Şoreş Reşî – Lêkolînên Dawî yên li ser zimanên Hînd-Ewrûpî

Lêkolînên Dawî yên li ser zimanên Hînd-ewrûpî
Kovara ”Språk” (ziman), hejmara 5 an ya ku li Swêd teyî belav kirin de, prof. Jenny Larsson nivîseka balkeş li ser lêkolînên dawî yê li ser ziman belav kir. Jens Magnusson jî gor reşnivîsê xêzê wê kirine.
Larsson radigîhînê ku lêkolînên dawîyê li ser ziman, ji encama DNA yên ji ser hestîyên mirov hatine girtin derketine holê. Ew lêkolîn awayekî nû ye û belavbûna zimanê Hînd-ewrûpî nîşan dide. Gor vê yekê, gelên bi vî zimanî diaxifin ji bakûrê behra Reş û behra Kesk belav bûne. Gor lêkolînên berê li ser ”Arîyan” hatine kirin jî gelê arî ji hema herêmê belav bibû. Ew lêkolîna dawî jî ya berê heta cîhêkî piştrast dike. Ji vanê belav bûnî, milek riya Romanya, Polanya şopandiyê heta Danmark çûyê. Milê din, riya Macar, Alman, Holland û Îngîlîstan girtiyê. Ji vir şaxêk terê Îtalya. Milek ji di ser Bulgarîstan re diçê Yunan. Xeta rojhilat jî di bakûrê Behra Kesk re diçê Asya Navîn. Milê dawî jî ji Qefqasya, Kurdistan heta rojavayê Turkîya îro belav dibe. Hestîyên di labaratoran de hatî tahlîl kirin, belavbûna ziman û milên ku ew lê belav bûyî bi vî awayî ispat dikin. Ew belavbûn hestîyê pişta zimanê Hînd û Ewrûpa derdixê holê.

Şik tê de nîne ku zimanê îro ne wek yê hezaran salan berê ye lê lêkolînêran wekheviya zimanên Hînd û Ewrûpî bi riya: ” forma gramatîk, hevoksazî û peyvên şirîk” derxistine holê. Bi vê riyê xwestine xwe bigihînin kaniya van zimanan. Teknîka nu ya li ser hestiyên mirovan pêk hatî, berê jî bo metodên biyolojîk dihat bikaranîn.

Ji bo arkeolojiyê bikaranîn encamên balkeş derxistinê holê. Gor vê, lêkolînvanan derxistiyê holê ku di navberê 5.000- 10.000 salan berî niha de koça mirovahiyê a dîrokî pêk hatiyê. Vê nîşan dayê ku di vê demê de dû koçên mezin li Awrûpa pêk hatine. Yekêm koç, ji rojavayê pêşrojhilat pêk hatiyê û ew rastî serdêma çotkariya yekêmîna li Awrûpa tê. Ya dûyêm, ji deştên bakûrê Behra Reş û Kesk/Xezer û rojhilatê behra Kesk ber bi Ewrûpa pêk hatiyê. Ji wê çande re ”çanda êlan” tê gotin. Yanî kesên debara xwe bi sewalan û çandiniyeka hindik dikirî.
Larsson di gotara xwe dibêje: ”Arkelogan ji berê de dizanin ku di dema neolitîk an jî dema kevir de çanda `seramîka tê zivirin` li herêmeke pir fireh belav bûyê ku gelêk taybetmendîyê wê hevbeş hene. Wek çêkirina seramîkan, şiklê wan, teknîka wan, bivirênşerê li ser wan û gorên wan niqtê hevbeşin. Lê arkeologan lihev nedikrin ku ew seramîk cara yekêm li ku hatine çêkirin. Hinekan li destpêkê digot: `Ew li başûrê Almanya hatine çêkirin. Paşê ew bû rojhilat. Piştre hinekan gotin Polanya û di dawî de jî gotin li çolê.` Niha wê yekê bersîva xwe girt! Ji lêkolînên li ser hestiyên mirovan hatî kirin de derket holê ku va yeka ji çolê ber bi nav û bakûrê Awrûpa belav bûyê.”
”Lêkolînên li ser hucre/genê mirov hatî kirin didin ispat kirin ku ew koça ji rojhilat ber bi rojava çûyî kengî pêk hatiyê û çiqes dem girtiye. Dîsa ew dide derxistin ku mirov di nava Awrûpa da jî geriyane û çûyin û hatin pêk hatine.”
”Lê rastiyek jî heyê ku ziman li ser genan nayê tespît kirin, ew di zimanê îro em pê deng dikin de derdikevê holê. Babetên gelên hînd û ewrûpa herî zêdê li ser diaxifî yek cotkarî û yek hertiştê bi çandiniyê re giredayî ye.”
Min Kurmancî li lêkolîna Larsson zêdekir, lê pêvîste beşa Kurdî pêşî di nava zaravayên Kurdî de bê lêkolîn kirin. Piştî ew peyvana di nava Kûrdî de zelal bûn mirov bi zimanên din re bide berhev baştire. Ez wê beşê ji zimanzanê me re dihelim.
Swêdî Grekî Latîn Sanskrit Kurdî
Åker (å=o) agros ager ajras zevî (erdê bêyî ajotin)
Årder arotron arêtrum — sapan/pulix/nîr (erd rakirin)
Ärjade(ä=ê) — arära — êrg (erd ajotin)
”Xeynî çandiniyê, mirov dikarê li ser peyvên mîna şîrêtirş, run, dutandin ê jî lêkolîn bike û bigehêje encamekê. Mirov dikarê texmîn bike mirovên berê bi mî, hesp û şivantiyê re jî tekîldarbûn. Dikarê li ser peyvên van niqaş bike. Dîsa heri, herişêhkirin, heri veçirin, terbiye kirin, dirûn û teşiristinê jî lêkolîn bike û bigehêje encamake hevbeş. Vê hevbeşiyê di cureyên hespan de mirov peyda dike. Hesp, canî û peyva kedîkirinê de peyda dibe. Lewra 3000 sal bz li çolên behra Kesk hespên kedînekirî hebûn. Peyva hesp pir kevne û di zimanê hînd-ewrûpî hemîyan de heye. Mînak:
Swêdî Grekî Latîn Sanskrit Kurdî
Ok zugon iugum yugam qoşkirin (hesp)
Häst — equus aşvas hesp (esp)
Joar — — — suwar
Mus mus mus muş mişk
For — ovis avis mî
Ko — — — ga
Ull/karda — lena — herî
Older aretrum arätrum — arathar (iraniya kevn)/temen.

Li ser teker û arebên hespa û tiştên bi wan re giredayî jî lêkolîn hatine kirin. Navê van tiştana di zimanên coxrafîk ne nezikî hev de jî tên dîtin.
Hjul kuklos — cakra teker, xirxal
Hund kuên canis şva-e kuçik-se
Öga — oculus akşî çav
Öra — auris — guh
Nesa — neris nêsê poz-biliv
Moder — meter mêtar dayik
Mirov dema li ser ziman lêkolîn dike û qat bi qat dikolê, dibînê ku ew çiqes nêzik û dûrin û dema di navbera wan de çiqese. Pir peyv hene ku dema mirov nêzikî koka wan dibe dibîne ku bi kultura kevna neolîtîk de ew nêzikî hevin.
Rekonstruera ziman (paşde vegerîn û ji nûva çêkirina ziman) gor mînakên me li jor danî, mirovên li wan çolan dijîn gereg zimanekî nêzikî hev biaxifiyana. Bi belavbûnê re bereber berê dîyalekt pêk hatin û piştre jî cudabûna zimanan hatê rojevê. Hemî ispat îşaret dikin ku 5000-4500 salan berê koçeka mezin ji rojhilat ber bi rojava pêk hatiyê û bi vî awayî ziman jihev cuda bûne.
Mirov pêşî an ji di dawî de zimanekî çêke pedivî bi dem, zanîn û lêmezkirin heye. Metod wihaye:
1. Zimanan bi deng, peyv û gramatîkê wekhev bê.
2. Wekhevî û cudabûna ziman bi hema metodê şîrovê kirin.
3. Zimanê din jî hema monster-çîn a didine an ne.
4. Wekhevîya sîstema deng da, peyvsazî, tevandin û cudabûn.”

Şoreş REŞÎ

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *