Dixwazim-Mizgîn Ronak

Mizgîn Ronak

Dixwazim dîsa ji pirtûka Civaka Palyatîf (Palyatîf Toplum, Byung-Chul Han, Metis) dewam bikim. Vê carê sernivîs, Bêmenebûyîna Êşê ye. Yanî êş jî ji mirovan hatiye stendin û bêwatekirin. Ji ber ku di Civaka Palyatîf de her tişt tevizandî û xapandî ye, helbet dê êş jî êdî ne êş be. Jixwe ku bê bîra me ev civak bi êşbir û êşkujan tê meşandin. Li cîhê ku êşkuj hikumdar bin, êş û êşkêşan dikare çi xweliyê li serê xwe bike?

Tam li vir çîrokeke dayîka min a ku ez negihîştimê hate bîra min. Çimkî qehremanên wê çîrokê êşên xwe har dikirin, neditevizandin, hişyar dikirin.(Dayê, xwezî niha min kariba dengê xwe bigihiştanda ba te û te behsa aliyên vê çîrokê yên ku ji bîra min çûne jî bikira. Mesela navê wê û qehremanên wê jî nayên bîra min). Wê bihêle ji bo ranezana birîn li canê xwe çêdikirin û wan birîn tije xwê dikirin. Birînên tije xwê…dîn û har dibin ne?! Loma carinan dibin aweyekî îşkenceyê jî. Min li vî welatî gelek caran hawara birîndarên birîntijexwêkirî bihîstiye. Ha hoo,welato te çi dîtiye û çi nedîtiye!

Îcar ku em vegerin ser pirtûka xwe, dibêje ku me huner û senetê êşkêşanê winda kiriye. Êdî wateya êşê nemaye lewre. Bûye meseleya tibê û farmakolojiyê-dermannasiyê. Dême êşbir, meneyê jî dibirin û miheqeq hestiyarî û jîrîtiyê jî. Ji ber ku mirovên êşbirkirî yan jî êşkujkirî, êdî ne ew mirovên berê ne. Her tiştên xwe winda kirine û belkî êdî zombî jî nîn in.Heyîneke dermankirî, îslehkirî û perîşankirî ye.

Mînak, dema Mosyo Testeyê Paul Valery dibêje, ”Tu wateyeke êşê nîn e” gelek tiştan dibêje. Yanî ”ev gotina giran noxteya dawiyê ye ku êşê, ji şîfreyên wê yên kevnar û çandî vediqetîne, bê kok dike.”

Her wiha li gor Mosyo Teste êş nayê gotin. Ziman xera dike. Li cîhê ku êş dest pê dike gotin tê birîn. Tenê cîhên vala îşareta hebûna wê nîşa me didin.

Em îja gotinên Mosyo yên li nav rûpelên pirtûkê bixwînin.

“…Ax!” Êş dikişand. ”Tiştekî min ê girîng tune. Ez …Ka bisekinin…Libên qûmê dihejmêrim….Êşa min min dide zorê da li wan binhêrim. Ez wê difikirim. -tenê li benda feryada xwe me…çawa ku qîrîna xwe dibîhîsim- ew tişt, ew tiştê dijwar biçûk dibe…biçûk dibe û ji ber çavên min ên hundirîn diçe…”

Li gorî pirtûkê jana wî welê giran e ku Mosyo Teste ji ber wê zimanê xwe winda dike. Dinya wî xira dibe û êş wî hepsî nav bedeneke bêziman dike.

Her wiha her kes hinek Mosyo Teste ye. Ji ber ku Mosyoyê pir hesas ê ku êşên bêwate dikşîne, pêşengê mirovên nûjen ên dereng e. Her kesê/î weke wî bi awayekî obsesîf hiş û aqil daye ser bedena xwe.

Dema mirov vê gotarê dixwîne jî êş, êşbir û reva ji êşê li derdorê mirov dide lotikan. Mirov şahidiya xwe û çîrokên xwe yên wêrek an jî hêsîrên êşbiran dike. Lehengên çîrokên dayîka min jî tên bîra min û carinan li derdorê piyase dikin. Hişyar in, naxwazin razên. Xewê jî feda dikin, bêêşiyê jî. Lew bi xwe êş û janê li canê xwe peyda dikin. Da ku şiyar bimînin û nehêlin diz bikevin malê, dijmin her tiştî talan bike. Êşê kedî jî dikin. Hew hişyarokeke li can û bedena wan e êş. Da ku hişyar bimînin û pêşiya guran bigirin. Lew hêj kesî nekariye tiştekî ji wan bidize. Hêj beden jî, ruh jî, êş jî ya wan e. Hêj nehatine kedîkirin, êşê jî ew bixwe kedî dikin.

Lê niha ev pirs muhîm e; di vê nexweşxaneya nêçîrvanan de em kî ne, êş çî ye, êşbir çi ne, bo çi ne û bi destên kê dighîjin beden û ruhê me?

Mizgîn Ronak

Parveke