ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ

ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ

Bahdîn Robar

Xwînerên birûmet, di vê gotara xwe de ez ê hewl bidim peywendî, girîngî û bandora ziman, çand û erdnîgariyê rave bikim. Lewre ji berî ez bikevim nava mjarê ez dixwazim bi gotineke pêşiyan a binirx û watedar derî li mijara xwe vekim. Ev gotin wiha ye; ”Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”. Ev gotina pêşiyan bi me dide zanîn ku ka zimanê dayîkê çi qas girîng e û herwiha divê di xak û welatê xwe de azad û serbest bijî. Nîşan û heyînên herî dîyarde ku mirov û sewalan ji hev cuda dikin bêguman ziman û raman e. Me berê jî di gotar û şîroveyên xwe de qala jihevbandorbûna ziman û ramanê kiribû. Heke ziman bi pêş neketa raman jî bi pêş nediket. Herwiha pêşketina ramanê jî girêdayî ziman e. Çi qas raman pêş ketibe ew qas ziman jî bi xwe re bi pêş xistiye. Vêca piştî mirov li her çar aliyên cîhanê belav bûn bi hezaran salan li ser heman xakê jiyana xwe berdewam kirin bi wê xakê re girêdan û hevşibîneke wan a weke genê çêbû. Ango mirov jî mîna riwek û ajalan têkildarî ax, avhewa û xwezaya ku tê de dijîn, li ser heman kod û heman taybetmendiyan çêdibin (diafirin), mezin dibin, dijîn û li ser heman kevneşopiyê reng û tovê xwe vediguhezin peyrewên xwe. Çawa ku dara xurmeyê li Swêd û Norwêcê şîn nabe, ku şîn bibe ber nagire, û ber bigire jî tehm û çêja wê nîn e. Mirov jî wisa ne. Yanî her qewm û neteweyek rengê axa welatê xwe digire û bi her awayî dişibe welat û nijada xwe. Jixwe ev rêgezeke jiyanê ye. Mirov û bi taybetî jî kurd gelek dilsoz û girêdayî axa xwe ne. Ev dilsozî jî peywendiya wan a bi axa wan re nîşan dide. Ji ber ku li gorî zanîsta arkeolojiyê gelê herî pêşîn niştecih bûyî û têgeha walet û zimanê aîdê xwe afirandî bêşik û gûman pêşiyên kurdan in. Herwiha heta îro jî em kurd weke nêviyên afirîner û damezirînerên serdana neolîtîkê hê jî li ser heman erdnîgariyê û li ser bingeha heman çandê dijîn. Lewre girêdana kurdan ya bi ax û welatê wan ve naşibe ya tu gel û neteweyên din. Heta ez dikarim vê jî lê zêde bikim. Dema kesek kurd li deverekê an jî li welatekî biyanî dijî ji xizm û malbata xwe re wesiyet dike û dibêje; dema ez mirim  cenazeyê min bibin li ser axa bav û kalên min veşêrin. Yanî mrovek mirî jî be dixwaze li ser axa xwe be. Kurdan di vê hêlê de jî gelek gotin û biwêjên giranbiha bikar anîne. Gotinên weke, Ax dayîk e,  dayîk ziman e. Ziman tov, mirov şov e û hwd. Girîngiya zimanê xwe vegotine. Kurd ji berî hemû gel û neteweyan derbasî jiyana niştecihî bûne û bênavber va ye 12 hezar sal in ku hê jî li ser heman axê yanî li ser heman welat û erdnîgariyê dijîn. Ev jî girêdan û dilsoziya bi welêt û çand û zimên re xurtir û qewîntir dike. Lewre di her bihosteke axa Kurdistanê de bîranîn û şûnmayîkeke kurdan heye. Her sed metere erd bi navekî xweserî taybetiya xwe hatiye binavkirin. Yanî her zevî, girik, kortik, berwar, kaş, ro û co, rastik û newal û hwd. ji hêla pêşiyên kurdan ve hatine binavkirin û pênasekirin. Bêhna pêşî û zimanê wan ji axa wan tê. Ji bo vê yekê ax ji bo kurdan dayîk e. Dayîk jî dayîka her tiştî ye, lê belê ji her tiştî zêdetir dayîka zimên e. Lewre tenê ziman bi têgeha dayîkê ve bêyî ku ji hev veqete tê bikaranîn. Yanî têgeha zimanê dayîkê, zimanê zikmakî nîşaneya vê yekê ye. Me zikmakî di vir de ez dixwazim peyva ‘’Mak’’ jî kurtasî şîrove bikim. Di esasê xwe de têgeha esasî ya ji bo dayîkê tê bikaranîn ”mak” e. Lewre hema hema di hemû zimanên Hînd Ewropî de weke; Ma, mama, mutter, mother, maîka, mayrîk, madre û hwd. e. Heta di zimanê kurdî zaravayê kurmancî de ”mak” û di kirdikî de jî ‘’ma(yê)’’ tê gotin.  Mirov û bi taybetî jî zarok tov in. Her cure tov li ser her cure axê şîn nabe. Lê devera ku tov lê şîn bibe mirov çi tovî biçîne mirov dê berê wî tovî hilîne. Ziman jî wisa ye, tu kîjan zimanî biçînî tu wê nifşek welê bibînî. Yanî mirov bi kîjan zimanî bi zarokên xwe re biaxive dê zarok bibe ji netew û nîjada wî gelê ku bi zimanê wan mezin bûye. Her çi qas ji koka xwe kurd be jî, ew dibe tiştek din. Weke dara fistiqan a ku kezwan lê hatî fitrûmkirin, her çi qas koka darê fistiq jî be ber û berhema wê êdî kezwan e. Vêca kurd dibêjin; ”Ziman dayîkniştiman e”. Niştiman ango welat rengê netewe, gel, civak û etnîkan pêk tîne û wan li gorî taybetmendiyên xwe dike di şêwe û formeke xweserî xwe de. Lewma kesek ji welatê xwe dûr bikeve an jî bi sedemên cur bi cur hatibe dûrxistin ew kes ji hemû reng, tehm, xweşî, taybetmendî, kevneşopî, hebûn û heyîna welatê xwe ya ku bi sedan û heta bi hezaran salan ta bi ta, kêlî bi kêlî, gav bi gav û bi xwîn û xwîdana milyonan kesan çêbûye û bûye nîşaneyên wî gelî yên sereke û bingehîn dûr dikeve û jê bêpar û bêhay dimîne. Ew kes dibe mîna masiyekî di binê birkek bêav de ku piştî çend xulekan êdî nikare henaseyê (nefesê) bide û bistîne, wisa ji hemû rayên jiyana xwebûnê qut dibe û mirinek spî (çandî, rûhî û sosyolojîk) di giyan û jiyana wî/wê de rû dide. Mirov dikare gelek sedem û mînakan ji bo vê yekê nîşan bide, bes ez dixwazim tenê vê bêjim; mirov li kîjan welat û erdnîgariyê û di nava kîjan civak û neteweyê de bijî mirov li gorî reng û taybetmendiyên çand, ziman, kelepora û rêûresma wan teşe digire û wisa jî dijî. Her çi qas mirov weke nifşa yekem di hişmendiya netewe, ziman û çanda xwe de be û hewldanên wan ji bo vê yekê hebin jî dibe heta demekê ew di hêla çand û ziman de serkeftî jî bin, lê nifşa duyem û di nifşa sêyem de tenê weke çîrokekê wê bê gotin ku; em demekê ji Kurdistanê hatibûne û bav û kalên me kurd bûne. Yanî em wiha zelaltir bêjin. Piştî 30-40 salan kesek kurd ê ji welatê xwe derketî wê ji xwebûn û hebûna xwe ya neteweyî, çandî û etnîkî %70-80 winda bike. Herwiha wê % 70-80 jiyanek biyanî ku çand û zimanek biyanî û serdest di jiyana xwe de çêke û bişibe wî gel û welatê ku têde dijî û wî zimanê serdest jî mîna zimanê xwe dayîkê bibîne û wisa nêzîk bibe. Ji bo welatek hatî dagirkirin jî rewş nêzî vê tesbîta me li jor kiriye. Heta ji bo welatê me (Kurdistan) ev rewş dijwartir e. Di welatên biyanî de desthilatdarî karê entegrasyonê dikin, yanî hebûna wan red nake bes dixwazin biyaniyan bişibînin xwe û çand û zimanê xwe li wan bidin hînkirin, lê li welatên mêtîngeh yanî li Kurdistanê (kolonyal) metînger û dagirker ne tenê entegrasyonê dikin, ew rasterast asîmîlasyonê dikin. Ji asîmîlasyonê jî wêdetir çand û zimanê kurdî madila (denial, înkar) dikin. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê û di hemû saziyên dewletê û yên sivîl de, heta di saziyên fermî û ne fermî ên olî de (mizgeft, diyanet, ilahiyat, mescit, kursên hînkirina Quranê û hwd.) jî bindestan (kurdan) neçarî çand û zimanê xwe dikin. Derveyî vê yekê tu şans û riyeke din ya jiyanê nadin bindest û niştecihan (kurdan). Ji ber ku zimanê dayîkê pira di navbera rabirdû (raborî) û pêşeroja gelan de ye serdest dixwazin vê pirê ji holê rakin. Kesê bi zimanê zikmakî (dayîkê) mezin nebûbe û nikaribe û nizanibe bi zimanê dayîkê biaxive, ji rabirdûya gelê xwe qut dibe, tu taybetmendî û dirûvên netewe, gel û nîjada wê/wî pê re namîne. Lewre wî/wê kesî pira di navbera xwe û rabirdûya xwe de ji holê rakiriye û deriyê xwebûnê li ser xwe kilît û mifte kiriye û êdî gelek zehmet e ku ew bikare bibe ‘’xwe’’. Ji ber vê sedemê ax û welatê mirov di heman demê de destûr, dîploma, mîsogerî û tekane riya parastina zimanê mirov yê zikmakî ye. Xweparastina neteweyî di hebûn û pêşvebirina zimanê zikmakî de ye. Jixwe mebesta serdest, dagirker û nîjadperestan ya herî mezin û sereke ew e ku gel û etnîkên cuda tune bikin. Ji bo tunekirina gelekî (weke kurdan) ya fizîkî hêza tu dewlet û artêşên herî mezin û xwînmij jî têrî nake. Bes bi asîmîlasyon, înkar û qedexekirinê ev armanc pêk tê. Lewre fîlozofê mezin ê Çînî Konfuçyus dibêje; Ji bo qedandina (jiholêrakirin) gelekî pêwîstî bi çekan nîn e, tenê zimanê wan li wan bidin jibîrkirin bes e. Di roja me de dewletên dagirker û bi taybetî jî dewleta tirk hemû rê û rêbazan ji bo jiholêrakirina kurd û kurdî û Kurdistanê bi kar tîne. Heta astekê di vê polîtîkaya xwe de bi ser jî keftiye. Bi vî awayî gelek gel ji holê rabûne û gelek jê jî li ber tunebûnê ne.

 

30.04.2023

 

Parveke

2 Replies to “ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARΔ

  1. Belê raste ”Lewre fîlozofê mezin ê Çînî Konfuçyus dibêje; Ji bo qedandina (jiholêrakirin) gelekî pêwîstî bi çekan nîn e, tenê zimanê wan li wan bidin jibîrkirin bes e.”
    Spas mamoste Bahdîn Robar. Malî ava be. Ya rastî ev hevoka Konfîçyus ya herî dawî her tiştî rave dike…

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *