Şoreş Reşî -Gelo kroat (xirwat) kurdin?

Gelo kroat (xirwat) kurdin?
Di van demên dawî de, di nava civaka me û medya civakî de min gelek caran bihîstîyê ku dibêjin: ”mîletê kroat, kurdin û ew jihev veqetîne!” Ji bo ku rastiyê meselê ji nêzik ve bibînim, hinek çavderîyan bikim û hinekê jî wesanîya xwe derxim îsal çûm Kroatîstanê.
Gor zanyarîyên heyî, li ser navê xirwat teorîyên cuda hene û nav bi gelek curayan tê ser ziman: Wek Hrvatî/krawat/Kroat/Cruat û hwd. Li ser ve peyve, di belgeyeka ji sala 885 an de mayî ”Cruatorxvm” hatiyê nivîsîn lê tam nê zanîn ku wata wê çiyê û ji ku hatiyê. Hinek dîtin jî hene ku dibêjin: ”Ji Gotî an Farsîya kevin (Dîndebîrê/Pehlewî) hatiyê.” Ji bo ve babetê min ji xelkê xirwat hinek pirs kirin. Yekî got ew nav ji ”Hurahvatî yan jî Ahûra Mazda tê.” Heger ew rast be giredaneka wan bi kurd û Medya (Kurdistan) re derdikevê holê. Bi ve re girêdayî mirov dikarê bibêje ku navê xirwat ji kesên ”xor-asan-hatî” derketiyê ku bingehekî ve yî dîrokî jî heye. Ya jî wekî gelek kes dibêjin ji navê kurd hatiyê veguhestin.
Li ser hatina beşekî ji wan a ji Medya, hinek dîtin wihane: Yek, piştî roma rojava hilweşîya (476) herêma Balkan ji alî hûn û gotan (swêdî) ve tê dagir kirin. Piştî hatina hûn a ya rojava, ji salên 500 de bigre êdî gelên li rojhilat (Asya navîn) dest bi koçê kirin. Slav an xirwat jî di nava wan de bûn. Gotina xelkê ye ku dibêjî em ji Medya hatin, li vir bi zanyarîyên dîrokî ve hevidû digre. Di salên 620 an de tê dîtin ku kalên xirwatan li başûrê Polonya mîrîtîyeka bi navê ”Kroasyaspî” damezirandine. Ew nav balkeşê, wek tê zanîn bi kurdên lekî axiv re ”kurdenspî” jî tê gotin û ve yekê tînê bîra mirov. Axir, Roma rojhilat ew vexwandin ku werin Balkana, avaran ji wir bavêjin der û sinûrên dewletê biparêzin. Ji ber wê dawetê, xirwat çûn li navbera çemê Drava û behra Adrîyatîk bicîh bûn. Dîtina duyîmîn jî wihayê: Dema kral Dara (Darius, bm 521-486) derket sefera sakan (bi dîtina min ew kurdên îro li dervayî welatin) çibû Balkan. Ne dûre ku beşek ji sakayan wê demê çûbin Xirwatîstan a îro. Cografya wir ji bo ku xwe veşarin mûsaîte.

Ji hatina xirwatan re mînaka herî başê ku em dizanin, hatina macaran ya dora salên 800 an ya ji Vladî Qafkas koç kirine ku di nava van de Kurd jî hebûne. F. Echat dibêje: Heft êlên Macar hene. Ji yekê ji wan re Kurt-Gyarmat dihate gotin ku ji du qebîlan pêk dihat. Li bakûrê Tûna û li Erdelê sekê (saka) dijîn û di nava van de êleka bi navê Kurdan jê heye. Di belgeyên dîrokî yên macar de heta salên 1138 û 1329 an de navê Kurdan wek Kurtu (Kurt, Kurtu) derbas dibû. Mirov dikarê ji ve re mînaka nêzikatîya zimanê Polonî, Romanî, Rûsî û Kurdî jî bide.

Dema xirwat hatine, li bakûr û bakûrê rojhilatê Xirwetîstanê îro bicîh bûne. Wê serdême wek gelê ”Îlurîsk” jî tênê binav kirin û ji êlên mîna: ”dalmatan”, ”lîburan” û ”hîstrian” pêk dihatine. Di hema serdemê de kelt li wir jîyanê.
Gelê li Xirwatîstan a îro ji bermahîyên yunan, rom û epîdarusan pêk tê; yanî neteweka tevlîhevê. Mirov dikarê bi awayekî şermok îdîa bike ku, ji wan, beşê ji rojhilat an Medya hatî êlêka saka bû. Ve tevlîhevbûnê û hatina wan ê cîhê îro, mirov di zimanê wan de jî peyda dike. Bêguman em niha nizanin ew bandora li ser zimanê wan ji serdêma zû an derenge de maye. Bi gotineka din, ew ji serdêma îndo-ewropî jihev belavbûn de an ji serdêma medan de mayê?

[1] Dîroka Kurdên Koçber-I, rûp 113, Şoreş REŞÎ

Xirwatî (Hrvatskî) jî dîyalektên mîna; Çakavîska, Kajkavîska û Ştokavîska pêk te. Malbata zimanê wan jî wek gelê wanê û sê komên cuda ne ku ew Slavî, Îndo-ewropî û Baltoslavîskî ne. Hinek peyvên wan jî nêzikî Kurdî ne:
Kurdî Xirwatî Kurdî Xirwatî
Ez ja sam
Tu tu si
Em em
Ew onaj
Keç kçî
Jin zena (jena)
Mêr çovjek
Nikam nikam
Du dva
Se tri
Çar çetirî
Penc pet
Şeş şest
Heft sedam
Heşt osam
Neh devet
Deh deset
Yanzdeh jedanaest
Panzdeh petnaest
Bist dvadeset
Sed sto
Hezar tisuçu
Hesp hesp
Kuçik/seg pas
Here/biçe îçî
Hefte tjedan
Dayik/mak majka
Bra brat
Av voda
Çem/rûbar rîjeka
Çawayî Kako sî
Çav oçî
Poz nos
Ling noga
Guh uşî
Odê soba
Nikarim nikam
Dizanim da znam
Nizanim ne znam
Pizêz/lewaz pzez

Wêne ji înternetê hatiyê girtin.

Di dawîyê de jî dixwazim bînim bîra we ku li Hekarîye 4-5 gundên bi navê xirwat hene û kurdin! Tekîlîyeka wan bihevre heye an na ez nizanim lê wek agahîyeke bê zanîn başê. Dîsa di wêneyê xirqatayê kevin de cil û berg û kûmê wan wekî yên herêma Hekarîyê ne.

Şoreş REŞÎ
2020.09.15

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *