Mizgîn Ronak

Hesûdî û Fesadî-Mizgîn Ronak

Her kes meneya hesûdî û fesadiyê dizane. Ji ber ku di qodên kes û civakên bindest de ev her du rewşên kambax gelek serwer in. Serwer in û hinek tevlîhev… Lewre hema bêje her kes hem fail-kiryar e hem jî mexdûr e. Hem hesûd hem fesad, hem jî ji ber hesûdî û fesadiyê bextreş. Zaroktiya ku hema her kes dibêje xwezî bi wan rojan jî di bin siya hesûdî û fesadiyê da derbas dibe. Loma jî mêr û bi taybetî jî jinên li zaroktiya me qet jî kêfxweş û dilzelal nebûn. Di nav lepên van herdu belayan de diperpitîn. Hesûdî li Hemûyê bibînê…

Pirs û bersivên dayîka Nûjen-Kamran Simo Hedilî

Nûjen xwe amade kir da here cihê cangoriyên Parîsê Sekîne, Fîdan û Leyla lê dihatine bîranîn. Hê li ber devê derî bû, dayîka wî jê pirsî. Tu yê li ser Sakîne, tiştekî bêjî kurê min? Dayîka wî Sekîne ji zîndana Amedê nas dikir û jê hez dikir. Li serdema Sekîne di zînadan Amedê de, du birayên Nûjen jî li wê dojeha bi nav girtîgehê, girtîne. Li wir dayîka wî û Sakîne dibin şirîkên êşên dojeha generalan. Li nav wan mercan, dibin mîna dayîk û keçê ji hev re. Nûjen hizirî dê dilê dayîka xwe xweş bike û got. Erê yadê, Hemûyê bibînê…

KÊLEŞÎN(FERHENGA ÇİYAN)-Muhsîn Ozdemîr

Starneke Nemir Hozan Serhad heye li ser Kêleşînê, bi qasî ku jê agah im dema ku diçe vê deverê, êvarekî di meşê de lingê wî li kevirekî dikeve û pir diêşe, di şûna li ser vê êşa xwe biêşe, dihelbestîne û dinehwirîne û piştre dike stran û distîrîne. Bi vî hawî kesê ku Kêleşîn nebihîstine jî digihîne ber guhê wan. Kêla Şîn ku were pêvebestkirin dibe Kêleşîn. Jixwe xelkê deverê jî piranî dibêjin Kêleşîn. Lê dibe ku her kes serhatî û dîroka vê Kêlê baş nizanibe. Ji xwe dîroka vê Kêlê xwe dispêre çendîn hezar sal berî niha. Kêleşîn yek Hemûyê bibînê…

Mizgîn Ronak

Melek Nehatibû-Mizgîn Ronak

Amed li wir, şev li wir, newa û awaz li wir, ez û tu û her kes li wir bû. Stran li wir, doh û îro li wir, bêhna payîzê û darên bendewariyê li wir…Sînor li wir, azadî li wir, mirin li wir, jiyan li wir bû. Lê Melek ne li wir bû! Melek çima nehatibû? Melek li ku mabû? Qey xeyîdîbû? An ji me dilsar bûbû? Koma Amed li wir bû. Şev gihaştibû Newrozê. Kilam bi cezbê, dil bi firê ketibûn. Bîr bûbûn volqan.  Bi hezaran kes li wir bûn Melek. Tev ji bo te, tev li pey te Hemûyê bibînê…

Mizgîn Ronak

Dixwazim-Mizgîn Ronak

Dixwazim dîsa ji pirtûka Civaka Palyatîf (Palyatîf Toplum, Byung-Chul Han, Metis) dewam bikim. Vê carê sernivîs, Bêmenebûyîna Êşê ye. Yanî êş jî ji mirovan hatiye stendin û bêwatekirin. Ji ber ku di Civaka Palyatîf de her tişt tevizandî û xapandî ye, helbet dê êş jî êdî ne êş be. Jixwe ku bê bîra me ev civak bi êşbir û êşkujan tê meşandin. Li cîhê ku êşkuj hikumdar bin, êş û êşkêşan dikare çi xweliyê li serê xwe bike? Tam li vir çîrokeke dayîka min a ku ez negihîştimê hate bîra min. Çimkî qehremanên wê çîrokê êşên xwe har dikirin, neditevizandin, Hemûyê bibînê…

3-Wêje û ziman-Kamran Simo Hedilî

Di wêje de bikaranîna ziman, an jî rola wêje dipêşxistina ziman de. (helbest, bexşan, sitran, çîrok, roman, cerbandin, şano, sînema û wekî din) Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandin. Lê heta ji min were, ez ê bi kurtî bejim û ez ê bi pirsan dest bi şiroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim. Gelo çawa wêjenivîs û wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, çawa dikarin xwendevan û temeşevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Pirseke din, zimanê ku berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje Hemûyê bibînê…

Mizgîn Ronak

Belkî-Mizgîn Ronak

“Heyat belkiyek e, belkî” Min gelek sal berê di helbesteke xwe ya ku di dîwana min a ewil Sêv Jî Me Dikujin(Belkî) de çap bû de wiha gotiye: “Bes belkî…tiştek, rewşeke bêdawî ye û tim ligel me ye.” Di gelek helbestên min de derbas dibe belkî, di gelek nivîsên min de. Belkî ji her tiştî pirtir belkî… Îja niha di vê îlona ecêb de belkî, weke xeyalateke dost û rûgeş digere. Carinan jî weke xeyaleke bifikar li dor û berê me diçe û tê. Piyase dike. Belkî van rojan bi rastî jî bibin despêka heyama serweriya kurdan. Belkî tu xewnereşka Hemûyê bibînê…