Înst. Kurdî li Stockholmê – Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de

Çand û Zimanê kurdên Xorasanê yî di devê kelpetanê de

Nêzikî du mîlyon kurd li Xorasan ê dijîn. Gor zanyarîyên di dest me de, ew di sala 1497 an de hatinê şandin ku li hember êrîşên tirkmenan, sinûrên Îranê bi parêzin. Ji bo wê yekê heta niha gelêk bedelên giran danê û di dawî de herêm ji tirkmen, qazak û rûsan pakij kirine. Lê îro bixwe jî bi tunêbûnê re rûbirû ne!

Xorasanî, ji bo ku ji mafên xwe netewî bêparin; ew nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin û neçarin ku xwendina xwe bi Farisî bikin. Ji ber ve yekê piranîya gencên wan êdî bi Kurdî nizanin. Kurdî îro tenê li ser zarê temen mezinan mayê û di demêka nêzik de ew ja ji holê rabe. Em ve yekê îro li cem Kurmancî-Lekî-Lorîaxivên li Mazenderan dibînin. Herêmên mîna Xelxal, Gîlanê jî liber helandine ne…

Komek ji rewşênbîr, ronakbîr, helbestwan, hûnermend û nivîskarên li Xorasan.

Li hember ve polîtîka dewletê ya înkar û mafên kurda ye însanî nasnakî jî, gelek kes jî hene ku tekoşînê didin û jîyana xwe dixin xeterîye. Ew kesana bi berxwadanê xwe şêxsî, bi ked û enerjîya xwe hewil didin ku pêla wê asîmîlasyone giran bê an ve ji holê rakin. Dema ve yekê dikin jî tên zîndan kirin, ji kar tên avitin, maaşên wan tên birîn, îcazê ne dayîn ku semîner an çalakîyên çandî pêkbînin an pirtûkên xwe çap bikin. Gor van zahmetîyan jî ew li berxwe didin. Çi bêjim? Malan wan hezar carî ava! Ew mirovên ser li jorin ku îro çand û zimanê kurdên Xorasanê zindîyê û liberxwe dide.

Kurdên li beşên dinê Kurdistanê û dervayî Welat jî gereg wan a û tekoşîna wan a pîroz jibîr nekin. Tenê mînakakê bidim. Di nav koma wênê ye li jor de kesek heye, karekî wî baş hebû, mal û muçeyeka wî ya baş hebûn. Lê ji bo ku pirtûk, kovar û pirtûk derxistin, li nav xelkê belav dikirin, kursên zimanê Kurdî birexistin dikirin, dewletê hemî ji dest girtin û ew avitin zîndanê. Niha nikarê dewara xwe bike! Nikarê kesên bîyanî (kurdên ji der de hatinî) re hevdîtinan bike û mala wî 24 saatan dibin çavderîyê de ye! Kesên bi wî re bûnî heval, alîkarîya wî kirinî, telefona

wî dikin û hwd hemî dibin çavderîya îstîxbaretê de ne. Bi kurtî rewşenbîr, hûnermend û nivîskarên li wir di devê kerpetenê de ne û dewlet dixwazê kurdan bihelîne!

Kurdên li dervayî Xorasan dikarin alîkarîya wan bikin, dikarin pirtûkên wan bikirin, çap bikin û belav bikin. Tenê daxwazeka ji dil pêwîstê. Xeterîya helandinê li ser kurdên Xorasanê û herêmên din pir

zedêye, rewşênbîrên wan bitenê nehelin û îznê nedin ku ew asîmîle bibin.

 

Yek ji parêwanê çanda Xorasanê Elî Feyazî, Dr Hossein Xeliqî û Yahya Benêyî li Înstîtuya Kurd li Stockholmê.

 

 

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *