“Rengdêrên Namdariyé” û Pirsên Bi Xwe Re Tîne-Yaşar Eroglû

                     Mihemed Kurdî nivîskarekî ciwan e û li ser ziman û cur bi cur mijaran nivîsan dinivîse. Nivîsên wî di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derdikevin, ez bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim. Bi rastî di nivîsên wî de mijarên xwîner jê sûd wergirin gelek in, ez bawer dikim ku xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê jî weke min bi kêfxweşî dixwînin. Herî dawî nivîseke wî ya bi navê, “Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê” di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derket. Li gorî min nivîseke mijara wê nû bû. Min bi Hemûyê bibînê…

Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê – Mihemed Kurdî

Ji bêjeyên (peyv) ku çawanî û çendaniya navdêran diyar dikin re hevalnav an jî rengdêr tê gotin. Hekerengdêr bi tena serê xwe bêtine nivîsîn ew jî her navdêr in , lê heke bi navdêrekê re bêtine nivîsîn, wê demê dibin rengdêr. Rengdêr (Hevalnav) , navdêran ji aliyê rewş, teşe, reng, hejmar û nîşanêve diyar dikin.  Di rêzimana kurmancî de gelek cureyên rengdêran hene lê ez ê di vê nivîsê de behsa ”Rengdêrên Namdariyê”  bikim. Rengdêrên Namdariyê paye, rade, pêywir û asta civakê ya navên mirovan yên taybet nîşan didin. Ev rengdêr carinan têne despêka navdaran carina jî tên dumahîka wan. Jibo ku mijar bête fêmkirin Hemûyê bibînê…

TEWANG GERDENA ZÊR E DI SINGÊ KURDÎ DE-Yaşar Eroglû

Bi navê Pergala Zimanê Kurdî û Tewang nivîseke min di Kovara Nûbiharê de derket. Di zimanê kurdî-kurmancî de pergala tewangê çawa ava dibe mijara nivîsarê bû. (Nûbihar – hejm. 130) Min ev nivîsar pêşiyê şand Kovara Zendê. Kovara Zendê berê got çavkanî kêm in şûnde vegerand. Min ew kêmasî temam kir, dîsa şand. Hingê jî bi hinceta ‘tiştekî nû têde tune ye’ neweşand. Ez tê gihîştim ku bi hincetên neweşandinê li ber min dîwaran datînin, êdî min ji Zendê re neşand. Di vê nivîsarê de ez ê bi giştî pergala tewangê û hevsenga bi hêmaya xwerûtiyê re bigrim dest. Heta çiqas ku haya min jê heye, heta wê Hemûyê bibînê…

Di Derbarê Cînavka ”EW” de-Mihemed Kurdî

Peyvên ku di hevokan de cihê navdêran digrin re cînavk tê gotin. Cînavk ji bo cihê navdêran tên bikaranîn. Ango heke li cihê navê bingehîn bêjeyeke din hatibe nivîsîn ew cînavk e. Cînavk hemî taybetmendiyên navdêran digrin ser xwe. Cînavk ji sedî 15 bandorê li rastnivîsa kurdî dikin. Gelek cûreyên cînavkan hene. Bes ez dixwazim behsa cînavkên kesane yên xwerû bikim. Cînavkên kesane yên xwerû wiha ne: *Cînavkên Kesane Yên Xwerû* ”`Yên Yekjimar”` Ez ‌ Tu *Ew* ”`Yên Pirjimar”` Em Hûn *Ew* ‌ Weke hûn jî dibînin cinavka kesê sêyemîn a yekjimar û cînavka kesê sêyemîn a pirjimar jî bi Hemûyê bibînê…