Muhsin Özdemir – Çîroka Sînemê

ÇÎROKA SÎNEMÊ
Min dixwest serboriya çîroka Sînemê fam bikim. Tevî ku ji zaroktiya xwe ve min guhdariya strana-payîzoka Sînemê kiriye jî, min peyam û çîroka wê ji binî ve nedizanî. Min xwest ji devê mirovekî ku ew jî bi qasî min hez ji vê payîzokê dike bibihîsim û tevnekê jê re deynim ku bibe roman, efsane û wekî tomarkirî ji kelepûra kurdî re bimîne. Lê ewqasî derfet û wext û cihwarê min nebû wisa berfereh binivîsim. Min jî guhdarî birayê xwe kir wexta ku strand, tomar kir û kurteya vê serboriyê, efsaneyê nivîsand, .Mesela ”çîroka sînemê”, meseleya zelamekî mela ye. Hevjîna wî heye û navê wê jî Sinem e. Her wiha dosteke Mela jî bi dilo can heye. Gelekî baweriya xwe bi vî dostî tîne. Wê demê Sînem jî, ji wî ducanî yê. Ducaniya wê bi qasî du mehan derbaz bûye. Haya Mela ji vê ducaniya hevjîna wî tuneye.
 Dem hatiye ku Mela here Hecê. Dixwaze here û maliya xwe jî teslîmî ciheke pêbawer û ewle bike. Ji dostê xwe pê ve ewlehiyê bi keseke din nake. Ji dostê xwe re dibêje: Li mala min be, hemû mala min bi xema te ve ye, emanetê te û xwedê ye. Hevjîna xwe û mala xwe teslîmî dostê xwe dike û berê xwe dide rêya Xwedê û ber bi Hecê ve birê dikeve.
 Wê demê rêwitî pir zehmet bû. Rê tenk bûn. Wek niha ne erebe hebûn ne jî rê robarên aram. Ji kengê ve ev mesele qewimiyê jî nayê zanîn. Dibêjin ji mêjve ye. Gel dibêje hezar sal jî tê heye ku ev çîrok û strana wê tê gotin. Em dîsa werin ser mijara Mela ku di riya Hecê de ye. Mela diçe hecê. Heyanî heft salan tu kes agahiyekî ji Melê nagire.  Sînema hevjîna Melê jî bi dostê Melê yê herî baş re li malê dimîne. Demek li ser re derbaz dibe. Dilê dostê Melê li Sinemê xera dibe. Gelekî li dora Sînemê re diçe û tê da ku dest xwe ve bîne. Bi tu awayî Sînem nayê xapandin. Dilê wê tenê li ser hevjînê wê heye. Ji hesreta wî dike bimire. Carina xweşuştinêjî jibîr dike. Tu kesî nedîtiye ku piştî çûyîna Melayî Sînemê çavê xwe kil dabe. Sînem bi bar bû ango ducanî bû. Xwedê kurek  dayê. Heman wek birayê xwe yê din bû. Te diqot qey Mela bixwe ye.
Bûbû şeş salî, qet bavê xwe nedîtibû.
 Dostê melê, bela xwe ji Sinemê berneda. Dibîne ku Sînem xwedî şeref e li zora wî diçe.Dema ku nikarî Sînemê ji rê derxe, dest bi fen û fîtan kir. Ji Sînemê re got: Ez ê tişteke wisa bînim serê te tu pê bibeicî û tu caran negihêjî Melê. Heta dinya heye tu pê bihetikî.
 Li gor dibêjin heft sal derbaz bûn . Rojek ji rojan agahî hat ku Mela ji Hecê vedigere û hatiyê ciheke nêzîk. Dosto ji berî herkesî baz dide da ku xwe bigihînê Melayî. Her wiha hemû gundî jî diçin pêşwaziya Mela. Dosto, dema ku gihişt cem Mela yekser xwe avêt destê Mela û ramusand û danî ser serê xwe. Mela jî ji vê pêşwaziya wî keyfxweş bû ku ji berî hemû kesî hatîye. Piştî lihevpirsinê, Mela li dostê xwe nihêrî û pirsî: Ey dostê hêja ka bêje rewşa maliya çawa ye? Sînem çawa ye?
 Li hember vê pirsê dostê mela mîna ku pir qehirî be, ji ser û çavê wî hizn û nearamî dihat xwendin. Hinekî bêdeng ma. Serê xwe berda ber xwe û li erda pêşiya xwe temaşe kir, carina jî serê xwe dihejand. Mela îca bi giştî kete nav mereqê, hew xwe girt û dubare jê pirsî: Bêje dosto! çima tu bersiva min nadî?
Dosto serê xwe rakir û li Melayî nihêrî û devê xwe vekir û got:
Xwezî te ev pirs ji min nekiriba! Lê, em ji evda veşêrin, ma emê ê ji xwedê jî veşêrin? Heke tu rastiyê bivî; piştî ku tu çûyî, Sînemê tu heya ji me re nehişt. Ji xwe kureke wê jî he xwedê dizane ji kê ye? Ma ji vê pêştir ez ê çi bêjim. Ji xwe tiştê ku gel dibêje bê hed û bê hesab e.
 Mela tu caran şik ji dostê xwe nebiribû, digel ku dizanî jî Sînem gelek ji wî hez dike, tev ji bîra wî çûbûn. Dinya li ber çavê wî reş bibû. Bêyî ku sebir bike ku hê nû ji mala xwedê vegeriyabû û tobedar bû, gişt ji bîra wî çûn. Tenê yek hestî serê wî dagir kiribû, ew jî ev bû ku zû xwe bigihînê Sînemê û wê bikuje.
 Dosto xwe keys kir pêşiya Melayî bigire. Bere bere jî digot:
Seyda ez li bextê te, tu sebrê bikişînî. Bela xwe jê veke, jixwe   xwedê bela xwe lê daye. Mela qet guhdarî dosto nekir û berê xwe da malê da ku zû xwe bigihîne Sînemê.  Dema ku hate malê, Sînem li benda wî bû. Ne bi dilekî bi heft dila bêriya wî kiribû. Mela bêyî ku pirsekî, sualekî jê bike hinekî lê nihêrî û destê xwe avêt pişt xwe û xencera xwe ji kalanê deranî, di destê xwe de şidand. Çend gotinê bêrêzî jî jibîr nekirin û li ser Sînemê de barandin. Jixwe qal nekir ku bê ev zarok çi ye jî. Sînemê her çiqas xwest tiştekê bêje jî lê Mela li wê guhdar nekir û xencera di destê xwe de ragirtî li nav peresuyê Sînemê de daçikand. Nîvê ruh ji sînemê çû. Derbe, derbeya mirinê bû. Lê ruh li ser Sînemê ma bû, bi çend hevokan be jî hin peyvên wê di bin sekerata mirinê de dihatin fêhm kirin:
 -Mela hey mal nexirap, ma tu nizanî ez xiyanetê li te nakim. Ma tu nizanî dema ku tu nebî ez çavê xwe jî kil nakim. Hey tu bawer nakî, here li her du kurê xwe binêre, wek şitla heman tayê ne, dema ku tu li vir bûyî ez ducaniyê du mehî bûm, lê tu bêyî ku guhdarî min bikî te ez guştim. Gotina dawiyê çi bû di devê wê de ma û ruh jê çû.
 Piştî mirina Sînemê, Mela nû têgişt ku Sînem bê guneh e. Pak e.
Lê, Sînem êdî nema bû. Ji wê demê şûnde Mela li ser hişê xwe diçe. Ji derd û êşa Sînemê li çol û çiyan dikeve. Her çi gulekî dibîne dişîbîne Sînemê. Di nav ew qas giya û kulîlkên çolê de herî dawî li ser giyayekî dil dibarîne ku li gor wî dibê qey Sînem bi xwe ye. Dibêje ev giyayê hanê wek Sînema min xweşik e û delal e. Mela li vî giyayî dinêre. Kulîlkên zer pêve vebûne. Di xeyalên wî de ev giya, Sînem bi xwe ye. Mîna ku Sînemê li pêş berî xwe bibine distirê û rondikan dibarîne. Ew qas dilşewat dibêjê heyanî recfînek di giya de çêdibin. Giya dilerize, dihejê û kulîlkên wê diweşin.
 Ji wê rojê vir ve ji vî giyayî re dibêjin giya Sînem an giya Sînemok. Loran û stranên ku Melayî li ser Sînemê gotine hayanî îro jî tên gotin. Hin hûnanê strana Mela jî ev in ku bi stranî tê gotin.
Ay lê sînem , dilber ezê çendîn li diyayê digeriyam Min dinya temaşe kir, kes ngot Sînem tawiye û nexweş e  ay lê Sînem ……hay hay… Kesî negot Sînem tawiye û nexweş e
Ez ê herim cem hotsa û ta necara
Bibirin teviyan kêlan û ferş e
Ez ê herim ser meqberê û Tewsîh bikim ser mişk û mara wayy
Xwedêkî hûn xirab nekin wan belekê Sînemê Wan belekê reş e dilber hay hay Wey de rabe Sînem tu birîndar î hayê Wey bavo derman peyda nabin
Ay lê Sînem durr û yaqût e li behrê de
Ay dilberam Sînem hayê…
Ay dilbera min durr û yaqût e li behrê de Xwezîka ji mîrê miradê Xwedê re
Ez bûbûma xewsekî vayê ji heft behrana
Min ê xwe berdabiya li dewsê de û
Destek yê min mirada û destek yê min û Sînema min bigahata mirad û meqseda
Û hey de rabe feleka mala xwelik şewitî Dewranik lê da ay haay de rabe Sînem
Tu birîndarî wey bava derba birîna te peyda nabe
Ay Sînem derdiket û dinava hewşê vedişewişî Ay dilberam Sînem ay ..
Ay Sînema min derdiket nava hewşê vedişewişî
Û qerepoşî li ser serê Sînema min diherişî
Ay lê Sînem ez çi bikim tu birîndarî û nexweşî Wileh cerg û mêlakê Sînema min diherişî Sînem ay a ay Ay de rabe Sînem tu birîndarî û Wey lo bavo dermanê te peyda nabe
 Ay lê Sînem ez ê çûme Cizîra Bohtan û Bajarekî li min temam e.
Welleh jê derdikevin sê sed û şêst û şeş îmam e
Emanetê min li ser mişk û mara be û
Hûn ê xira nekin wan belekên Sînemê û Neqebeyna reş birhan e
Ay de rabe Sînem tu birîndar î
Wey bavo derman peyda nabe lê.
    Muhsîn Ozdemîr

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *