Melevan Resûl – Helbestvan Kejal Ibrahîm Xidir

HELBESTVAN KEJAL IBRAHÎM XIDIR

Ji xelka devera Kladiz e û akinceya bajarê Silêmaniyê li herêma başûrî kurdistanê ye.

Sala 1968 an ji dayik bûye, du keç û kurek hene, Wekî mamoste di dibistanên Silêmaniyê de dixebitî , ji hêla ronakbêriyê ve, pêşî dest bi nivîsandina helbestên zarokan kiriye, hin bi hin zîrekiya wê di hûnandina helbestê de pija ye û beşdarî di hemû ahing û fistîvalên di herema başûrê kurdistanê de kiriye.

Bi qasî 70 xelat û spasname ji bo rêzgirtinê bi dest xwe ve anîn e, di rêza pêşin de ji bo dîwana xwe (Keladiz) ê wergirtiye, her wisa di rêza şeşem de ji nava helbestevanên cîhana erebî li welatê Misrê wergirtiye.

Bi qasî 110 xelatên şanazî û rêzgirtinê li welatên Ereban bi dest xwe ve aniye, di nava pêşbirkên beşdarbûna di festîvalan de, 20 caran ketiye rêza pêşîn û 35 caran ketiye rêza duyem û 18 caran di rêza sêyem, û 12 caran di rêza çarem de xelat wergirtin e.

Bi qasî 24 dîwanên helbestî çapkirin e, piraniya berhemên wê ji bo zimanê Farisî, Latînî û Erebî hatin e wergerandin, her wisa jî ji bo zimanê Almanî, Rosî, Ingilîzî û Ispanî hejmarek hatine wergerandin. Dîwanek xwerû bi zimanê Erebî bi navê çavê eşqê, pêsîra heskirinê (عين للعشق حضن للمحبة ) çap kiriye.

Ji bo wergirtina bawernameyên macistêr û profîsoriye, bi dehan xwendekaran lêkolînên xwe di mijara helbestên wê de diploma wergirtin e.

Di warê nivîsandina gotarên rexnegeriya wêjeyî bi zimanê Erebî û kurdî, nêz 110 gotar di rojname û kovarên mîna (el zeman, Elşerq elewset, mustebel, riya gel, elheyat, serdem, gelawêja nû, elcisir û gelek kovarên dinê li seranserî cîhana Erebî weşandin e.

Helbestvan Kejal Îbrahîm Xidir di 24ê Nîsana 2018an de ji ber nexweşiyekê di 50 saliya xwe de li Silêmaniyê koça dawî kir.

Rewşa wêjevaniya jina kurd ji gelek hêlan ve ji koma helbestvanên di rojhilata navîn de ne cêwaze, lê xala balkêş di ristnivîsîna helbesta mêbûn di seranserî kurdistanê de, Kejal desthilatdariya wêjevaniya nêr derbas kiriye û bi serê xwe bûye xwedan qilafet.

Kejal yekek ji helbestvanên jin e bi helwesta xwe kariye amûreyên helbestî derbasî nava malikên rista xwe bike û ji ciyografiya herêmî derbasî cîhana wêjekariyê bike, nemaze di cîhana erebî de bûye xwedana bejnek berbiçav.

Kejal Ehmed – qehweyek li gel wî

Zilameke ji çav

lê belê mixabin…

wan ateşgehan nabîne

ku di hebûna min de vêxistiye

tiştekî jî nabêje !

Keseke ji nêrînê

lê belê seyr e

di germa şeydabûna min de

hîna ji hişê xwe neçûye

û nedinale!

Min qehwa xwe ya tal

bi şekirê axaftinên wî vexwar

Min qehwa xwe ya reş

bi rengê çavên wî yên kal firda

Min qehwa xwe ya germ

bi fênikiya girnijîna wî re bi dawî kir

Min qehweyek vexwar

yan jiyana min

ji dûmahiyê de du car dest pê kir

Ji mêj de min ji bîr kiribû

dilek heye li vir

li hêla çep

da digre

dema alava eşqê lê dide

Temen ji bîra min çûbû

deziyekî zirav e

bi dû kulareyekê ve

em nizanin kengî…

û bo çi…

û li ku…

diqete

”Ew” du çav in

firehtir ji gerdûn

 

Zilamekî ji serenc e

ji efsûna nêrînê

kitêbek e ji azara bûyera Kerbela.

ez jî dilopek firmêsk im

hindek maye dûbask bibim

ji şevbuhêrkê

sîmayek im dibe wek dayika wî be

Zilameke ji hesin

keçek im ji hevrêş im

hindek maye biçim

û ji ber xwe ve bikenim

Wextî ji xweşî bimrim

ji ber ku bi tenê

min qehweyek vexwar di gel wî

 

Kejal Ahmed – Ballinde

Be pey tazetirîn polîn, Kurdekan

Ser be regazî ballinden

Awetane le ser parey zerd û drawî mêjû

Koçer in û be karwanî sefer de enesrey nawe

Balê! Kurdekan ballinden

şwênîş namêne azaryan begirête xoy

Wehmî geştî

Newanî germiyanekan û

Kwestanekanî niştiman edozinewe

Boye min l’em seyr niye

Kurdekan efirên û

Wilat be wilat egerên û her nabên

Be xawnekî seqamgir u şarestanî

Ne hêlane bexoyanewe ebînin

Ne le dowa nişteweyekiş da

Sar le Mewlane eden û epirsin le halî

Ne xoşyan eken be qurban

Tozî rêgay badekî xoş mirûr wek Nalî

( ……Çend helbestên bijare…………)

Ji berya te nas bikim

Min tu dîtî ji berya te nas bikim

Di nava xewnên şevê de

Bendewar bûm

 

Ji berya te nas bikim

Ez li benda teliyên te yê bezok bûm

Û aşiqa ronahiya rûyê te bûm

Di çirûska çavên xemorî de

Ji hesreta dildariyê mest bûm

 

Dema min tu nas kir

Ji latekî ,tu bûyî kohekî bilind

Ji robarekî , veguherî deryayek bi pêlên har

 

Tu şevek tarî bû

Veguherî gelawêjek bi şefaq

Ji balindeyekî di rikeha hesinî de

Baskên xwe li ser şaxê dara berûmaziya

jenî

Bi fîxana awazên ji dil

lorand.

 

Ji wê çaxê ve min soz li canê xwe birî

Ez bi tenê bihna gula te bikim

Û şerbeta lîlava xwîna te binoşim

Bihnvedana min li pêsîra gulşena te be

Û çirûska çavan

Herdem ji rûdêmê te be

 

Ez û te

Du dîlê zindanekî ne

Bi tomatê hevcêwî tewanbarin

Tu dîlê rewiştî

Û ez dîla tirsê me

 

Kolanê welatê min

Bihna tirsê jê difûre

Û sikakên wê

Bi çepeliya xedrê xemilandiye

Zimanek derewçî û destên gemar

Li dora min alandî ne

Navê min jî bûye ew welat

Hela were rengê min bibihîze

Û awazên min bihûne

Ma te divê min bixwînî û pêjna min bikî

 

Ez ji dilheziyê xir ketim e

Hêviyên zuha dawerivî ne

Xewnên min di himêza şeva te de raketî ne

Awirên te ne tîrin û ez ne kevanim

 

De here looooo

Ji nav xewnên min bar ke

Hîna tu xeşîmî

Ez bi te şad nabim

Û heskirina gulhinarê

Bi bejn û temtêla te nakeve.

Kejal Ibrahîm di eşqê de:

Ezmûneya Kejal di nivîsa helbesta kurdî ya nûjen de balkêş e, bi dengê xwe yê mêşinî di nava helbestê de avjeniya peyvan li hember pêlê deryaya dagirtî ji zimrud û  yaqûtan, dewlemendiya zimanê kurdî tije dike û ber bi awazên helbestî ve dibeze.

Helbestvanek bi pergala eşqa sofiyan û bi hesteweriya gewdê xwe, ojdana mirovahiyê bi heskirina jiyanê re dike yek, xwe berdide nava cobarên deng û bi damarên xwînê re diherike.

 

Kejal ji çavkaniya helbesta kurdî di bajarê Keladizê de firşik bûye û bi jana miletê xwe sojîye, ezmûneya helbestî bi êş û azara netewa xwe re hatiye stirhan, ji ber vê çendê bandora hestên xwe di nava siyasetê û civakê re şêlandîye, dîroka azara mirovahiyê bi serpêhatiya dîroka kurdî ve girêda ye.

Her weha wê kariye sînorên girêbest kirî û qalibên helbestî bişkîn e û ber bi derbirînên azad ve hilkiş e, ew jî ketiye rêze helbestvanên mîna : Ferîd Zamdar, Refîq Hilmî, Ebdulah Pêşew û Letîf Hilmet.

em dikarin bêjin ku ji yek nifşî û yek ramangêriyê dinoşin û zincîrek hevgirtî di afrêneriyê de bi girêdana eşqê re, ji du rexan ve bi gewde bûye , hem giyanî û hem jê canî , bûne parçeyek xoşeweistî, mijara balkêş di ezmûneya wê de ew e ku taybetmendiya kesayeta kurdî parastî ye, bi hemû organên jîn û jiyanê. Derbirînên tesewifê bi zimanê xwe yê hevgirtî û tabloyên tije wane teraş kiriye û xwe berdaye nava cîhana karîger, ango ji rista dengbêjiyê xwe gihandiye stûna vegotinê û hevsengiya di navbera derûn û giyan de.

 

Ez keça cotarekî tî me

Zemîna te dikim tîrêj

Jiyana te dikim dar û ber

Gula te dikim xemil

Eşqa te dikim heyv

Û zerdavê dikim tîrêja roja nûhilatî

 

Bi ewrekî sor, tabloya jiyana azad nîgar dikim

Bi dilên we yên tî û kizirî

Bi çipikên baranê

Xemla welatê xwe rengîn dikim

Di bin siha bejna te de

Lêvên te bi gulhinaran

Xêzên zirav lê dik’şînim

 

Bi neqşên  destê xwe

Mija birînên te, dikim teraşa tabloya xemgîn

Sitêra te ronî dikim

Darîstana te bi keskerengî divejîn im

Û biskên rojê li hev dihûnim

 

Ma tu bi sawîra dilê min

Di giyanê westayî de venahesî

Zeviyek nema min nebezand

û karwanek nema min xewnên xwe ne spartin ê

Dawî li perava sawîrên te rawestiyam

û li te êwirîm.

Kejal di helbesta pexşanî de:

Kejal yekek ji helbestvanên girêdayî rista helbesta modern e,  amûreyên nûjeniyê ji hêla hunerî ve bi rêk û pêk û bi zîrekî derbasî nava wê bû ye, di piraniya helbestên xwe de wekî miroveka rastgo û rasteqîne der dikeve pêş, hemû arîşeyên siyasî û civakî bi şêweyekî vekirî û bi zimanekî xwerû , mîna amojgariyan ji banî bilind rijandine ser zemîna têr pirs û pirsgirêk, ji ber vê zîrekiya Kejal em dikarin bêjin ku ew di vê mijarê de bûye pêşenga helbesta pexşan, heme heme ew di ristina helbesta pexşanî de xwe  dighîne  rêza Cibran Xelîl, Edonîs, pol Şaol û Selîm Berekat.

 

Ji wê roja min tu nas kirî

Tu bûye pênûsa helbesta min

Her ku dinivîsim

Peyvên behitî û gotinên serberedayî

Mîna gula çilmisî  bê bihn û tihin in.

 

Çima tu nabe fenera şeva min

Agirê tariya odeya min na teyisîn e

Ne hele

Ne soje

Bibe xunçeya lêvên min

Û êksîra ser dilê xembar

 

Ez ê te bikim peykerekî ber biçav

Bi awirên xatirxwestinê

Te bi bîra xwe bîn im

Şapikê ser milê te, bikim hêviya dilê kizirî

Û bi bihna te xilmaş bibim.

 

Dema tu hatî

bi ser cendekê min de bibe xunafek qerimî

Teliyên xwe di kefa destê min de bisûje

 

Pilotên te min nasojin

Û pirsên te dibin bersiva gulîlkên canê westayî

Sawîrên min bidarvekirinê ve ne hingêv e

Û bi werîsê hêviyan min nexeniqin e.

Di mijara peydakirina bextewrî  û şadeweriyê de

Dema em berê xwe didin her belbestekî ji helbestên Kejal, bihna heskirin û bexteweriyê li difna mirov dixe, ango xwênerê xwe dibe şahiyekî, yan li ber deryê peristgehekî, yan di karnevalekî de digerîn e, bi zîrekiya bijartina peyvên xwerû,  mirov dixe geşt û geştiyaran , bi nîgarkirina dîmenên ciwan û xweşikbûna hizrê bexteweriyê  mirov dixe nava sawîrên bi eşq û xeyalên berfereh. Ji ber hindê  mirov ne bi vîn û hemdê xwe dikeve deryaya çavên bi mereq û bi xweşikbûna xwezaya Kurdistanê dihese, her weha ji bo naskirina dîmenê jina kurd û ciwaniya temtêla wê, awirê çavan bi cirûska ronahiyê re pêşwaziya helbesta nûhatî dike, bi wateya ku helbestvan Kejal kariye tabloya xwe ya bi ser û ber, welatê xwe Kurdistan bi heskirin û eşqê bixemilîne û jiyana hêmen di navbera xelkên wê de bike mînaka bextewerî û şademeniyê.

Kejal û evrabûn

Ezmûneya helbestvan Kejal bûye mînak di peydakirina alavên nû yên girêdayî hest û nestên mirovan , ta radeya ku di helbestên xwe de kariye rexê wijdanî û sembolîk bighîne asta evrabûnê,  di vê derbarê de hevsengiya pêşkeftî di helbesta kurdî û farisî de derdikeve pêş, enceq em dikarin bêjin ku helbestvan Kejal kariye  şêwazê romantik a kilasîk derbas bike û amûreyên nuh di rista xwe de peyda bike, di dawî de em dikarin bêjin ku Helbestvan kariye xwe berde nava damar û hestê mirovan, wekî nêçîrvaneka jêhatî ji binê deryayên kûr çûye nêçîra dir û yaqûtan û pêşbelîka li ser eniya mirovahiyê kiriye xelat û diyarî.

Melevan Resûl

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *