Muhsin Özdemir – Rewendîya Li Bin Stara Çiyayê Helgurdê

Rewendîya LiBin Stara Çiyayê Helgurdê

Dibe ku hin kes nizanibin rewend û rewendî çi ye. Rewend ango koçer, rewendî jî koçerî ye. Rewend ji rewanê tê, rewan jî herikane, ji tevgera herikînê tê. Li hinek herêmên welatê me ev bêje bi vî hawî tê bikaranîn. Wateyê cihê jî yên vê bêjeyê hene. Ji ber ku ne mijara gotinêye, em jê derbaz dibin. Emê werin ser mijara xwe ya sereke.

Kesek nizane ev bû çend sal, ji dûr nêzîk ve rewend têne vê deverê. Her wiha di gel ewqasî şer û pevçûnên li vê herêmê de qewimîn jî, rewendan çima ev dever ji xwe re kirine warê destjêneger mijara lêpirsîn û lêgerinê ye. Li gor zagonên jiyanê, her candar xwe ji cihê xeternak dûr dihêle. Digel vê rastiyê jî rewendên vê herêmê her demsalên havînê bi mal û maliyên xwe û bi sewalên xwe ve berê karwanê rewendiyê didin çar dewrûberê çiyayê Helgurd û zincîrebaskên vî çiyayî. Ev çiya û baskên wî zozanên bêhempa ne. Rexek vî çiyayî dikeve nav sînorê komara Îranê. Ji aliyê rojhilatê ve heyanî Bajarokê Hacîmeran e. Baskên ji vê deverê dibin heyanî seranserê sînorê Îraq û Îranê hatine mîn(mayin) kirin. Di serdemê şerê Îran û Îraqê de, gelek cihê din jî bi mihaneya ewlekariyê hatine

1

mayin kirin. Ev dever jî pirranî zozan û terazin in ango cihê çêrandina pezî ne. Tişta xerîb û ecêp; zozanên rewendan jî li her du aliyê sînor in. Ji neçarî ji bo pezê xwe biçêrînin ji dizîka ve sînoran derbaz dikin. Zozanên bav û kalên wan navbeyna dewletan de hatine dabeş kirin. Rewendên ku tên, ji bilî heşîmeta çiya û hezkirina wan bi vî çiyayî re tu parastina wan nine. Evîna wan a qayîm mezintirîn hêza wan e. Ev evîndarî û jênegerî ji kû ve tê gelo? Nizanim evîna ji bo axa bav û kalan e, evîna xemrevîniya dîmenên heybetmend in. ? Ji min re bo nesîp ku li ser vê xakê evîndarê vê xakê bibînim. Min çi dît?

Min dît ku ev cihên weke bihiştê,
Bi têlên badayî ji hev veqetandine. Xwedîyên vê xakê mirina xwe,
Dane ber çavên xwe terka wê nekirine. Car heye birrên pezî,
Li mayînên, hatîne daçikandin qelibîne; Serê pezî li aliyekê têlan,
Ling û dûv li aliyeke din veketine,
Ûr û rûvî û hiriya pezî,

Li têlan ve zeliqîne.
Rewend ên neçar ji dûr ve,
Bi dengê mayinan veciniqîne,
Bi lez û bez bezîne, daku,
Kelaşê sewalê xwe bibîne,
Lê mixabin hê negihiştîn kelaşê pezî Di nav toz û xumama,
Teqîna mayîneke din de
Hemû endamên laşê wî,
Ango guşt û hestiyên wî
Li çar dewrûber,
Belav bûyî û veketîne.

Carna zarok, carna jin û mêr. . . Dibe ku bi salan wisa boriye. Pirrî caran pezê xwe ji bo şevînê derbazî aliyê Îranê kirine. Keriyên pezê xwe li ser axa xwe ya dabeşkirî bi dizî çêrandine. Ev ji bo wan mezintirîn çalekî bû. Kesî dîtiye mirov mêrgên li zozanê bav û kalên

2

xwe biçêrîne bibe çalekiya herî mezin di jiyana mirovî de. Min bi cavê xwe dît, bi guhê xwe bihîst gelek rastiyên rewendan. Rewendên ji Kaniya Xwedê û Çîxederê heyanî Helgurd ; ji wir bigire hetanî Berbizina, Berdeboyê, Kêleşînê, Kaniya Xomaro Kanîgermiyan û Nazdarêdaxê. Ev çiya her tim bûne piştivanê rewendan. Çawa ku zarokek terka dayîka xwe neke, wan jî dest ji van Çiya bernedane û bûne xwepêgirên van deveran.

Tenê di demsala zivistanê de rewendan nikarinê werin bin stara çiyê de bijîn. Çiyayê Helgurd û yên mîna wî di vî werzê salê de ji bilî xwe rêya jiyanê nadin tişteke din. Bi ba û bahoz û berfa spî re rû bi rû dimîne. Car heye, di bin tîrêjên rojê de, xemla wê ya spî dibiriqe. Lê bipirranî li bin ewrên tîr û spî de winda dibe. Tu dibêjî qey xwedavendê li nav ewran e. Di vê demsalê de baran lê nabare. Berf jê kêm nabe, berfa ku dibare jî zû bi zû nahelê. Çika avê jî
jê naherike di werza zivistanê de. Jixwe pêdiviya zêde ji bo avê tuneye. Ev çiya hesapkar e; hesabê mêvanên xwe î bihar û havîn û payîzê dike, ango rewendan. Hesabê hemû giya û candarên lê dibin mêvan dike. Her wiha di vê demsalê de ne dost û ne jî neyar dikare lê bibe mêvan. Dema ku kirasê xwe î keskê biharîn lixwe dike destjênegerê wî pirr dibin. Yek jê deshilatar in; ji bo ku rêxistinên berxwedêr yên welêt van çiyan ji xwe re nekin piştek, her cûre destêwerdanan dikin; mayina datînin, rêbirriyê dikin, k emînan vedidin…

Ya din jî evîndarên rasteqîn yên vî welatî ne. Ew jî rewend in. Ji aliyê Îraqê ve Herkî, Balek û Mam Sar yên baskê hoza (eşîret) Sûrçiyan têne vê deverê. Payîzê jî vedigerin ser zivistangehên xwe, ango germiyanê. Demê bihar tê dîsan berê xwe didin bin tara çiyayê Helgurd û zincîreşaxên wî. Her binemalek li pesareke van şaxan kon vedidin û li kar û bar î xwe mijûl dibin. Ji ber ku li nêzîkî sînor in û her du aliyê sînor de tev digerin ji her du aliyan de jî tuşî (rû bi rûyê) pirsgirêkan tên. Carna têne kuştin, carina sewalên wan derbeder dibin, carina jî, ji bo ku hevrikên xwe razî bikin dikevin bin bare giran yên madî de jî. Ji aliyekî ve dostê herkesêî ne, ji aliyekî din ve ne dostê kesekî ne jî.

3

Her çiqasî zor û zehmetî û zextên dewrûber li ser wan de hebin jî dildar û dilbestiyên azadiya xwe ne jî. Azadiya wan hespek, konek û zozanek e. Herî zêde zozanên bin tara çiyê û serê çiyê. Tar tê wateya tacê. Azadiya li bin taca çiya. Sersedemê şer û pevçûnê li herêmêde qewimîn û diqewimin, hezaran mirov ji welatê xwe der ketin û dûr ketin. Li welatên xelkê bûn penaber û careke din li welatê xwe venegeriyan. Lê digel hemû şert û mercên giran jî rewendan berê xwe nedane welatên biyanî. Haya wan ji televizyon û radio û setelaytên cihanê tuneye. Kêm mirov ji wan dizanin bixwînin.

Min ji çend mirovan pirsiyar kir ku çima ew jî naçin derveyî welêt. Çi bersiv dabin baş e! Digotin televizyona me tuneye. Xwiya bû ku nedixwestin mirovên wan li televizyonan temaşe bikin û meyla wan li ser welatê xelkê çê bibe. Digel vê hizrê jî baweriya xwe bi Netewên Yekgirtî jî dianîn ku rojekê dê pirsgirêkê wan çareser bike. Ji siyaseta wan jî fam nedikirin.

Rojekê buyereke balkêş qewimî; Mam Îşo hebû, lingeke wî ji teqîna mayinêde çûbû, hatibû birrîn. Di heman malbatê de sê kesan bi mayinan jiyana xwe jidest dabûn. Rojek ji rojên xwedê Netewên Yekgirtî bi hawara wan ve nehati bû. Her çiqas jî sazmanên navneteweyî li herêmê bin jî kuştina mirovan ne li xema wan de bû. Rojek ji rojan se î mam Îşo li ber mayinê ket û lingeke seyî firand. Bi çi hawî be nayê zanîn ku sazmanên navnetewî zû bi vê buyerê dihesin. Demildest li rêya zoma mam Îşo dipirsin ku zû bihawara se î mam Îşo ve werin. Dibe ku zoma mam Îşo jî binasin, lê li gelek cihan pirs dikirin daku meraqa mirovan li ser vê eleqederbûnê zêde bibe. Serencam erebeyên sazmanê neteweyên yekgirtî xwe gihandin cem konê mam Îşo. Xelkê zomên dewrûber jî bi meraq û kelecan li pêşberî konê mam Îşo kom bûn, daku bizanin ev çi kêşe (pirsgirêk) ye.

Xelkê zomê hemuyan dît ku mirovên hatîn, ji bo se î mam Îşo hatine. Bi her du çavên xwe jî dîtin se î lingjêbûyî derman kirin.

Êdî rojeva mam Îşo xwiya bûbû; digot “binihêrin se î me jî derman dikin”. Lê kesekî bîr nebir ku bêje: ”demê lingê te firiyayî, ew sazman li kû bûn”. Ev bûyer min jî bihîst. Ez jî li mam Îşo bûm mêvan. Me dirêj dirêj axivî. Bi taybetî li ser mayinan û paqijkirina

4

wan ji aliyê sazmanên navneteweyî ve. Dema ku qala van tiştina hat kirin, mam Îşo çi bersiv da be baş e?

Ji min re got;

Kake can
Ev tixûbên ku tijene ji mayin Her salewext çendîn didin Giyan û xwîn
Dîsan dibên bila,
Pak be ev xak î min
Ev çiya paqiş nabin bêyî min Dedektor suda xwe nine
Qet wekî min
Ger ez bimirim jî
Bo min rûmete
Li ser xaka min

Jİyana rewendan tenê kuştin û mayin nebû. Li ser wan zozanên bê serûbinî û xemilandiye bi dîmenên bihuştîn, rê nade ku mirov jiyanê wergerîne bi şîn û giryanê.

Mînakek ji van dîmenan wê ne bes be gelo? Bes ne be jî, bila du mînak bin!

Dem havîne; belekê berfê li berpalê Helgurd spî dikin. Dolên jêrîn de mişe-mişa herkîna avê ye, av ji qontara çiyê, ji kevîyê berfê derdikeve. Av ber bi jêr ve diherike. Bi dehan cihukên avê bi vî awayî diherikin, dibin sûlav. Li binê çiyê de digihêjin hev û dibin çem û rubar.

Rewend pezê xwe li berpalên çiyê de diçêrînin. Li ser cihukên avê yên li bin belekê berfê dertên jî av didin. Li cihna kare -kara berxikan e, li cihnan jî dengê payîzokên bêrîvana ne. Balkêştirîn dîmen jî; berfîn û kulîlkên mêrgên nêzîkî belekê berfê ne, ku mêşên hingivî liser wan dikin vize-viz û dû re li ser kulîlkan datînin. Li bilindahiya çiya berf e, hunik e, tijene ji kanîsarkên zozana. Bayê sar rûyê mirovî dialîse; heft xwezî bi wî kesî be demekê li van deveran

5

bimîne. Birrek bêrîvan ji zozanên jorîn dadiketin, hespên wan ji şîr barkirî bû û ber bi zoman ve dihatin. Hin jê keç, hin jî jin û zarok bûn. Di nav wan de jineke navsere hebû. Li kerê siwar bûbû, barê kerê wê jî şîr bû. Zaroka xwe pêçandibû li nav tûrikê xwe danî bû. Tûrik jî li pişta xwe ve girê da bû. Li bin kemika(laçek) ku li sere wê pêçayî de keziyên wê dahela bûn û li ber bayê dihejiyan. Bi kêf teşiya xwe jî dirêsand. Dengê stran û payîzokên wê yên zirav û dilevîn jî li zinarên nêzîk diket û deng vedida.

Demê min ev dîmen dît, bi kamerayê min wêneyeke vê pîrejinê kişand. Demek şunde min bihîst ku vê pîrejinê ne bi tenê, ne jî bi kesekî din re wêne ne kişandine. Min ev wêne kişand. Lê mixabin min nedikarî vî wêneyî herheyî bihêlim. Tew piştre fêr bûm ku min wêneyê bextewariyê kişandiye.

Muhsin Özdemir

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *