Muqades Agirî – Risteyên dengê bêdengiyê

RISTEYÊN DENGÊ BÊDENGIYÊ

Li her derê cîhanê, jiyan û berxwedana jinan bêguman zehmet e. Hin nivîskarên jin, bi rêzikên xwe bûne dengê jinan.

Yek ji van jinan, helbestvana Kurd Jîla Huseynî ye.

Jîla Huseynî, di sala 1964’an de, li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Keça dadger û zana Mehran Huseynî ye ku, xwediyê  pirtûkxaneyeke  dewlemend bû. Her wiha bapîrê bavê wê  Şêx Evdilqadir, helbestvan û dengbêj bû. Malbata wê, bi wêjeyê re eleqeder bûn.

Jîla di bin siya bavê xwe de bingeha wêjeyê danî.

Jêhatîbûna Jîlayê di dibistanê de jî, berbiçav bû. Ew di demeke kin de bala mamosteyê xwe yê wêjeyê  kişand.

Jîla, di temenê xwe yê 15 salî de, dest bi helbestnivîsînê dike. Ew her wiha endam û damezîrînera ‘Encûmena Wêjeyî ya Mewlewî Kurdî’ li bajarê Sine bû.

Wê tevahî emrê xwe, bi xwendina pirtûkan, nivîs û lêkolînê ve derbas kir. Di temenê xwe yê kin de, ji bo wêje ya Kurdî xebatên xurt û bi bandor li pey xwe hîşt.

Helbestvan Şêrko Bêkes, ji bo Jîlayê wiha dibêje: “Helbest evîn bû û ew jî evîndar bû.”

Helbestvana Kurd, ligel şert û mercên civakê yên zagonên hişk, di helbestên xwe de rih û rastiya jiyana jinê, bi awayekî vekirî destnîşan dike.

Jîla di helbestên xwe de cih dide mijarên wek jin, şîret, evîn, lava…

Ji wê dema ku te keçek nazdar

kir bûka ber mala xwe

dexîla te me

agahdarî wê be

tu bîna tiliyên min neke

li ser guldan

û taq û pencerên xwe

Eger ji te re got:

“Bîhna gulek weriyayî

tê difna min”

Bêje:

“Giyanê min

bawer bike ji bilî te

tu gul tune li vê cîhanê.”

Tu neke û navê min hilde û bextewariyê

li oda xwe tengezar bike!

Eger bû û te jinek dît

bejna wê bi xewê xemilandî be

çavên wê kiz û xembar bin

lêvên wê ziwa û qelişî bin

û te ez pê şibandibim

neveciniqe

nebêje wêneyê vê hejarê

di albûma raburiya min de

Jîla di helbestên xwe de êşa evînê jî zehf xurt diherikîne ser risteyan.

Çav li çavêt naterikînim

Nîgam çolekey tersawî bî laneye

Her bi tenya

Le naydaristanî çerî nîgaye tu da

Aram egirî

Seyrem bike

Çav li çavim metrowkîne heta ku şev

Çûn ku çav im

Çend mandobî

Çend bîzar û dilşikaw û sedpare bî

Her şev dabî

Çîrokeyek tazey pîyew

Melikanî daristanî nîgat

Biaramî ekate xew

Jîla di destpêkê de helbestên xwe bi zimanê Farsî dinivîsîne lê paşê her bi zimanê Kurdî dinivîsîne.

Jîla jiyan û bûyerên der dorên xwe, kiriye mijarên helbestên xwe. Ew pirsgirêkên civakê radixe ber çavan.  Derûniya civak û jinê, bi hîsên kûr dide der. Bi taybet berxwedana jinê tîne ziman.

Meriv  di şexsê wê de hêstên nazik, dilşikestî û hesas ên jinê di risteyên wê de hîs dike.

Di sala 1996an de ji bo ku helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes bibînin, dema ber bi Tehranê ve diçin Jîla û keça xwe ya dehmehî Jîna, di rûdaneke qezaya trafîkê de canê xwe ji dest didin. Ew kurekî bi navê Ramîn û keçeke bi navê Bihar Zohre li pişt xwe dihêle.

BERHEMÊN JÎLA HUSEYNÎ

Geşey Evîn (helbest 1995)

Qelay Raz (helbest 1998)

Berhevokek helbestên zarokan nehatiye çapkirin.

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *