Mizgîn Ronak

Dixwazim-Mizgîn Ronak

Dixwazim dîsa ji pirtûka Civaka Palyatîf (Palyatîf Toplum, Byung-Chul Han, Metis) dewam bikim. Vê carê sernivîs, Bêmenebûyîna Êşê ye. Yanî êş jî ji mirovan hatiye stendin û bêwatekirin. Ji ber ku di Civaka Palyatîf de her tişt tevizandî û xapandî ye, helbet dê êş jî êdî ne êş be. Jixwe ku bê bîra me ev civak bi êşbir û êşkujan tê meşandin. Li cîhê ku êşkuj hikumdar bin, êş û êşkêşan dikare çi xweliyê li serê xwe bike? Tam li vir çîrokeke dayîka min a ku ez negihîştimê hate bîra min. Çimkî qehremanên wê çîrokê êşên xwe har dikirin, neditevizandin, Hemûyê bibînê…

Mizgîn Ronak

Belkî-Mizgîn Ronak

“Heyat belkiyek e, belkî” Min gelek sal berê di helbesteke xwe ya ku di dîwana min a ewil Sêv Jî Me Dikujin(Belkî) de çap bû de wiha gotiye: “Bes belkî…tiştek, rewşeke bêdawî ye û tim ligel me ye.” Di gelek helbestên min de derbas dibe belkî, di gelek nivîsên min de. Belkî ji her tiştî pirtir belkî… Îja niha di vê îlona ecêb de belkî, weke xeyalateke dost û rûgeş digere. Carinan jî weke xeyaleke bifikar li dor û berê me diçe û tê. Piyase dike. Belkî van rojan bi rastî jî bibin despêka heyama serweriya kurdan. Belkî tu xewnereşka Hemûyê bibînê…