Muqades Agirî – Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-2

Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-2

Di dîroka cîhanê de jin,  bi gelek zehmetiyan re rûberû mane û bi hûner, raman û îdeolojiya  xwe, serdema tê de guhertine.  Rêya mirovahiyê  li her qadî de  zelal kirine.

Di vê rêya têkoşînê de, helbet ku gelekî zehmetî kişandine. Bi zilmên malbatan re, bi zilmên welatên kapîtalîst û feodal re rûberû mane.

Lê di kesayetiya jinê de ev taybetiya heye ku, baweriya wê ji tiştekî bê, di wê oxirê de heta dawiya jiyana xwe, bi biryarî  têkoşîn dike.

Dîsa em dizanin ku di dîrokê de  nexweşiya bi navê “bêbiryarî” bi saya van jinên hêja têk çûye.

Em ê niha qala çend jinên ku piştî bi sedan tengasiyan,  serdema ku tê de bûne guhertine û bandora wan a bi ronî heta roja me hatiye bikin.

Eyşe Şan (1938-1996)

Eyşe Şan, dengê jina Kurd li dijî kevneşopiyên civaka feodal bû. Ew, di civatê de bi navên wekî Eyşe Şan, Eyşana Elî, Eyşe Xan tê nasîn. Dengbêja Kurd, li bajarê Amedê tê dinê.

Eyşe Şan, di bin bandora dengbêjan de dimîne û bi dengê xwe yê wekê aveke zelal dest bi stranbêjiyê dike.

Lê belê ev hezkirina wê ya stranbêjiyê di wan deman de wekî şerm dihate dîtin û ji ber vê yekê jî Eyşe Şan, heta dawiya jiyana xwe, têkoşînekê giran dide.

Di temenê xwe yê 20 salî de li ser daxwaza bavê xwe, ciwanê binavê Şewket Turan re dizewice. Keçek wê çêdibe. Lê belê bi hevjînê xwe re lihev nakin û dev ji hev berdidin.

Eyşe Şan, dest ji keça xwe û hemû mirovên xwe berdide û li pey dengbêjiyê, berê xwe dide bajarê Dîlokê.

Li wir demekê bi dirûna kincan ve debara xwe dike. Paşê, di radyoya Dîlokê de bi zimanê tirkî stranan dibêje û du salan vî karî didomîne.

Ji ber hesreta wê ya gotina stranên Kurdî, wê ji radyoyê derdixin.

Di sala 1963’an de berê xwe dide bajarê Stenbolê û li wir konserekê dide. Paşê jî, du kasetên bi Kurdî û Tirkî derdixe. Herî zêde jî bi strana ‘Ez Xezalim’ tê nasîn.

Emrê têkoşîna wê li Stenbolê jî kin e.  Di sala 1972’an de biryar dide ku, derkeve derveyî welat û koçî Elmanyayê dike.

Li Elmanyayê jî jiyan rûyê xwe yê bi ken nîşanî dengbêja Kurd nake. Ew, cûrbecûr zehmetiyan re rûbirû dimîne û dîsa vedigere Stenbolê.

Li Stenbolê stranbêjiya xwe berdewam dike. Lê belê ji ber ku stranan dibêje, hin endamên malbata wê gefê lê dixwin.

Ji ber vê yekê ew îjar jî berê xwe dide Iraqê û di Radyoya Bexdayê de dest bi xebatê dike.

Piştî demekê ew dîsa vedigere Tirkiyeyê û li bajarê  Îzmîrê  dijî.

Piştî jiyaneke  koçberiyê û zehmetiyê, ew ji ber nexweşiya pençeşêrê di sala 1996’an li Îzmîrê  jiyana xwe ji dest dide.

Eyşe Xanê, li pey xwe bi dengê xwe yê bi keser stranên weke Zerî heyîran, lêlê bê mal, hey wax dayê, Meyro û Koçerê ji me re yadîgar hiştiye.

Rosa Luxembûrg (1871-1919)

Aborîzan, fîlozof û  aktîvîsta  jin a  Polanyayî  Rosa Luxemburg,  bi kesayeta xwe,  bi hûnerên xwe û bi aktîvîteyên  xwe  bûye yek ji sembola tevgera jinê.

Rosa Luxembûrg,  yek ji wan kesan  e  ku, pêşniyaziya  8ê  Adarê  bibe  Roja Jinan a Cîhanê  kiriye.  Wê, hê di ciwantiya  xwe  de sosyalîzm  naskir. Di nav komên çep de cîh girt. Hê 18 salîbû ji ber nêrînên xwe yên polîtîk ew neçar ma ku koçî Swîsreyê bike.  Di sala 1889an de li Zanîngeha Zûrîhê  xwend.

Şoreşgera jin, piştî zanîngehê bi tevahî xwe da polîtîkayê û di refên pêş ên têkoşînê de cîh girt.

Ji ber nêrînên xwe yên polîtîk, di sala 1916an de dewleta Elmanya, cezayê girtîgehê lê birî. Di salên ku li girtîgehê de ma gelek gotar nivîsî. Di sala 1918an de Rosa Luxemburg ji girtîgehê derket.

Di nava demek kin de, navê wê di nava pêşengên sosyalîstan de hat dîtin û bi hevalê xwe Karl Liebknecht ve, Partiya Komunîstên Elman avakirin. Di axaftina li pêşiya girseyan de xwedî bandor bû.

Piştî raperîna Spartakus a ku bi hovane serdeçûn û dan sekinandin, 15’ê Çileya 1919’an bi destê hêzên çevîk bi hovane hat qetilkirin.

Nana Esma (1793-1864)

Dema ku meriv qala Efrîkayê dike, koletî û mêtingerî tê bêriya meriv. Welatiyên Efrîkayê, bi sedan salin ku ji erdnîgariya xwe ya dewlemend qet sûd negirtin.

Helbestvan, mamoste Nana Esma ya yek ji vê axê, sala 1793’an li Nîjerya ya dikeve Rojavayê Efrîkayê hatiye dinê.

Nana, di nava malbatek bawermendên olî digihîje. Bavê wê, Mele Osman Foûdî mamoste bû û gelek girîngî dida xwendina zarokên xwe. Di dema ku civakê cudahî dixistin navbera keç û lawan de, bavê wê bêyî cudahî zarokên xwe yên keç û xort fêrî xwendin û nivîsandinê kirin.

Hezkirina wê ya xwendinê, di nava pirtûkxaneya bavê wê de hîn zêdetir dibe.

Mamosteya jin Nana, dizanibû ku jin tenê bi perwerdeyê dikarin xwe bigihîne gelek serkeftinan û parastina xwe bikin.

Bi vê baweriyê, di serî de navenda xwendinê vekir û bi xwe perwerde da. Roj bi roj hêjmara jinên bi dilxwezî tevlî perwerdê dibûn zêdetir dibû. Piştî ku koma despêkê ya jinan perwerde kir êdî ew kom ji bo jinên dinê perwerde bikin erkdar kir. Ew jinên perwerdekirî, ji bo ti jin bê perwerde nemîne li gundan belav kir. Cihê perwerdê jî malên jinên ji hemûyan xizantirbûn.

Armanca Nanayê  jinan bigihîne astek bilind a zanebûnê ji bo ku bikarin xwe û malbata xwe birêve bibin.

Nanayê çar ziman zanibû û zimanê wê yê sereke erebî bû. Ji ber serkeftinên xwe yên nava civakê dibe şêwirmenda walî. Wê pêvajoyê jî ligel karê xwe yê reveberiya welat jî cardin giringî dida karê jinan û bi wan re mijûl dibû.

Nana Esma, ligel xebatên xwe yên civakî, di nivîsê de jî serketîbû û zêdeyî 60 pirtûk nivîsandiye. Pirtûkên wê bi zimanên cuda hatin wergerandin û li zanîngehên Rojavayiyan weke ders hatine dayîn.

Helbestên wê li Efrîkayê û li Rojhilata Navîn navdar bûne. Pergala wê ya perwerdehiyê li gelek welatan hatiye bikaranîn.

Nana, bû mînakekê  mezin ji jinên Efrîka û cîhanê re.

Marlene Dîetrîch (1901-1992)

Jina stranbêj, bi têkoşîna xwe ya li hemberî Hîtler tê zanîn.  Ew li Berlînê hate dinê. Wek stranbêja kabare dest bi kar kir û di 1920’an de li Berlînê ket endustriya fîlm û di sala 1930’an de li Holywoodê derket pêş.

Marlene, di navbera salên 1950-60’î de gelek navdar bû û bû îkonek girîng. Lîstikvaniya di fîlmê ku propagandaya Nazî yan dikir red kir, di cîhana sînemayê de pêşdarazên zayendî û nîjadperest şikandiye.

Ew, bû namzeta oskarê, li gorî lîsta Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê yek ji jinên herî girîng a 9’emîn bû.

Marlene, di sala 1992’an de jiyana xwe ji dest da. Otobiyografiya wê ya ku di 1979’an de hatî weşandin bi xwe nivîsiye.

Sylvîa Pankhurst (1882-1960)

Jina enternasyonalîst Sylvîa Pankhurst, di sala 1882’an li Îngîltereyê jidayik bûye. Ji bo têkoşîna bidestxistina mafê jinan ê dengdanê di dîrokê de navê despêkê tê hişê mirovan.

Sylvîa, li hemberî derketina nijadperestiyê heya tevlîbûna tevgerên antîfaşîst di gelek qadan de ked daye.

Sylvîa, ligel dayik û xwişka xwe Chrîstabel, di Yekîtiya Siyasi û Civakiya Jinan (WSPU) a sala 1903’an hatî avakirin de dest bi xebatê kirin. Armanca yekîtiyê ew bû ku, jin jî weke mêran di dengdanê de xwediyê mafê wekheviyê bin.

Ji bo Etiyopyaya ku ji aliyê Mussolînî hatibû dagirkirin biparêze, rojnameyek derxist. Wê, li dijî faşîzmê û nîjadperestiyê her têkoşiya.

Muqades Agirî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *