Şoreş Reşî – Zimanê kurdên Anatoliya navîn

ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN

Li Anatoliya Navîn an li der û dora bajarên mîna Enqerê, Yozgat, Çankiri, Qirşehîr, Sêwas, Qeyserî, Aksaray, Qonya û heta sinûrên Eskîşehîrê gelek kurd dijîn. Kurdên li wir bi se zaravayên Kurdî deng dikin. Vana Kurmancî, Kirmanckî-Kirdkî û Lerî-Lekî (Şêxbizinî) yê. Wan kurdan li vê herêmê herî kêm 320 salin ku bi cîh bûne. Sedema hatina wan jî polîtîka osmanîya ya bi zorê bicîh kirin û parçekirina êlan e. Yanî bi darê zorê ye. Berî yê bên herêmê jî ew li der û dora Meletî, Semsûr, Germîyan û Dîlokê dijiyan. Osmaniyan berê ew şandin Sûriyê. Nêzikî 10 salan li dora Raqa, Hama û Humûsê jiyan. Piştre xwe avêtin Torosan, şerê dewletê kirin, têkçûn û dewletê ew li navênda Anatoliyê bicîh kirin…
Ji sê zaravayên li navênda Anatoliyê em ê di ve nivîsê de li ser zaravaya Kurmancî rawestin. Heger li ser devokên kurdî xarîteyek bê çêkirin, devoka wan kurdên wir ya di nava rengê berfiratê de bê diyarkirin. Yanî, ew renga ji Helebê bigre heta Dîlok, Germiyan, Meletî, (hinek jî Amed) Elazix, Dêrsîm, Qers, Gurcîstan, Ermenîstan û Azerbeycan dirêj dibe. Li aliyê bakûr jî xeteka nêzikî vê devokê heyê ku ji Xalxala Îranê destpêdikê heta Gîlan (beşa Kurmancî û Lekî axif), Qezvîn, Mazenderan, Xorasanê belav dibe. Zanyariya min li ser kurdên Herat û yên Hindistanê kêm e, lê ji bo ku ew parçyên ji kurdên Xorasanê ne dibe ku devoka wan jî nêzikî ya Xorasanê be. Ez wan hemiyan wek ’Kurdên Derveyî Welat’ binav dikim. Bê guman ziman û forma wî, bi rewşa milet ya aborî, civakî, dîrokî olî û coxrafîk ve girêdayî ye. Lê gelek zimanzan dibêjin: ”Ew devok, di forma Kurdîya herî kevn de maye…”
Kurdên herêmê, wek me li jor jî dest nîşan kirî, li ser erdnîgariyeka dervayî axa Kurdistanê dijîn. Erdnîgarî jihev dûr û pir fireh e. Piraniya kurdên li wê herêmê, bi kurdên nîştecîhê Kurdistan vê piranî di nava dîrokeka cûda de jiyan e. Di nava wan de tekîlîyên bi berdewamî pêk nehatine. Ji birayên xwe kurd zêdetir, bi dagirkerên welatê xwe re tekîliyên wan yên demdirêj çêbûne. Vê yekê jî bandor li ser zimanê wan kiriye.
Di dîroka kevin de, kurdên îro li Anatoliyê û Xorasanê, li Azerbeycanê û di nava dewleta Şadiyan de xwe bi rêxistinî kirine. Li Qafqasya jîyane. Dema ji wir jî çûne, li rojavayê Anadolê, Rojava û bakûrê Sûrîyê û Xorasanê belav bûne. Ji ber vê dîrokê û tekiliyên civakî jî di zimanê wan de gelêk guhartin pêk hatine.
Di gruba zimanê Hînd-Awrûpî û beşa Aranî (Îranî) de, koma ku zimanê wê herî zêde herifî kurdên li Anatoliya Navîn û xeta rojavayê (berfirat) Kurdistanê ne. Guherîna bingehîn xwe di hêjmaran de dide xûyakirin. Kurdên li Anatoliyê û hinekê rojavayê Kurdistanê (Mereş, Meletî, Dîlok, Elazix) dema dijmêrin, piştî dehan dibêjin: ”Dewyek (deh-yek 11), dewd-du (12),…, panzdeh (15),…dew-heşt (18), dew-nehê (19) û bîst.” Ew sîstema hêjmartinê ne gor pîvanê zimanê Aranî ye. Herifandina ziman xwe di hêjmara panzdehan de dide dest ku ew piştre hatinê gûhartin. Lê di hêjmarên din de gûhartinên radikal pêk hatinê.
Vê gûhartinê rêngê xwe daye ser hevok û peyvan jî. Di hevokan de gelek ”miş/mîşkê…” derbas dibin. Lewra peyvên ji Tirkî hatine girtin hema wek orjînala xwe nekirine nava hevokê. Di wan peyvanan de jî gûhartinên li pêş an jî li paş peyvê dikin ku ew tekevin forma Kurmancî. Yan jî bi temamî bi peyvên tirkî dixwazin hevokên Kurmancî ava bikin. Wek mînak:” Kapi kapatmiş ke” tê gotin; di Tirkî de rastiya vê ”kapiyi kapat” e, yanî derî bigire ye. Ew ’ke’ ya dawî ji hevoka ”bike” ya Kurmancî tê û dixwazê hevokê bikê forma Kurmancî.

Gûhartina radîkal a di hêjmaran de pêk hatî nîşan û ispata dîrokek a demdirêj ya bi tirk û miletên din re jiyanê ye. Li ser tekîliya tirk û ew beşa kurdan mirov dikarê niqaş bike. Gor lêkolînên min kirî, ew tekîlî ji hezar salî zêdetirê û mijara pirtûkanê… Ji alî din de, ew sîstema dengê reqêman (yanî berê deh piştre yek=dewyek) di zimanê girekî û macarî de jî heye. Bi van herdu gelan re ji tekilî, cîrantî, şer û alîkarîyên bi hevre yê dîrokî ya wan û kurdan pêk hatinê. Hinek peyvên dinav zimanê kurdên Anatoliyê de ispata van tekîliyan e…
Beşên kurdên Anatoliyê yê li Xorasanê, ji bo ku ew di bin desthilatdariya Îranê de ne, di hêjmartina wan de tu guhartin pêk nehatiye. Tenê yên di bin desthilatdariya tirkan û Sûriyê de hijmaran şaş bikar tînin. Ji bo ku kurd di dibistanê de fêrî Kurdî nabûne, herkes gor şert û coxrafya ya ku tê de dijî zimanê xwe bikar tîne û ew jî dibê sedêmên gelek tevlîhevî û şikeştinan. Niha kurdên li derwayî Welat, bi taybetî yên rojavayê Anadolê gelek ji wan ketinê bin bandora Tirkî. Carna di hevokê de tenê ’û’ Kurdî ye, hemû peyvên din Tirkî ne. Di alî siyasî de şiyarbûneka wan heye û ew vegeriyana ser hestên neteweyî. Di alî ziman de jî pêdivîyek bi hewildanek bi hêz heye.
Mirov zimanê kurdên li Anatoliyê dikarê di çend konaxan û taybetmendîyan de binirxîne:
Beşek ji peyvan di bandora tirkî û zimanên din de mayê:
K. Anatoliyê Tirkî Kurdî Şîrovê
dewyek on-bîr yanz-deh ji Tirkî, Macarî, Yunanî ketîyê nav.
çeqêlme ayran dew çeqêlmê ji ’çalkalama’ Tirkî hatiyê
qêmax kaymak to rûnê ser mest digrî ye û ji Tirkî hatiyê
îna înanma bawer kirin Tirkî ye
xoriz horoz dîk Tirkî ye
qelem kalem pênûs ji Erebî hatiyê.
onaşi onaşi —- şîvêka ji hevîr tê birîn, muj û goşte. Ji on-aş a Tirkî hatiyê.
dûn hayvan yaxi don ji bez ê ajalan re tê gotin.
oxirbê ugurlar ola — Ji Erebî hatiyê.
riz pîrînç pirinç di Macarî û Rûsî de jî riz ê.
Gogirçî gûvercîn kevok Ji ’gök-yüzü’ ya Tirkî hatiyê.

Beşek peyvên Kurmancîya Anatoliyê ji Kurmancîya navêndî cûdatirin:

Boçik — dûpişk ji biboç bûna vî ajalî tê.
çirdikî/çitoyî nasilsin çawayî Heta dema dawî çawayî nedihatin zanîn.
çexbê dön bizivre li Xorasan jî ’çerxbê’ ye.
çolik/pêner peynîr penîr/torax —
cûm sakiz benîşt/cûm ji cuyînê tê.
benîşt yapiştirici — —
çiçik/pêsîr meme berpêsîr —
danan dîkme çandin dar danan
êcer yenî tezê di wateya gîyayê biharê de ye.
firi/firîg Îlk sût —- mastê yekêmîn/genimê ter (nû)
fodil gûzel civan bi piranî ji bo jinên xweşik tê bikar anîn.
heştir deve deve —
kergu tavşan kerguh/kevroşk ji guhê kerê hatiyê û Kurdîyê.
kompîr patastes patete/kompîr di Yunanî, Macarî û Rûsî de jî kompîrê
qilot yuvarlak gilover/qilotik —
losek tembel teral —
meris ayakabi sol ji me-risî na Kurdî tê.
mit pekmez dims ji mîtîna Kurdî tê.
pêçik eldîven lepik/destkeş ji pêçiyên Kurdî tê.
reşbelek yazi nivîs hema hema nivîs nê zanîn
sîva hat küstü xeyidî Gereg ji ”sî”ye hatibê.
şijing/sêzing sûpûrge melkis Reşî dibêjin şijing/Canbeg dibêjin sêzing.
şunakim yapamam nikarim —
têr kelebek pirpirok/pepîlog —
teqê/pencerê pencere pencere ji pênc-ço yên Kurdî tê.
so yarin sibê —
lênişt bîndî lê sîyar bû -nîşt ê ji ”venîş”ta Kurdî tê.

Beşek ji peyvên Kurdiya li Anatoliyê ye şikestî û tevlîhev bûne:
ro gûneş roj —
ro gûn roj —
îv ay hîv —
ar ateş agir/ar —
pî kol mil di wata mil de bi kar tê, lê
juni/ling bacak pî di wata pî de bikar tê.
rast sağ taraf milê rastê —
dûz dogru rast —
bazda atlama bazdan/rev di hevokê de carna di wata rêvê de bikar tê
bimeş, koş, peya çûyin/meşîn di vê peyvê de jî tevlîheviyêk heye
esp at hesp —
gustirk yüzük gustîlk —
ard un ard/arvan —
îşlik gömlek/îşlîk kiras Li Anatoliyê kiras di wata fanîlê bin îşlik de ye
hû-kirin ögrenmek hîn/fêr kirin —
Î te o geliyor ew î te ’î ’ di cîyê ew î de tê bikar anîn.
h/eşin mavî şîn di navbera şîn û kesîk de tevlîhevî heye.
Di hinek cîhan de şaş bikar tînin. Mînak: ”Vê êşiniyê li ber mangê bike” di êşiniyê de mebest giya yê. Di hinek cîhan de jî rast bi kar tê. Mînak: ”Bi benekî kesk bidirû”. Kurdên li Anatoliyê, navê rengî ”şîn” herdêm wek ”h/êşin” bikar tînin. Eger mirov bê şîn ewê şîna grî fêhm bikin. Li cem wan ew reng h/êşîn e. Wek tê zanîn kurd di dema şînê de rengê şîn li xwe dikin, dibêjin ku tekîliya navê vî rengî ji vê kevneşopiyê tê.
Ji bo ku di nava kurdên li derwayî Welêt de, di dibistanê de ziman nehatiyê fêrkirin, kurdên li Anatoliyê di nava hevokê de peyvên rast bikar tînîn lê dema têne wata peyvê tê pêş wan, ew ji nav dernakevin: Mînak:
1- Meriyan h/êrîşî nava gund kirin an pez êrişî ser avê: Ew hevok gelek caran bikar tên. Heger em ji nava vê tenê ’h/êrîş’ ê bigrin wata we nizanin. Dîsa em ’nav-în’ ê bigrin, nizanin ku ew nav an jî ortê ye.
2- Însan li hev civîyan. Ew hevok di axaftina rojane de gelek caran bikar tê. Heger em tenê bêjin ’civîn’ ew dîsa nayê fêhm kirin.
3- Mîna şêr û pilingan li berxwe dan. Ji vê hevokê ku em ’şêr û piling’ bigrin nayê zanîn ku wata wan çi yê, lê di axaftinan de ji dê û bavên xwe ezber girtî, bi piranî ezber û bê ku wata wan bizanin jî deng dikin.
4- Tê wenda kir bi destên xwe, min dît bi ronîya çavên xwe. Ji vê gotina mezina ronî-ya derxê nizanin ku wata wê çiye.
Di nava wan kurdana de çanda devkî wek behrekêbû; bi nivîsandinê teva nedibû. Ew çanda devkî, heta 50 salan berê bikar dihat. Dayikên me her roj û şev ji me re çîrok û metelok digotin û em bi wan mezin bûn. Lê qirna piştî me ji vê sûd wernegirt; lewra TV, dibistan û tekîliya bazarê bi dagirkeran re ew da sekinandin. Ji ber vê jî ziman û çanda me gelek zirar dît. Mirovên me ketin nava valahiyê û gelek jî teslîmî polîtîka dagirkeran bûn û niha tenê bi zimanê wan deng dikin. Di van 50 salên dawî de ronakbîrên me nikarîn zêde çanda me derbasî ser kaxizê bikin û ji bo vê jî zirara me hîn zedetir bû. Di van 20 salên dawî de kovar û revşenbîran di vê mijarê de roleka gelek erenî lîstin. Lê barêkî din jî li ser milên wan kovar û şêxsiyetan e: divê ew zimanê ku hatiye ji bîrkirin, dîsa bi gel bidin fêrkirin û hezkirin!
Di vê pêvajoyedê ew derdor mecbûrin ku zimanê herêmî bi yên navêndî ve nêzikî hev bikin û cûdahiyên biçûk ji holê rakin. Ji bo netewîbûna me ev pir gîrîng û acîle.
Li herêmê rewşa zarave yê Kirmanckî û Lerî/Lekî jî hema hema wek Kurmancî yê. Tirkî gelek ketiyê nav wî û ziman gelek xirab bûyê. Ji bo vê jî barekî giranî li ser milên kovar, TV yên Kurdî, rewşenbîr, şaredarî, mamoste/a û xelkê herême ye ku vê agirî vêmîrînin û kurdiya şêrîn dîsa bikin zimanê rojane û wî wek roniya çavên xwe biparêzin. Heger tedbîrên pêwîst neyên girtin piştî 10 salan li Anatoliya Navîn jî li Xorasan û Xelxalê jî Kurdî namînê!

Şoreş REŞÎ

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *