ve birine. Helbest û felsefe têgihînan hemûyan bi hev re dibêjin. Lê di felsefê de pêşî aqil tê û di helbestê de hest tên. Her du jî, di noqta giştî de li zanîna tiştan, sedem û mebestan dinêrin. Em dizanin ku zanist, beşên pîşe û tiştan ji hev cuda dike û dide naskirin. Lê feylezof û helbestvan mijaran bi giştî digirin destên xwe. Bi hûrlênêrînê li sedeman dinêrin û pirsa mebestan dikin. Li vir divê ev jî were gotin, bi wekheviya wan re, cudabûna wan jî heye. Helbest strana dil e û felsefe ya aqil e. Helbest tevgera hestan dide destpêkirin û giraniya lept û daxwazên hestan li ser xuya dikin. Felsefe, tiştên ku dide naskirin, ji hev cuda dike, wan tênê hemberê hev, didarizîne û digihê zanîna dawî. Divê ev baş were zanîn ku helbest û felsefe du curên têgihîştinên cuda ne. Yek navê beşekî hunerî ye, ya din navê hizirkirina bipergal û zanîsta giştî ye. Helbest û felsefe bi xîzikên tûj ji hev cuda nebin jî û gelek layên wan weke hev bin jî, du beşên cuda ne. Ev mijar, mijareke ku gelek caran tê ber çavên mirov. Di helbestê de huner li pêş be jî, di gelek helbestên hin helbestvanan de felsefe xwe derdixe pêş. An jî huner û felsefe bi hev re di nav helbestên wan de dimeşin. Helbestvan jî, mîna feylezofan pirsan ji yên berî xwe dikin û bersiva yên li paş tên didin. Helbestvan afirînerên pêşerojê ne û mafê wan e ku raboriyê rexne bikin. Mirov her tiştî deyne aliyekî, helbestvan jî temaşevanên dema xwe û ya vê jiyanê ne. Temaşevan qet nebe, leyîstike ku lê dinêrin ecibandin, an ne ecibandina leyîstikê mafên wan e. Dibe ku leyîstik li xweşa wan biçe an neçe. Dikarin bikin niçe niç û ofe of, an jî ji bo ku kêfxweşiya xwe nîşan bidin li ser piyan çepikan lêxin û biqîrin. An ji bo ku leyîstikvan baş neleyîstine pirsan ji wan bikin û rexneyên xwe bînin ziman. Ev rexne û dadgerî jî mafê wan e. Tê zanîn ku pirskirin karê feylezofan e. Ew bi pirsan dixwazin bigihên armancê. Felsefa xwe li ser bingehê pirsan ava dikin. Lê helbestvan jî, pirsan dikin û dixwazin bersiva pêşerojê bidin. Ez kî me? Ez çi dikim? Di cîhanê de cihê min çi ye? Erkê min çi ye? Ji bo çi têgihîştina me têra têgihîştina gerdûnê nake? Çima temenê mirov wisa kurt e? Di vî temenê kurt de mirov çi ji hev dixwazin? Çima di nav aştiyê de nikarin bijîn? Û weke van pirsan gelek pirsên din ji xwe dikin. Li nav pirsan digerin û dixwazin bersivekê bibînin. Li xwe dinêrin û li civata bêxem dinêrin. Him pirs û bersivên xwe tînin ziman û him ji civata bêxem re dibêjin: “Serkaniya nexweşiyan di van pirsan de ye, hûn jî bi min re li wan bigerin.” Carinan pirsên helbestvan nayîn fêhmkirin. Ji bo ku him bi dengê bilind dipirsin û him ser pirsên xwe dinixumînin. Heta ji wan tê bi sembolan pirsên xwe tînin ziman. Lucretius Carus ji bo têkiliyên felsefê û helbestê wisa dibêje; “Felsefe şerê Tîtanan e,(Ehrîman) helbest jî, di afirandinê de bi Yezdanan re di pêşbirkê de ye.”

Kamran Simo Hedilî

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *