Muqades Agirî – Dîroknas û helbestvana kurd Mestûre Erdalan

DÎROKNAS Û HELBESTVANA KURD MESTÛRE ERDELAN

Di gelek civakan de, di gelek qadên jiyanê yên zanistî de, her çiqasî  pêşî li ber pêşketina jinê hatibe girtin jî, dîrok nîşanî me dide ku, jin ku xwedî derfet bin çiqas hûnerên bedew  derdixin holê.

Wekî her qadên zanistî, di wêjeyê de jî jin, bi pênûsa xwe, wekî deryayekî diherikin li ser rûpelan.  Meriv dikare bibêje ku jin, hestên xwe yên kûr û hêstên xwe yên nazenîn dikin yek û hûnerên nemir li pey xwe dihêlin.

Yek ji van jinên jêhatî, serketî û bi bandor Mestûre Erdelan e ku, hem dîroknas,  hem jî helbestvaneke gewre ye ku, di nav Edebiyata Klasîk a Kurdî de cihê xwe girtiye.

Mestûre Erdelan (1805-1847)

Mah Şeref Xanima Kurdistanî ango Mestûre Erdelan, helbestvan, nivîskar û  dîroknasa Kurd e.

Di sala 1805an (li gor hin lêkolîneran di sala 1804an) de li bajarê Sine jidayik bûye.

Bavê wê Ebûl Hesen Beg ji malbata Qadirî bû. Malbata Qadirî li mîrgeha Erdelanê malbatek xuyanî û ronakbîr bû ku, bi huner, zanist û dîrokê ve eleqedar dibûn. Bapîrê wê rêveberê xezînê (darayî) yê mîrektiya Erdelanê bû.

Dêya wê ji malbata wezîrên bajarê Sine’yê bû. Ango Mestûre Xanim ji malbateke desthilatdar bû.

Mestûre Erdelan, zimanê Kurdî, Farsî û Erebî ligel bavê xwe Ebu El Hesen Begê Qadirî dielime.

Hê di zarokatiya xwe de, eleqeya wê ya ji bo xwendin û nivîsandinê hebû. Piştî ku digihîje temenê salên perwerdehiyê bi piştgiriya bavê xwe, dest bi xwendinê dike. Lewra di wê serdemê de xwendin ji bo jinan ne tiştekî hêsan bû û ne jî pêwîst bû.

Lê ji ber bavê wê mirovekî zane bû keça xwe dide xwendin.

Mestûre, di pêvajoya jiyana xwe ya perwerdê de pir zîrek bû. Zimanên Farsî û Erebî jî gelek baş dizanibû.

 

 

 

HELBESTÊN XWE BI ZIMANÊ KURDÎ Û FARSÎ NIVÎSANDIYE

Mestûre Xanimê, piraniya helbestên xwe bi  zaraveyê Kurdî ya Goranî nivîsandine. Her wiha bi zimanê Farisî û zaraveyê Soranî jî helbestên wê hene.

Tê gotin ku gelek helbestên xwe jî, bi zaravayê Kurmancî nivîsîne,  lê mixabin helbestên wê yên bi zaravayên Kurmancî heya roja me ya îro nehatine.

DI ROJHILATA NAVÎN DE WEKE DÎROKNASA EWIL  A JIN TÊ ZANÎN

Mah Şeref Xanim, helbestvaneke gelek baş û dîroknaseke navdar bû.

Ew di Rojhilata Navîn de weke dîroknasa ewil a jin tê zanîn.

Bi  taybetmendiyên xwe, bala zanyarên biyanî jî dikişîne.

Ji ber kesayeta xwe ya zana, gelek helbestvan û nivîskaran di berhemên xwe de qala wê jina bi nav û deng kirine. Ew ji hêla helbestvanên navdar ên mîna Mewlewî ve hate hezkirin û pesnê wê hat dayîn. Nav û berhemên Mestûre Xanimê di nav Edebiyata Kurdî ya Klasîk de cih digire.

Her wiha gelek nivîskar û helbestvan ji vê jina zana, îlham girtine.

BERHEMÊN MESTÛRE ERDELAN

Baweriya îslamê û Rîsaleya ’Îbadetê. (Bi Farsî)

Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) – Farsî û Kurdî

Mêjûy Erdelan (Khronika Doma Ardalan: Ta’rikh-i Ardalan/ Dîroka Erdelanê bi zimanê Farsî hatiye nivîsîn.

Dîwana helbestên wê, “Dîwanî Mah Şeref Xanima Kurdistanî”cara yekem ji aliyê Hecî Şêx Yehya Marifetiyê Kurdistanî, berpirsê dîwana Mearifa Kurdistanê ya wê demê, sala 1925an li Tehranê hatiye weşandinê, nêzîkî du hezar malikên helbestan hildigire.

Mestûre Erdelan,  digel helbestvaniyê, wek dîroknivîsekî jî pirtûkek bi navê “Dîroka Erdelan” jî nivîsiye. Ev berhem di sala 1946an de li Sine ji aliyê zanyarê Kurd, Nasir Xanê Azadpûr ve bi farisî hatiye amadekirin û weşandin.

Her wiha Hejar Mukriyanî, xebat wergerandiye ser Kurdiya Soranî. Lê ew bi xebata Mah Şeref Xanimê tenê nemaye, hin xebatên li ser Mîrektiya Erdelanê jî kiriye nav vê xebatê.

Pirtûka Mestûreyê ya bi navê “Dîroka Erdelan” li Moskowayê di sala 1990’an de bi zimanê Rusî tê çap kirin.

Mah Şeref Xanimê, her wiha pîrtûkek olî jî, amade kiriye di derbarê “Şerîeta îslamê” de. Pirtûkên wê nîşaneya lêhûrbûn û lêkûrbûna wê ya di derbarê ol û dîrokê de dide nîşandan. Wê bi xwe “12 ilm qedandiye”. Pirtûkê olî bi zimanê Erebî xwendiye.

Li gorî hin çavkaniyan dîwana helbestên Mestûre ji 20 hezar beytî pêk tên.

Lê belê, dîwana wê ya helbestan, ji ber jiyana wê ya koçberî, zehmetî û qeyranên nav mîrektiya Erdelan winda bûye.

Hevjînê Mestûre Erdelan Xesrew Xanê Erdelan, dadgerê wê derê bûye û bi mirina wî re mîrtiya Erdelan dikeve destê Qaçar an. Bi êrîşên serweriya Qaçaran ên di sedsala 19.an de ya bi ser mîrtiya Erdelan, Mestûre tevî malbata xwe neçar dimînin ku, koçî Silêmanî bikin û ligel mîrtiya Baban bi cih dibin.

Tê gotin ku Mestûre Erdelan, di vê pêvajoya koçkirinê de bi gelek zehmetiyan re rûberû dimîne.

Lawê wê Riza Qolî Xan ku xelefê bavê xwe Xesrew Xanê Erdelanî bû, tê girtin û wî davêjin zindanê.

Mestûre  di pirtûka xwe de, wiha qala jiyana xwe dike: “Ez a bêqîmet û hejar ya navê wê Mestûre -ku ez keça Ewlesen Begê û neviya Xwedê jê razî Heme Axayê Kurdistanî me- ji ber ku bavê min gelek hez ji xwendinê dikir û ez jî keça wî ya yekêm bûm, gelek hez ji min kir, ez dam xwendinê. Min gelek xwe dabû kitêban, hemî cûre kitêb dixwendin, di nav wan de min gelek ji dîrokê hez dikir.”

MIJAR Û ŞÊWAZA HELBESTÊN WÊ

Mah Şeref Xanim,  di nivîsên xwe de  zimanê sade bikartîne.  Meriv di rêzikên helbestên wê de dewlemendiyeke  bêhempa  dibîne.

Îro, mîna saqî! ji çîmenan re demsal payîz e
Meyê bide, nefikire bê meh remezan e
Li şîretên şêxî nefikire û ji dest re,
Ne çerxiyek û du û sê, ev fitwa min ji pîrê magan e

Wekî mijar ji dema ku tê de ye bi gazince. Di helbestên xwe de, qala hesretiya bajarê xwe Sine’yê  dike.

 

Çima ev çerxa felekê, zulmêm dike ew gelekê

Dilê mine nazik xweşik, kun kirî wek elekê

 

Çavê min kir kanîya xûnê, poşman kirim ji hebûnê

Gelo çima min çi kirî, dilkê mi bû wek êtûnê

 

Herdem ji çavên min dizê, sed çem û sed sîrwan û zê

Ew derdê min dîtî bibêj, ka kê dîtîye kû û kê?

 

Jiyana xwe û kevneşopiya gelê xwe, bi awayekî vekirî di misrayên xwe de rêz dike.

Mah Şeref Xanim, bi girêdayiyê gelê xwe û axa xwe bûye.

 

Yek ji mijarên helbestên wê jî evîn e.

Tê gotin ku, bi hevjînê xwe Xesrew Xan re gelek bextewar bûye. Zewaceke dilşad derbas kirine. Meriv di van rêzikên helbestên wê de vê hezkirina wan dibîne.

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye
ji xwe ji bilî wî min fikar tune ye
her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min
Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye
bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew
Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye

Mestûre di vê helbesta xwe da,  di derbarê jiyan û serpêhatiyên pêxember, ewliya û îmamên wekî Yehya, Îsa, Mûsa, Meryem, Yûsif, Yaqûb, Eyûb, Yehûda, Salih, Muhemed, Elî û şerê Kerbelayê û êxsîrbûna binemala Hesen û Huseyîn, jehrîdana Îmam Riza û gelek bûyer û serpêhatîyan dinivîsîne.

Yan min kirî zulmên di zor li zarokên pêxemberî

Min berda gewriya wan kuran ew camika pir zeherî

 

Min kuşt gelo zarên ‘Elî, işkad ji Zehrayê mi dil

Min kir serî hola serî, min kir dilê Ehmed bi kul

 

Ma min kot û zincîr kirî, di gerdena Secadî da

Yan newgulên mala nebî, bêtore min ber badî da

 

Min canikên peyxemberî, aware çolan da gerand

Xewa şevan jî min gelo ji çavê sêwiyan herimand

 

Gelo min jehrdayî kirî, lawên nebî min kuştine

Yan kuştina wan sêwiyan tawan û hem sûcê min e

Mestûre  Erdelan, di sala 1847’an (ku li gelek cihan de jî 1848 derbas dibe) li Silêmaniyê di 44 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Muqades Agirî

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *