Yaşar Eroglu – Ziman, Wêje û Kurdiya Resen

Ziman, Wêje û Kurdiya Resen
Di qada wêjeyê de ziman xaleke bingehîn a vegotinê ye. Wêje û ziman bi hev re girêdayî ne, tu car yek bê ya din nabe. Di vegotina gelek zimanan de nîqaşa zimanê resen her tim hatiye rojevê û bûye sedemên nîqaşan. Her wisa di zimanê kurdî de jî.
Ji berê ve di nav rewşenbîr û nivîskarên kurd de ev mijar tê nîqaşkirin û xuya ye ku wê bê nîqaşkirin jî. Ez dil dikim ku li ser vê mijarê boçûnên xwe diyar bikim. Komeke Nirxandina Wêje û Romanê ya girêdayî Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê heye, ev nîqaş di nirxandinên kesinên komê de gelek germ tê rojevê, hema bêjin bûye nirxandineke esas a vê komê. Ez hewce dibînim ku çend gotinan di vê mijarê de derpêş bikim.
Berî ku bikevim nav mijarê divê çend esasên wêjenasiyê diyar bikim. Di wêjenasiyê de qada romanê cihekî gelek girîng digire. Dema qala wêjeyê dibe roman ji çîrok û helbestristinê zêdetir tê bîra mirov. Ev nayê wê wateyê ku helbest û çîrok di qada wêjeyê de cihekî girîng nagirin. Em ê mijara reseniyê zêdetir di qada romanê de bigirin dest.
Di wêjenasiyê de roman li ser du xalên esas bilind dibe: Naverok-cewher (essence-öz) û teşe (form-biçim). Xala ku wêjeyê diyar dike û bingeha romanê ava dike naverok-cewher e. Cewherê romanê bi van hêmanan pêk tê; mijar, honaksazî (kurgu), tema, karakter, leheng, cih-war, erdnîgarî, şayesandin, honandin. Mijareke baş bi honaksaziyeke serkeftî ava dibe. Movika romanê honaksazî ye (em dikarin jê re bêjin îsletê romanê jî). Tema, karakter, leheng, cih-war, erdnîgarî, şayesandin hwd xwîn û goştê romanê ne. Bicihkirin, vegotineke baş, herikandin, kelecan, bandorkirina li xwîner bi riya honandinê dikare pêk bê.
Xala esas a duduyan jî ziman an jî amûr û teşe, ango teşeyê vegotinê ye. Bala xwe bidinê di vir de ziman xala pêşîn nîn e. Ziman bi teknîka xwe dikeve dewreyê. Piştî hunerê ku bi riya cewher hatiye honandin bi bikaranîna hunera ziman derdikeve holê. Ev karpêkirina ziman e. Ziman di das û çakûçê nivîskar de dirûv digire. Ew huner di destê nivîskar de ye. Hostatiya bikaranîna ziman çêj û tehmekê dide romanê yan jî nadê, ev jî di destê nivîskar de ye. Nivîskar dikare li ser cewherekî xurt hevokan bide reqisandin, dikare xwîner bi hevoksaziya xwe bibe dinyayeke din. Bi biwêj, gotinên pêşiyan, methelok, qewlik, dengbêjî û hêmayên ku ziman ew afirandine bi kar bîne û çêja romanê zêde bike.
Divê ez balê bikişînim ser ku cewherekî xurt bi zimanekî qels; zimanekî xurt jî cewherekî qels nikare xilas bike. Divê ji bo romaneke serkeftî lihevkirina cewher û teşe pêk bê û her du li hev bikin.
Em bên ser mijarê. Roman qadeke taybet a wêjenasiyê ye. Dinyayeke wisa ye ku bi mêjî, pênûs û hunera nivîskar hatiye avakirin. Bi riya hunera nivîskar jinûveavakirina jiyanekê ye. Xema nivîskar her wiha ya romanê divê tenê serkeftina vegotinê be. Ji bo nivîskar a girîng ew e ku dinyaya dixwaze vebêje baş bihone, peyamên xwe derbasî xwîner bike û dinyaya dixwaze derxe pêş esas di serê xwîner de biafirîne. Wêjeyeke xurt bi xem û qanûnên wêjenasiyê pêkan e, ne bi xemên ziman. Ger ku hewce bike nivîskar bê pirolekirin û bê fahîş dikare ji zimanekî din-biyanî peyvan deyn bigire û bixe xizmeta berhema xwe.
Hin peyv, qalib, gotinên zimanê biyanî hene ku ketine zimanê resen û di ziman de rûniştine. Her kes pê haydar e, bi rastî çêjekî jî didin hevokan û wateyê. Dema nivîskar peyvên hevwate yên bi kurdî bi kar tîne heman çêjê nade û xav dimîne. Em ji ber çi bi kar neynin? Helbet wêje ji bo pêşdebirina zimanê kurdî amûreke mezin e lê ne ew qas jî hişk, ziwa û rijî. Nivîskar ji bo pêşdebirina ziman çi ji destê wî tê divê bike lê tenê mijara wî ne ziman e. Divê mijara ziman ji zimanzanan re bê hiştin. Peywira romanê tenê pêşvebirina ziman nîn e, ger em barekî wisa li romanê bar bikin ew yek wê şaş be û dibe ku romana kurdî qels, hişk, ziwa û bê tehm bike. Jixwe hin peyvên biyanî hene ku bivê nevê em wan bi kar tînin û em ferq jî nakin.
Di rûyê cîhanê de zimanekî resen nîn e, dibe ku di daristanên Amazonan de qebîle hebin, ew jî mirovatiyê nas nekirine. Têkiliyên dagirkerî-mêtingerî, dîrokî, aborî, siyasî, olî, ragihandinî, teknolojî, înternet, dîplomasî, erdnîgarî, çandî, wêjeyî rê dane ku ziman hev binasin û bikevin bin bandora hev, serweriyê bikin, biguherînin û xwe jî biguherin. Zimanê di cîhanê de herî dewlemend, pêşketî û berfireh tê bikaranîn îngilizî ye. Lê nîvê îngilizî ne resen e. Her wiha fransizî, almanî, îtalyanî, portekîzî, îspanyolî jî ne resen in. Ev zimanan heta reforma Ewropayê ne zimanên neteweyî bûn. Lûgatên wan latînî bûn. Her wiha zimanên nordîk, silavî, kafkasî, çînî, hîndî, Asyaya mayî, Rojhilata Navîn, Afrîka û yên din jî.
Her wisa kurd û kurdî jî. Din bin neteweya kurd de gelek gelên koka wan digihîje 5000 salan weke Sumer, Gûtî, Kasît, Nehrî, Ûrartû, Hûrî, Mîtanî, Med û yên din, hene. Kurd û kurdî li ser vê kokê qewimîne, ne resen in. Zimanê kurdî ji ereb, fars, tirk, azerî, gurc, eremen, rûsan re têkildar bûye, daye û standiye. Zimanê kurdî hema bêjin bi tevahî gelên hînd-ewropî, yewnan bandor kiriye.
Hemû zimanan di qada romanê û qadên din de ji hev sûd wergirtiye. Di bin bandora van şert û mercên me li jor diyar kirin de êdî ne pêkan e ku zimanê resen bimîne. Hela ji bo zimanê romanê ku wê her tim hewceyî bi peyv û gotinên biyanî yên di zimanê resen de bi cih bûne bibîne, ev rastî qat bi qat zêdetir wiha ye.
Zimanê kurdî hewceyî parastinê ye, ji ber ku bi bişaftineke xedar re rû bû ye. Divê em weke roniya çavên xwe biparêzin, bi kar bînin, derxin pêş lê divê em hevsenga parastinê bibînin, di dewsa pêşxistinê de bi hişkereseniyê nefetisînin. Cihê kil bikin, kor nekin.
Heke na, em bi hişkereseniyê israr bikin, em ê nikaribin Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Ahmedê Bateyî rave bikin ku ew pîrê wêjeya klasîk a kurd in. Bi rastî berhemên wan ên mezin ji nivî zêdetir bi zimanên nekurdî (erebî, farisî, tirkî û yên din) pêk hatine.

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *