Kela Memê- Kamran Simo Hedilî

Kêla Memê
Roja em ji bajêr derketin, li gundê pêşiya me dest bi xebata siyasî kirî ji me re hate gotin, ”çiyayên vî welatî hemû xwediyên destan û serpêhatiyên navdar in û gelek çîrokên cuda li ser wan hatine gotin. Li gorî cih, bedewî û bilindiya çiyan çîrokbêjan, çîrokên wan gotine. Ev çîrok û serpêhatî her nifşî ji yên paş xwe re gotine û ji wan hatiye bawerkirin. Hin ji wan bûyerên evînê ne, hin yên wêrekî û lehengiyê ne.”
Çiyayê Kêla Memê jî yek ji wan çiyayê xwedî serpêhatî ye. Kêla Memê bi bilindahiya xwe ya çar hezar metreyî, ji dûr ve heybeta xwe nîşanî mirov dide. Bi latên xwe yên bilind û asê bi sarîncên xwe yên xwezayî yên salê duwanzdeh mehan berf di wan de dimîne, navdar e. Bi bayê xwe yê sar bi zozan û mêrgên xwe yên xeyalên şivan û bêrîvanan dixemlîne, serokê çiyayê li herêma Botanê ye. Bi hezaran cûreyên gul û kulîlkan lê şîn dibin. Bi hezaran gul û kulîlkên navcuda û bêhnxweş, şeş mehan Kêla Memê dixemilînin. Li werzê biharê firende çêjikan ji hêlînan difirînin. Ajelên kovî li nav hebûna bi bereket çêlîkên xwe mezin dikin. Kêla Memê bi dilovaniya dayîkekê mirovan pêşewaz dike. Lê ev dilgermî ne li pêşberî yên li dijî qanûnê xwezayê derdikevin e. Li hemberî kesên li dijî qanûnên wî û xwezayê derdikevin pir dilsar û ne dilovan e.
Mîna gelek çiyayên vî welatî, vî çiyayê jî navê xwe ji navê lehengekî evînê girtiye. Navê xwe ji navê Memê şivanê zîrek, nêçîrvanê bijartî, jêhatî û wêrekê bi destên xwe hirç sax girtine girtiye. Dibêjin ji ber wêrekî û jêhatîbûna Memê Şivan, ne dizan û ne jî ajelên dirinde nediwêrîn nêzîkî keriyê wî bibin.
Xortekî ew qas çeleng, lihevhatî bû mirov dil nedida berê awirên xwe ji ser bejina wî ya zirav û bilind biguhare. Ji temenê zarokatiyê ve li nav çiya û zozanên herêmê keriyê pez çêrandiye. Heta gihiştiya bîst saliya xwe ne pezeke xwe winda kiriye û ne jî yek bi gûr û kaftaran daye xwarin. Nehiştiye diz yekê bidizin û ne jî hiştiye ajelên dirinde yekê bikujin.
Mem keriyê xwe li cihên herî xweşçêre çêrandiye û li serkaniyan avdaye. Cihê carekê pezê xwe lê çêrandî careke din lê neçêrandiye. Kesî nedîtiye, Mem cara duyem pezê xwe li cihê berê çêrandîbe. Her sal mî û bizinên wî cêwî karik û berxik anîne. Her mî yê du berxik anîne û her bizinê du karik anîne. Gelek mî û bizinên wî salê du caran zayîne. Hê nehatî bîst saliya xwe bi şivaniyê, bûye xwediyên keriyek pez û êdî Mem bûye şivanê pezê xwe.
Bi belavbûna nav û dengê şivanî, neçîrvanî, zîrekî, wêrekiya wî re, nav û dengê hostatiya bilurvaniya wî jî belav bûye. Dibêjin, qet tu caran gopal û kevir li dijî pezê xwe bikar ne anî ye. Bi awazên bilurê kerîyê pez çêrandiye û bi dengê bilurê biriye ser avê. Dengê bilura wî li nav dengê sed bilurvanan de diyar û awazên wî cuda bûn.
Dema Mem tê bîst saliya xwe, dilê wî jî dibe nêçîra dilberekê û di tora evîna wê de dilerize. Ew û keça axayê êlê dil dikevine hev û dibine evîndar. Lê kêliya bavê keçikê ji evîna wan agahdar dibe, hemû pezê wî jê distîne, şivaniyê li nav êlê lê qedexe dike, dixwazê wî bigire û di axûrê hespan de girê bide. Lê Mem xwe nade girtin û ber bi bilindiya çiyê ve derdikeve. Rojeke tê li ser lata jorî malan bilura xwe derdixê û bifî bilurê dike. Dilê pîr û kalan xemgîn dike û evîndariya wan ya mîrî tînê bîran wan. Keç û kurên ciwan li awazên ji bilura wî derdikevin guhdar dikin û dilê wan bi agirê evînê disincire. Evîndara wî, hew xwe digire neçe gel Memê xwe. Bi dîzî ji binê konê bîst û çar sitûnan derdikeve, xwe ji êlê didizê û ber bi dengê bilurê ve direve. Pezê wî jî yeko yeko ji nav keriyên axê derdikevin û di nav latên asê re xwe digihînine şivanê xwe.
Çawa axa ji vê buyarê agehdar dibe hemû mêrên êlê bi xwe ji nav malan derdixe li Memê şivan û keça xwe digere. Çend roj û mehan li wan digerin û wan nabînin. Payîza dereng derdikevine ser çiyê û pêşî dengê hawara giriyê axê dibihîzin. Mêrên êlê û axa dibînin ji serma pez kom bi kom bûne kevir. Mem û evîndara xwe jî hevdu hembêzkirine û ew jî bûne kevir. Li wir, wê kêliyê axa navê çiyê dike Kêla Memê. Ji wê rojê û pê de bi hezarên sala ye, mirovên herêmê ji çiyayê xwe re Kêla Memê dibêjin.
Cara pêşî wextê bi şivanan re çûm nav Kêla Memê pir westiyam. Li vî çiyayê heta cihekî mirov dikare bi hêminî bimeşe ji ber rê hinekî firehin. Mirov hêdî hêdî ber bi jor ve hildikişin. Lê çi qasî rê dirêj dibin meşa mirov zehmettir dibe. Li nav lat û zinarên asê mirov neçar dibe yeko yeko û bi agehdarî bimeşe. Ji wê re jî sebreke mezin, vîneke bihêz, baweriyeke ji pola û wêrekiyeke tirsnenas dive, heta mirov karibe derbasî serê çiyê bibe. Çend derî hene rê didin ji bona mirov di wan re derbas nav çiyê bibe.
Aliyê Kêla Memê yê li Besta dinêre mîna kevanekî xuya dike. Bi geliyekî kûr dibe du beş û beşa li Cûdî û Besta dinêre bi navê Serik tê navkirin. Li vir Serik û Kêla Memê bi dilovanî mîna du evîndaran li hev dinêrin.
Li vî aliyê çiyê li ber her kaniya gelî û newalê gundek hatiye avakirin. Hin ji wan berî bi hezarên salan ava bûne û hin war berî bi sed salan ava bûne. Gelek ji van gundan piştî avabûnê wêran bûne û bêxwedî mane. Li ser her dar û kevirên van gundan nîşana oleke cuda û keda mirovên wan xuya dike. Ji roja Zerdeşt û Manî, heta xaçê Îsa peresan û heyva misilmanan, mirov li ser kevirên van kevne xirbihan dibîne. Şopa keda mirovên pêşî li nav her zeviyê li binê her darê xûya dike. Li ber kanî û avên di nav van gundan re diherikin leyîstokên zarokatiyê tînê bîra mirov. Ev gundên li nav bihuşta xwezayî hatin ava kirin, hişê mirov dibine berî dîrokê.
Ji her girî ava berfê tê tevlî ya kaniyan dibe û bi govend û dîlan ber bi jêr ve xwe ber didê xwarê. Li jêr bi sedan avên cuda digihine hev û çemê Hêzil ji wan pêk tê. Çemê Hêzil zaroka Kêla Memê û Serik e. Lê çemê Hêzil wan ji hev cuda jî dike. Serik rê didê dilxweşî û şadiya herika Hêzil. Li jor mîna zarokeke bi dê û bavê xwe re şad be, Hêzil jî wisa bi dilxweşî diherike. Lê çi qasî bi jêr ve diçe dibe mîna keçeke ber bi gihiştinê ve diçe, xweşik dibe. Piştî ger û seyrana li nav Besta, keça Botan ya serhildêr digihje kurê Botan yê xweragir Cûdî yê pîroz. Warê keştiya Nûh ê jiyan rizgarkirî, bapîrê Gotiyan.

Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *