Wêje Dinyayeke Bêsînor û Hevpar e- Azad Zal

Wêje qadeke bêsînor e. Tu qalib û sînoran nas nake. Dinyaya wêjeyê dinyayeke rengîn û bê sînor e. Ji ber wê jî wêje ji gelek aliyên xwe ve gerdûnî ye. Her çi qas ji aliyê ziman û çandê ve netewetî di xwe de biderbirîne jî di bingeha xwe de û ji aliyê giyanî ve gerdûnî ye. Wêje weke madalyoneke dualî ye. Aliyek jê rengê netewetî xuya dike aliyê din jî rengê gerdûnî ye. Yan jî bi awayeke din mirov bibêje; wêje fêkiyeke bihûştî ye. Kakilê wê gerdûnî ye, derveyê wê netewî ye. Hundirê wê, nava wê bi giyana gerdûnî hûnandî Hemûyê bibînê…