Kamran Simo Hedilî – Sofî Osê

Sofî Osê

Çawa ji der ve hate malê li ser qenepê rûnişt û rahişte komandê. Bi komanda di destê xwe de televizyon vekir. Ew kenal girt yekî din vekir her ku kenal guhartin mahdê xwe tirştir dikir. Li hemû kenalên televizonên kurdî nêrî. Kîjan vekir, penêlên jinan, meşên jinan û axiftinên li ser tund û tûjiya li dijî jinê hebû. Li benda nûçeyan bû, lê di tu kenalan de nûçe tunebûn. Bi wê mahdtirşiyê li pêşberî televizyonê li ser qenepê xwe dirêj kir. Hê nû qelpaxên çavên wî çûbûn ser hev ji nav komê keçeke ciwan dest bi qêrîna dûrûşman kir.
”Ma heta kengî em ê bindest û jar bin? Di malê de kole, li derva lêdanxwerê polîs û leşkaran bin? Ma heta kengî em ê jina mêrê xwediyê çend yaran bin? Bimire sitema mêristanê, bijî jinistan.”
Keçika ciwan li dora xwe nêrî weke bêje, kanî dengê we? Pêşî dengê çend keçikên ciwan hat, pişt re dengê jinan yê zirav û zîz meydan dagirt.
”Bimirê bindestiya mêr û mêristanê, bijî jin û jinistan. Em ê cîhanê bikin gulistan.”
Mêr û xortên li meydanê jî, pêşî yeko yeko dûrûşme qêrîn, her ku çû dengê mêran jî pir bû. Meydan ber bi jinistanê ve diçû, jin li pêş û mêr li pey wan berê xwe dabûn Sofî Osê û xortê ciwan yê ku li gel wî. Jin û mêr bi yek dengî diqîriyan.
”Bijî aştîxwaziya jinistana jinan. Bimire bindestiya şerxwaziya mêristana mêran. Bijî gulên jinistanê. Bijî aştiya jin û mêran. Bimirê jinkujiya li mêristanê. Bila cîhan bibe hêlîna şirîkiya jin û mêran. Bijî jinmêristana jin û mêran…”
Sofî Osê herî zêde ji dûrûşma dawî hezkiribû. Jin rabibûn raparînê û mêr li peyî wan bûn. Bi dûrûşmên ku kom diqêriyan re Sofî Osê û xort li hev nêrîn, ne nedizanîn çi bikin û çi bêjin. Herkes diqêrî, hemû qêrîn ji bona wekheviya jin û mêran bûn. Sofî Osê li xort nêrî, rûdêna xort hêdî hêdî li ber çavên wî bû rûdêna keçikan. Bismilha bismilha Sofî Osê bû weke ya dayika wî. Dayika wî jî di dema tirsê de Bisimilaha xwe dianî û bi wan Bismillahan jinîtiya xwe dida nîşandan. Wê kêliya ku rûdêna kurik li ber çavên wî bû ya keçikan û dengên meydanê kir ku ew jî xwe jin hîs bike. Bê vîna wî destên wî çûn ser pêsîrên wî û du pêsîrên werimî di nav destên xwe de hîs kir. Xortê ciwan bi vê bizavê kenî, di kenê çavên xort de Sofî Osê xwe dît. Rûdêna xortê ciwan, bû rûdêna Sofî Osê ya ciwaniyê. Sofî Osê nedizanî ew xort e? An jî xort ew e? Ji xwe pirsî, ”Çi bû? Çi ji min hat? Berî niha çi bûm? Ez dayika xwe bûm? An jî xortê ku li ber çavên min bûyî keç bûm?”
Sofî Osê pêşî hişê xwe winda kir û pişt re windabûna xwe ji bîr kir. Jê re wisa dihat ku tiştekî bi navê wî nebû ku lê bigere. An jî ji bîr bike. Xwe ne mirov û ne jî weke kusiyekî li ber çeman hîs dikir.
Li nav wê kefteleftê zarokek jê re çêbû û bû dayîk. Heta zaroka xwe anî dinya yê qolincên hemû jinên ku zarokan tînin kişandin. Bi anîna zaroka xwe şa nebû û nexwest li zaroka xwe binêre. Jin piştî wan janên zehmet, daxwaza wan a pêşî ew e ku zaroka xwe hembêz bikin. Dema ku zaroka xwe hembêz dikin, hemû êş û zehmetiyan ji bîr dikin.
Lê zaroka Sofî Osê ewqasî kirêt û nexweşik bû bi tirs jê revî. Zarokê xwe bi lingên wî ve girt û hilkişiya hembêza wî. Di dûv re têgehişt dema ku zarokê maç bike, dê were ser hişê xwe. Ji xwe bi xwe re got, ”Axxx çi rûdêneke kirêt û bi tirs e.” Bi wê dilnexwestinê, ew rûdêna kirêt maç kir û têgehişt ku zarok jiyana wî ye. Ji tirsa van dîmen û hestên ku li ser mêjiyê wî dişemitîn, di pêpelokan de bi jor ve hilkişiya. Gotina ku gelek caran ji bavê xwe bihîstibû, hate bîra wî û di pêpeloka dawî de rûnişt.
”Jiyan weke derketina pêpelokan e. Hatina dinyayê pêpeloka yekem û mirin pêpeloka dawî ye.”
Di hişê xwe de şirove kir. ”Zarokên biçûk bi dest û piyên xwe bêyî ku zanibin derdikevin pêpeloka dawî. Ciwanên wêrek ji bona bigihin armanca xwe bi serbilindî û ji xwe bawer hildikişin dawiya pêpelokan. Kal û pîr jî, piştxûz, bi kopal û bi çokên lerzok, westiyayî bi tirs ber bi jor ve hildikişin.” Di şirova ku di hişê xwe de kirî, cihê xwe di nav her dû curên pêşî de nedît. Li ber xwe ket û ji temenê xwe yê dirêj şerm kir. Bi wê şermê ji xew vêcinqî û yekser li ser qenepê rûnişt. Pêşî destê wî çû ser pêsîrên wî. Bi çavên şermoke û tirsayî li derdora xwe nêrî lê kes nedît. Li televizonê nêrî penêla jinan hê berdewam dikir. ”Ema bi Xwedê ev televizon wisa dikin ku hemû mêr bixwazin bibine jin. Mirov dibe qey telefonî hev kirine ku hemû li ser meselên jinan bipeyvin. Ma qey meseleyeke din li wî welatî nîne? Hebe nebe jin in.” Bi gotinê re televizon girt û rabû ji malê derket.

Kamran Simo Hedilî

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *