Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê – Mihemed Kurdî

Ji bêjeyên (peyv) ku çawanî û çendaniya navdêran diyar dikin re hevalnav an jî rengdêr tê gotin. Hekerengdêr bi tena serê xwe bêtine nivîsîn ew jî her navdêr in , lê heke bi navdêrekê re bêtine nivîsîn, wê demê dibin rengdêr. Rengdêr (Hevalnav) , navdêran ji aliyê rewş, teşe, reng, hejmar û nîşanêve diyar dikin.  Di rêzimana kurmancî de gelek cureyên rengdêran hene lê ez ê di vê nivîsê de behsa ”Rengdêrên Namdariyê”  bikim. Rengdêrên Namdariyê paye, rade, pêywir û asta civakê ya navên mirovan yên taybet nîşan didin. Ev rengdêr carinan têne despêka navdaran carina jî tên dumahîka wan. Jibo ku mijar bête fêmkirin Hemûyê bibînê…

Medrese û Bandora wan a Li Ser Zimanê Kurdî – Mihemed Kurdî

Medrese peyveke erebî ye, di kurmacnî de tê wateya fêrgeh an jî perwerdegehê. Medrese yek ji wan saziyane ku bi sedan salane zimanê kurdî parastiye û gîhandiya roja îro. Di dîroka Kurdistanê de bandora medreseyan li serzimanê kurdî gelekî mezin e. Her çendê medrese ne saziyên femiyên dewletê bin jî lê ji ber ku ji bilî medreseyan perwerdehiya bi zimanê kurdî li çi saziyên din nedihat dayin vê yekê jî dihişt ku bandora medreseyan li ser civaka Kurdistanê zêde bibe. Zimanê medreseyên li Kurdistanê bi kurdî bû. Wekî hûn jî dizanin xwendin û nivîsandin zimanan bi pêş dixe. Piraniya berhemên ku li medreseyan dihatin xwendin bi erebî bûn lê belê Hemûyê bibînê…

KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ-Bahadîn Robar

Li gorî lêkolînên zanistî û encamên xebatên arkeolojîk pêşiyên kurdan ji berî zayîna Îsa 10 hezar salan li Mezopotamyayê ji jiyana koçberî derbasî jiyana dêmanî bûne. Ango derbasî serdema gund û çandiniyê bûne. Qewmên ku cara yekem gund ava kirine û çandinî ji xwe re kirine karê debarê bê guman protokurd (dapîr û bapîrên kurdan) in. Kurd ji destpêka gundewariyê li Zagrosan û Mezopotamyayê niştecih bûne. Mezopotamya herêmeke ji hemû aliyan ve gelek dewlemend e. Bi dar û daristanan, bi çem û robaran, bi deşt û zozanan û bi çiya û geliyan weke bihuştê ye. Heta di wê serdemê de Hemûyê bibînê…

Di Berhemên Nivîskî de Girîngiya Sitandartkirina Ziman-Mihemed Kurdî

Kurd netewek kevnar û dêrînin, kurdî jî zimanekî qedîm û dewlemend e. Lê ji ber ku wêjeye kurdî nebûye wêjeya deshilatdar, wêjeya kurdî ya nivîskî jî li gorî neteweyên din gelekî dereng destpêkiriye û ji ber vên sedeman ji heta roja îro zimanê kurdî nehatiye sitandart kirin. Heke zimanek gîhaşt asta xwendin û nivîsandinê, bêgûman ew ziman êdî zimanekî parastiye û dê metirsiya windabûnê jî li ser wî zimanî nemîne. Lê belê heke zimanek ne zimanê xwendin û nivîsandinê be, vêca  ew ziman dê roj bi roj lawaz bibe û bihele. Ango bandora xwendin û nivîsandinê li ser hebûn û Hemûyê bibînê…