Hesûdî û Fesadî-Mizgîn Ronak

Mizgîn Ronak

Her kes meneya hesûdî û fesadiyê dizane. Ji ber ku di qodên kes û civakên bindest de ev her du rewşên kambax gelek serwer in. Serwer in û hinek tevlîhev… Lewre hema bêje her kes hem fail-kiryar e hem jî mexdûr e. Hem hesûd hem fesad, hem jî ji ber hesûdî û fesadiyê bextreş. Zaroktiya ku hema her kes dibêje xwezî bi wan rojan jî di bin siya hesûdî û fesadiyê da derbas dibe. Loma jî mêr û bi taybetî jî jinên li zaroktiya me qet jî kêfxweş û dilzelal nebûn. Di nav lepên van herdu belayan de diperpitîn. Hesûdî li ser hesûdiyê, fesadî li ser fesadiyê.

Helbet sedema wan a bingehîn bindestî ye. Her tişt welê ji me stendine ku ji bilî van herdu rewşên merezdar û xwînmij tiştek nemaye. Lê ji bo ku ev herdu nexweşî di patolojiya hema bêje tev civatan de derdikeve pêşberî me, em nikarin bêjin mirovên bindest tenê di bin tesîra kodên hesûdî û fesadiyê de ne lê yên din pak û zelal in. Na, heta ku mirov û civak bi xwebûniyeke çê ji qeyd û bendên xwe û hev rizgar nebe, ev kambaxî dê bidome.

Îja welê ye ku ev herdu rewş ketine her kirasî û xwe bi her awayî derdixin pêşberî mirov. Mînak: Kirasê entelektûel. Di vî kirasî de weke rexne û analîz xûya dike gelek caran. Lê dema tu li binî dinhêrî, dibînî ku ew herdu kod li ser kar in. Mînak: Fesadî! Goya analîzan dike lê digel tev têgeh û konseptên zanyarî, polîtîk, edebî û felsefî jî fesadiyê dike. Behsa hinekan dike mesela. Xwe bi wan re muqayese dike, wan bi hinên din re, hinên din bi hinên din re. Keviran davêje hinekan dixwaze hinekan bilind bike, hinekan bike bin erdê, hinekan ji defteran bavêje. Tenê ew baş e lewre, tenê ew rast û tenê ew zana…

Yanî armanc ne bipêşxistin û bipêşvebirineke neteweyî, civakî û ronakbîrî ye. Lê qaşo kêmxistin û bilindkirina hinekan e. Îja ev fesadî nîn e çî ye? Kanî ew objektîvîzma zanistî û pozîtîf, ew keşifkariya dilpak ku rastiyê rastir û bilindtir dike?

Helbet hesûdî jî di vê rewşê de nexweşiyeke gelek giran e û di bin tev rêbaz û kirasên edebî îdeolojîk û felsefî de jî karê xwe dike. Mesela ji hemû kesên ku reben bi çi kul û halekî be jî xwe bi pêş xistine û keştiyek ji kaxiz be jî çêkirine û avêtine avê, aciz in. Li qulpan digerin ji wan re, li qusûr û kêmaniyan. Heyran jixwe kes bê qusûr nîn e. Tenê dema mirov ji dil û bi dil bimeşe, dighîje hin heyamên derûnî, kesanî, polîtîk, çandî û civakî. Lê na, îlem gere ji bilî xwe her kesî li bin erdê xin. Gere tişt û qabiliyet û qalîteya ku bi wan re tine, yan jî hem bi wan re heye hem jî bi awayên cur bi cur, bi yên ji bilî wan re jî heye nebînin. Her wiha dikin ku heyfa bê qabiliyetiya xwe jî ji yên derdorên xwe bistînin. Ji bo ku bi wan re tune gere bi kesî re jî tune be û ku hebe jî heram û bê qîmet e. Yanî çima bi wî/wê re tune gere bi kesî/êre jî tune be. Ku hebe jî şaş û bê mene ye. Tew îja ên wiha dema bi qasî serê derziyê be jî bi pêş de diçin an jî tiştekî dikin, serî û guh ji mirov dibin. Mêşê dikin gamêş, kêçê dikin hirç. Çiqas pêşketina xelkê biçûk dibînin û bi analîzên xwe yên ronak û giranbiha wan li bin guhê erdê dixin, behr û çêyiyên xwe ew qas radikin asîmanan.

Hesûdî û fesadî, du gotinên tehl û tirş in belê. Bes lazim e mirov tev bi mîkroskopekê li têkilî û analîzên xwe, li sohbet û gotinên xwe yên hundirîn û derveyîn binhêre. Em çima û çawa behsa tiştan û mirovan dikin? Analîz û rexneyên me çima herî pir ji bo ên weke me…ji bo kurdan û jinan tûj û bê însaf in? Çima em dikin û nakin ji xwesteka bêîtîbarkirina kurdên ne weke xwe têr nabin? Çima pêşketina kurdan û jinên din li xweşa me naçe û em nikarin têkiliyek sîmbiyotîk deynin? Hebe tune be zikreşî û gotinên tehl. Hela jî dema ev hal û ehwal li ser navê kurdîtî, kurdhezî û jinparêziyê derdikeve meydanê rewş xerabtir dibe.

Kole ji hev hez nakin. Ji xwe jî hez nakin lewre. Dê çawa ji yên weke xwe hez bikin ku xwe dibînin di çavên hev de. Lê gava nabînin û rastî rewşên cuda, ne bes be jî pêkhatî tên, jerjûran li hev vala dikin. Hesûdî bi pêsîra wan digire û nema berdide. Binêr, tu na, ew xwedî vê rewşê ne, te na, wan dorpêç şikand û ew gihaştin vê derê û hwd…hwd…

Jixwe fesadî jî ji vir lepên xwe dirêj dike. Ne çavdelalî û dilzelaliya entelektuel dimîne, ne objektîvîzma zanistî, ne jî hevtemamkirin û jihevhêzgirtina ronî û bi rûmetdarî. Bêhn li xwediyan jî diçike, li jiyanê jî. Paşê dibe stres û depresyon, davêje kezeban û kuxt û kuxt!!

Em bi werema tekrarê ketine welato.

Kuxtekuxta me ji ber vê ye (ji helbesta min a bi navê “welato” Weş.Aram)

Wek ku lazim e em tam ji vir û vê kêliyê bizivirin û li kodên ku me şarz dikin û birê dixin binêrin ne?

Hesûdî û fesadî yan dilzelalkerî, zanyarîhezî û kurdfîrazkerî?

Mizgîn Ronak

Parveke