Medrese û Bandora wan a Li Ser Zimanê Kurdî – Mihemed Kurdî

Medrese peyveke erebî ye, di kurmacnî de tê wateya fêrgeh an perwerdegehê. Medrese yek ji wan saziyane ku bi sedan salane zimanê kurdî parastiye û gîhandiya roja îro.

Di dîroka Kurdista de bandora medreseyan li serzimanê kurdî gelekî mezin e. Her çendê medrese ne saziyên femiyên dewletê bin ji ber ku ji bilî medreseyan perwerdehiya bi zimanê kurdî li çi saziyên din nedihat dayin yekê dihişt ku bandora medreseyan li ser civaka Kurdistanê zêde bibe.

Zimanê medreseyên li Kurdistanê bi kurdî . Wekî hûn dizanin xwendin û nivîsandin zimanan bi pêş dixe. Piraniya berhemên ku li medreseyan dihatin xwendin bi erebî bûn belê paşê ew berhemên hanê ji bo zimanê kurdî dihatin wergerandin û bi kurdî dihatine şîrovekirin, lewre ev yeka dibû egera ku zimanê kurdî bibe zimanê wêje û dibû sedema pêşkeftina zimanê kurdî. Jixwe wêjeya kurdî ya nivîskî li medreseyan dest kiriye.

Destpêka avabûna medreseyan li Kurdistanê digêje sedsala 11’an. Piştî ku kurd bûn misilman, diwarê xwendin û zanistî de bi pêş ketin û bi vebûna saziyên zanis û ilmî li Kurdistanê zêde bû. Bi taybet li bajarên weke Cizîr, Bazîd, dlîs, Sêrt û Amedê medreseyên gelekî hêja hatin avakirin û divan medreseyan de ji aliyê ilmî, zanistî pêşveçûnê de xebatên gelekî hêja ji bo mirovahiyê hatinkirin.

Di medreseyên Kurdistanê de ne tenê waneyên  ayînî hatine dayîn, her wiha waneyên gelek şaxêndin ên weke felsefe, astronomî, matematîk, civaknasî, ferhengî, xwedanasî, hiqûqnasî hatine dayîn. Lewre medrese ji bo kurdan ne tenê dibistan bûn, di heman demê de medrese zanîngehên gelekî serkeftî bûn .

Di dîroka Kurdistanê de gelek kesayetên giranbiha û ulemayên mezin ji medreseyên kurdî derçûne. Hindek ji wan kesayetên ku ji medresan derçûne û mohra xwe li diroka kurd û Kurdistanê dane ev in: Melayê CizîrîMelayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Xasî, Feqiyê Teyran, Mela Xelîlê Hîzanî û Mele Seîdê Kurdî. Van keseyatan ji bo gel û zimanê xwe xebatên gelekî hêja kirine.

gûman di pêşketina wêjeya kurdî de rola medreseyan gelekî mezin e.

Li medreseyan ji aliyên ulema û helbestvan û hûnermend û nivîskaran ve berhemên gelekî serkef derçûne, lewre medrese ji bo zimanê kurdîbûne wargeh. Çiqas nivîskar û helbestvan û alimên me yên dêrîn hene hemû ji medreseyan derçûne û gelek berhemên hêja ji bo me hiştine, heta nûke gelek ji wan berheman ji aliyê  hunermendan ve têne xwendin. Lewre medereseyên Kurdistanê rêka wêje û zimanê kurdî ronî kirine. Li gel ku li medreseyan gelek kesayet û berhemên giranbiha derçûbin  , mixabin hîna gelek kesayet û berhemên ku me navê wan nebihîstine hene.

Dema em berê xwe didine dîroka Kurdistanê, em dibînin ku wêje û ziman ji aliyê zanayarên ku ji medreseyên kurdî rabûne ve hatine parastin belê hindek nivîsakarên kurd berhemên xwe bizimanên biyanî, yên  weke erebî, farisî û tirkî nivîsîne. Lewre Ehmed Xanî beriya niha bi sedan salan behsa girîngiya zimanê kurdî kiriye û xwestiye ku zimanê kurdî bikeve meriyetê. Ehmedê Xanî berhemên xwe bi kurdî nivisîne û liser perwerdehiya zarokên kurd gelekî rawestiyaye, lewre Xanî ji bo ku zarokên kurd di medreseyan de bixwînin berhemeke bi navêNûbihara Biçukannivîsiye. ”Nûbibara Biçûkandi heman demê de yekemîn ferhenga kurdî ye. Her wiha Mele Seîdê Kurdî rêka xilasiya kurdan di xwendinê de dîtiye û lewre xestiye ji bo pêşeroja gelê kurd bi navê Medresetû’z Zehra zanîngehê ava bike.

Dewleta tirk a yekperest ji hêz û bandora medreseyên Kurdistanê agahdar , baş dizanibû ku li wan medreseyan kurd bi zimanê xwe dixwînin û di her warî de bi pêş dikevin, lewre romê ev yeka ji bo xwe weke gef didît. Piştî avabûna komara Tirkiyeyê êrîşên li ser medreseyên kurdî zêde bûn û piştî van êrîşan medreseyên kurdî şikestin xwar in û piştî demekê yekcarî hatin qedexekirin.

gûman dîroka medreseyên Kurdistanê gelekî kevn e û her wiha tesîr û bandora medreseyan liser gelek beşên civakê heye me xwest bi kurtasî behsa bandora wan a li ser zimanê kurdî bikin.


Mihemed Kurdî /Mêrdîn

17.07.2023

E-Maîl:mihemedkurd47@gmail.com

 

Parveke

2 Replies to “Medrese û Bandora wan a Li Ser Zimanê Kurdî – Mihemed Kurdî”

  1. Slv. Bi rastî nivîseke bi qasî xweş û çêja xwe, hewqasî jî girîng bû. Bi zimanekî xweş û zelal hatiye nivîsandin. Mala te ava. .

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *