SPASNAMEYEK JI ÇEND REWŞENBÎR, WÊJEHEZ Û ’ALIMÊN KURD JI BO ÎNSTÎTUYA KURDÎ LI STOCKOHLMÊ

SPASNAMEYEK JI ÇEND REWŞENBÎR, WÊJEHEZ Û ’ALIMÊN KURD JI BO ÎNSTÎTUYA KURDÎ LI STOCKOHLMÊ

 Birêz serokê hêja  Kamran Simo Hedilî,

Ev demeke dirêje bi rê ya  medya civakî kar û xebata we ya li ser hemû rengên wêjeya kurdî bi awayek rêkûpêk tê meşandin, em dişopînin.

Em vê kar û xebata we ya di bin navê Înstîtuya Kurdî li stockohlmê de  tê meşandin gelek hêja û watedar dibînin . Taybetî jî ev destana Şerê Kund û Qijakan  ya ku  Gernas Koçer   nivîsî û pêşkêş kirî, Di hêla wêje,hûnandin û watedariya peyamê  de  me ev berhem  weke berhemek gelek hêja û serkeftî dît.Lê mixabin xwezî derfet hebûna ku ev berhemên wiha ne tenê li ser zoomê her wiha li ser platform û  weşanên medyatîk jî bihatana xwendin û temaşekirin.  Wekî em dizanin demekê ev berhem di zîndanê de jî  ji bo perwerdê dihate xwendin.Her wekî em dizanin Gernas Koçer ne tenê Destana Şerê Kûnd û Qijakan nivîsiye  wekî destana Kawa yê Hesinkar ,destana Vejînê û çend destanên din jî nivîsîne. Em van berhemên wî wekî Şaheserên serdemê  dibînin û em gernas Koçer jî wekî şahê Destanê yê serdemê  pêşwaz dikin. Em hîvîdar in ev keda bêhempa gulistanê wêjeya Kurdî bixemilîne.

Hûn wekî serok û rêveberê instîtuya Kurdî Li Stockohlmê,  Ji bo ku hûn li van nirx û rûmetên me yên wêjeyî xwedî derdikevin  em bi cenabê we û kesatetiyên bi we re vê kedê didin pir serbilind û şanazin. Û di vê kar û xebata pîroz de em spasdar in  û serkeftinê ji we re dixwazin..

Bi hevpariya kesayetiyên navên wan li jêr, ev spasnaname hatiye şandin.

Mele Ahmed (Sekreterê giştî yê        perweredehiya DİVES ê)

Mele ’Emer ê Didêrî (Seyda û  Mûderis li  bajarê Şirnexê)

Emin Boti (ji zaningeha Artuklu mamostayê zımanê kurdî û zımanzan)

Mûsa YÛCEL (Niviskar û lêkoliner)

Mele Zubeyir(Alim)

Mele.Ramazan (Alim) Mele Abdurrahman AKYÛZ (Endamên Diyadera Batmanê)

Mele.Abdüssamed (Seyda û Muderis)

Mele şukrî (Alim û Endamê Meyaderê)

Faysal ÖDEMIR(Nivîskar û Helbestvan)

Dr.Rûken Rodî (Bijîşkê pispor)

Mehmet KOVAN(Endezyarê Elektrîk û Elektronîkê)

Kasim YILMAZ(Îlahîyetnas)

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *