Kamran Simo Hedilî – Nameyek ji Pîrê serfiraziyê re

Nameyek ji Pîrê serfiraziyê re

´´Min nikarî li pêşberî vir û hîleyên we biserkevim. Ev ji min re bû dert.
Lê min jî bejna xwe li ber we netewand. Bila ev jî ji we re bibe dert.´´
Seyîd Riza

Pîrê min, me vê carê maskeya li ser rûyên Kemalîstên nîjadperest û ya li ser rûyên melayên sextekar baştir naskiriye. Êdî hew dikarin rûyên xwe yên bi qirêj bi maskeyên cuda veşêrin.
Ji ber wê mîna gurên devbixwîn bi awayekî sîstematîk êrîşî ser hemû rayên jiyana kurdan dikin. Her ku diçe êrîş û zextên wan mîna êrîşên dema we dijwar dibin.
Lê mixabin dengên ku van êrîş û zextan protesto dikin weke dema we gelekî kêm in, Pîrê min.
Êrîşên li ser jin û zarokên kurdan sinorê mirovahiyê derbaskirine. Li hemberê vê hovîtiyê deng ne weke pêwîst ji nav tirkiyê û ne jî ji dinyaya ku xwe berpirsa parastina mafê jin û zarokan dibînê derdikeve, Pîrê min.
Biqasî ku di dema vê hukumetê de rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan tecrît bû, di ti deman de wisa tecrît nebûbû. Bi êrîşa îro dixwazin ji gele kurd re bêjin Abdullah Ocalan jibîrbike û em çawa bixwazin, em dikarin wisa bikin. Bi van êrîşan parêzvan, rojnamevan, siyasetvan, Parlementer, serokên şaredariyan, endamên rêvbirên meclîsên bajaran û ronekbîrên kurd heroj têne girtin, Pîrê min.
Êrîşên vê hukumeta faşîst, êrîşên Almaniya Nazîst yên li dijî cuhuyan tînê bîra mirov. Wan jî hero komek mirovên ku ji xwe re xeter didîtin digirtin û civaka Almaniya fêrî wê rewşê dikirin. Hukumeta tirk jî bi van girtinan civaka tirkiyê fêrî girtina kurdan dike. Çapemeniya tirk ji zû ve ji vê perwerdê re amadebû û hero nûçeyên ku van girtinan weke tiştekî ku divê bibin nîşan didin. Kesên ku dixwazin dengê xwe derxin jî, dengê wan tê fetisandin û zêde dengê wan naye bihîstin, Pîrê min.
Berê jî gelek caran êrîşên hovane li dijî gerîlayên kurdan pêk hatibûn û sekinî bûn. Lê ev çend sal in ku bi her awayî bombebaran dom dikin û di van bombebaranan de çekên kîmyewî yên ku li cîhanê qedexe ne bikar tînin. Xwazeya Kurdistan û hemû zindiyên Kurdistanê bûne armanca çekên wan yên kîmyawî.
Bi kurtî li ser hebûna kurdan êrîşeke gîştî heye û herkesî çav û guhên xwe ji nedîtin û nebihîstina van êrîşan re girtiye, Pîrê min.
Erdogan û aqilmendên wî hesap dikirin ku ew ê kurdan bi zimanekî xapînok, bi çend tiştên arzan, bi hin gavên ne ji dil, bi riyên olî (dîn) û bi vekirina kanalekî Tv bi zimanê kurdî, kurdan bixapînin û kurdan ji vîna wan dûr bikin.
Bi navê melayên olê bi hezaran endamên sîxuriya xwe MÎT ê şandine kurdistanê. Lê kurd êdî ne kurdên berê bûn û zû ev leyîstokên dewlata tirk aşkere kirin.
ji ber wê her ku diçe êrîşên xwe zêde dikin û çekên ku di peymanên navnetewan de qedexe ye bikar tînin. Di vê hovîtiya dewleta tirk de jî, ne li hindûr û ne jî li derve weke ku pêdivîbûn dengê sazî û dewletên ku xwe berpirsên demokrasiyê û mafê mirovan dibînin derneket, Pîrê min.
Pîrê min şehîdê şehîdan…
Ji bo em careke din li pêşberî vir û hîleyên wan rûreşan neyên xapandin û di bin piyên wan de neyên perçiqandin, me pêwîstî dît ku em li hemberê van leyîstok û êrîşan hişyar bin.
Me pêwîstî dît ku em ji berê pirtir, zanîn û hêza xwe bikine yek.
Me pêwîstî dît ku em li hev xwedî derkevin û li hev guhdar bikin.
Em gihiştine wê baweriyê ku em çiqasî aqilê xwe bikine yek, em ê ewqasî bi hêz bersiva van êrîşên hindûr û derve bidin.
Pîrê min,
Me peyman daye we ku em vê carê li peşberî vir û hîleyên rûreşan biserkevin û ber bi serkeftinê ve herin.
Me peyman daye we pakrewanan ku em ê bejna xwe li ber wan rûreşan natewînin û wî derdê ku we xistî dilê wan rûreşan, em ê ji dilên wan dernexin, Pîrê min.
Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *