Kamran Simo Hedilî – Ji romana pêjna baranê

Ji romana pêjna baranê

´´Rojeke ji rojên bûka salê dawiya meha nîsane bû. Mirov li ber bêhna gul û giyayên cur bi cur yên biharê mest dibû. Ji herderê dengên awazên çûk û tilûran dihate guhên mirov.
Tîrêjên tavê yên dawiya rojê ji paş çiyayên Çiravê û Herekolê dirêjî asîman dibûn. Bi windabûna tîrêjên rojê yên dawî re me xwe amadekir. Çawa şevê rengê xwe diyar kir û rengê xwe berda ser newal û dolan, em meşîn. Ne min û ne jî hevalên min nedizanî bê ev meş dê çi li bîranînên jiyana me zêde bike. Me jiyan weke meşeke bê dawî didît û ez hê jî wisa dibînim. Me hemiyan dizanî ku bi vê meşê re serpêhatiya jiyana me dê dewlemendtir bibe. Lê me ne dizanî dê di pêş de çi were pêşiya me û çi dê xwe li hişê me binivîse.
Meşên şevê parçeyekî xweş in di jiyana gêrîlan de, lê xweşiyeke ku bi zehmetî tê bidestxistin. Min bi xwe meşa me ya wê şevê jî wisa dizanî. Me bi hêvî û bi xeyalên xweş ji geliyê Sinatê dest bi rêwîtiya xwe kir. Bi dilxweşî li nav kelecanê li ber dengê qurequra Beqan û tepetepa simên Hêstira xwe ya zerboz meşîn.
Mîna gelek grupên din yên hevalên xwe, em jî ber bi xeyalên xwe yên mezin ve dimeşîn. Ji ber ku bi xeyalên xwe re dimeşîm, meş ji min re mîna firîna çûkên biharê xweş dihat. Tenê dengê piyên min tevlî dengê şevê dibû û ew deng dihate guhên min. Piyên min nedigihiştin erdê mîna ku li ser ewran bimeşim, piyên min erd nedigirtin. Hîseke pir eceb û xweş di dilê min de hebû.
Ji geliyê Sinatê di ser gundên Nêrva û Yekmalê re me berê xwe da çiyayê Tenînê. Em li ber dengê Çirçirkên Şevê meşîn heta ku stêra sibehê çavên xwe ji me re neqand. Piştî ku stêra geş cihê xwe ji tîrêjên rojê re li asîman hişt, em sekinîn. Ji ber meşa dirêj a bêrewstan em hemû şebikîbûn. Wê şevê ji bilî çend seknên kurt yên derketina tuweletê, em qet nesekinîn. Li bin roniya stêran heta rojê xuya kir, em meşîn. Bi fîtefîta çûkên sibehê re em derbasî çiyayê Tenînê bûn.
Cara pêşî dibûm şahidê rengguhartina xwezayê li zozanan. Rengên ku bi şevê li her derê mîna çerşefeke reş xuya dikirin, bi ronahiya sibehê re zozan mîna kirasê bûkan spî bûn. Bi derketina rojê re jî, di nav çend xulekan de ew rengê spî jî hate guhartin û herderê cilên rengereng li xwe kirin. Wê xweşikiyê tavahiya westana min bi min da jibîrkirin. Rengguhartin û weşikiya xwezayê hertişt ku navê wan westan, xemgînî û keder bûn ji min standin û birin.
Roj hêdî hêdî bi tîrêjên xwe eniya me dialîst. Bi germkirina tîrêjên wê re xunava ku li ser giya û kulîkan spî xuya dikir, bûn dilopên avê li ser giya û pelên kulîkan. Mirov digot qey baran bariye, zemîn şil bibû. Ji giyayê keskê bi xunav, heta çokên me delingên şelwarên me şil bibûn. Çûkên zozanan ji xewa şevê şiyar bibûn û derketibûn peydakirina taştê ya sibe. Ji derdoran dengê qebeqeba Kewan dihat. Bangî hev dikirin û bi ser hevûdu de dixuriyan. Li nizarên bilind hê jî berfa zivistanê mabû. Zinarên gewr û bîrûvgirtî aliyekî din î zozanan dineqişandin. Ahengeke bêqûsûr di dîmenên sibeha zozanên Tenîn û Fereşînê de hebû.
Li hemû zozan û çiyayên derdorê berfînan bi xwe re hemû kulîlkên din jî ji xewa zivistanê hişyar kiribûn. Bi hezaran kulîlkên rengcuda û bêhncuda zozan neqişandibûn. Çikeçika Çilawazan û fîtefîta Bilbilan tevlî dengê Berx û Mîyên ku ji Hevşîyên xwe derdikatin dibûn. Berf li cihên bilind diheliya û çemên ku li zivistanê cemidîbûn bi şireşir diherikîn. Serê her bîst, sî gavî kaniyeke hebû û ji wan ava sar bi zelalî û hêminî diherikî. Perperîk û Mêşên Hivîn bi şadî ji ser kulîlkekê difirîne ser yeke din û şîraza wan bi dilxweşî dimêhtin. Cara pêşî cihekî wisa xweş min dîtibû. Di nava min hîseke wisa xweş hebû, rojek jiyana li wir ji temenekî xweştir bû. Hevalan xwe amade dikir ku westana meşa şevê bi xewê ji xwe dûr bikin. Min ji jor ve li mija li ser geliyê Roboskê û tava ku nû li ser Tenînê Sindiyan û Heftenînê xuya dikir dinêrî. Tava rojê hê xunava li ser Nefel û Heleza Tenînê ziwa nekiribû. Germbûna rojê û leşker bi hev re hatin. Berî leşker me bibînin û gule bi ser me de bibarînin, Ezîma Mezin leşker dîtin. Ezîma li hemberê hevalan pir narîn, nazik û kubar bû. Lê dema ku leşkerên dagîrkeran didît dibû şervaneke bêhepa. Bi rextê xwe yî şeş cercûr yê li ser şûtika pişta xwe girêdida û radihişta kilêşa xwe pir biheybet û jixwebawer xuya dikir. Kilêşa wê mîna por û dêmên wê her wextî paqij bû.
Wê rojê li ser pêlava xwe ya Meqab, destek cilê keskê giyayî li xwe kiribû. Desmaleke şînê tarî ya Sêrtê li gerdena xwe alandibû û bi ser herdu milên xwe de berdabû. Ji govenda cengê re her demê hemû xeml û xêlê wê lê bûn. Guleya pêşî di wî şerî de wê teqand. Piştî dengê kilêşa wê, çekên me hemiyan bi hev re qêrîn…´´

Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *