Muqades Agirî – Nûbihara biçûkan û mamosteyê mezin Ehmedê Xanî

NÛBIHARA BIÇÛKAN Û MAMOSTEYÊ MEZIN EHMEDÊ XANÎ
Li gorî lêkolînan, meriv dikare bibêje ku Ehmedê Xanî di sala 1650-51an de, li gundê Xanî yê girêdayê Colemêrgê ji dayik bûye. Li gorî gelek lêkolîner û nivîskaran, Xanî him navê gundê wî ye, him jî navê êla wî ye. Ji ber vê çendê Xanî bûye paşnavê wî. Li ser cihê vê êlê dîtinên cûda hene. Li gorî van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.
Ehmedê Xanî di şeş saliya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Di 14 salî ya xwe de dest bi nivisê kiriye.
Piştre li gelek medreseyan geriyaye û xwendina xwe domandiye.
Piştî hatina Bazîdê Ehmedê Xanî, li vê derê medreseyek ava dike û li gorî raman û xeyalên xwe ji bo zarokên kurdan mamostetî û seydatiyê dike.
Girîngiya perwerdeya zarokan bi van rêzeyan tîne ziman.
Ûmîda me ji tifalan
Ku me ’emel betalan
Di weqtê dewr û dersan
Bikin in’am û ihsan
Ehmedê Xanî, ne tenê ji helbestvanên Kurd yekî bi nav û deng e, di heman demê de nivîskar, fîlozof, mamoste û zimanzanekî mezin e jî.
Nûbihara biçûkan, berhemekê kurmancî ye ku ji bo zarokên kurmancan di derdorê sala 1683an de ji aliye Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin.
Nûbihar, wateya bihareke nû ye. Fîlozof, zana, helbestvan û hostayê mezin Ehmedê Xanî, ji ber ku ev pirtûka ji bo zarokan amade kiriye meriv dikare bibêje ku demsala biharê demsaleke nû ye. Xweza bi nû ve zindî dibe. Fîlozofê mezin, bi armanca ku zarok şibandiye demsala nû lewma jî ev nav bikar aniye.
Armanca vê berhema perwerdeyê ew e ku, ev behrem ji zarokan re bibe rêberekê teorîk û şûn de jî di pêşeroja jiyana zarokan re bibe rêyekê zanistî.
Ehmedê Xanî, armanca berhema ’Nûbihara Biçûkan’ di malikên xwe de wiha tîne ziman.
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbihara Biçûkan lê danî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên Kurmancan
Ev berhem bi menzûmkî hatiye amadekirin.
Berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên ”qit’e” û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê.
Destpêk, beşa yekem û beşa dawîn li gor rêzbendiya ”mesnewî”yê (aa-bb-cc-…) yazdeh beşên din jî li gorî sîstema ”xezel”ê hatine qafiyekirin.
Xanî, di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz (behr) ên sîstema kêş (wezn) a ’erûzê 7 pêlawazên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: Recez-hezec-remel-mudari’-besît-serî’-muteqarib. Malikên destpêkê û yên beşa yekemîn bi tevayî Kurdî ne.
Qismê ferhengê ku bêje û termên ’erebî û kurdî tê de hatine rêzkirin û pêşberkirin ji qismê duyemîn dest pê dike. Bêje û têrmên ferhengê çawa ku wekî ’erebî-kurdî hatine rêzkirin, wekî kurdî-’erebî jî hatine rêzkirin.
Ji ber vê berhem herçiqas ’erebî-kurdî tê hesibandin, ewqas kurdî-’erebî jî ye. Lê di îfadekirin û bihevxistina bêje û têrman de zimanê vegotinê Kurdî ye. Bi vî awayî, ji bilî bêjeyên Kurdî yên ku bi yên ’erebî re hatine pêşberkirin gelek bêje û îlaweyên Kurdî yên bi serê xwe jî derketine holê.
DI DÎROKA EDEBIYATA KURDÎ DE GIRÎNGIYA NÛBIHARA BIÇÛKAN
Hinek ji xalên girîng ên vê berhema ku Xanî dibêje ku wî ew ”ji bo zarokên kurmancan” nivîsiye ev in:

*Yekem ferhenga Kurdî ye.
*Yekem ferhenga Kurdî-Erebî ye.
*Yekem ferhenga Kurdî ya menzûm a hînkerî/ dîdaktîk dest pê kiriye.
*Yekem kitêb e ku li ser erûzê hatiye sekinandin.
Ev ferheng ji dema Xanî û pê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêba dersê hatiye xwendin û jiberkirin.

Xanî di vê berhema xwe de rêbazên ”ji nêz ber bi dûr ve”; ”ji tiştên hêsan ber bi tiştên zor ve”; ”ji tiştên ku tên zanîn ber bi tiştên ku nayên zanîn ve” û ”ji tevahî ber bi perçeyan ve” bi awayekî serkeftî sepandiye û bergehek pedagojîk pêşan daye.

Li aliyek din girîngiyeke vê berhemê ew e ku di dîroka ku Ehmedê Xanî dijiya de pirtûk ji bo zarokên mîran an jî zarokên kesên astên wan bilind dihat nivîsandin.
Fîlozofê mezin Ehmedê Xanî, bi vê pirtûka xwe ve ev tabûya şikandiye. Ji bo hemû zarokan ev pirtûk nivîsiye.
Di berhema Nûbihara Biçûkan de vê rewşê bi van rêzikan tîne ziman.
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên kurmancan
Pirtûka Nûbihara Biçûkan a hostayê mezin Ehmedê Xanî di serî de wiha destpêdike:
Bismillahirrahmanirrehîm
Mebdeê her ’ilmekî navê ’Elîm
Hemd û sena û şukranî
Ji bo wî Xaliqê Rehmanî
Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî
Hindî selewatan hemî
Li resûlê me yê ummî
Ku bûne peyrewê di wî
’Ereb û ’Ecem û Kurmanc û Rûmî
Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîmene ji luxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbehara Biçûkan lê danî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên Kurmancan
Wekî ji Quranê xelas bin
Lazim e li siwadê çav nas bin
Da bi van çend reş belekan
Li wan tebî’et melekan
Derê zihnê vebîtin
Her çî bixwînin zehmet nebînin
Ûmîda me ji tifalan
Ku me ’emel betalan
Di weqtê dewr û dersan
Bikin in’am û ihsan
Bi du’an me bîr bînin
Fatîha ji mera bixwînin

Muqades Agirî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *