Dîdara 100 salî ya  Peymana Lozanê – دیداری ١٠٠ ساڵەی پەیماننامەی لۆزان ٨ ی تەموز ٢٠٢٣

دیداری ١٠٠ ساڵەی پەیماننامەی لۆزان  ٨ ی تەموز ٢٠٢٣   لە ستۆکهۆڵمی پایتەختی سوێد، ئەنیستیتووی کوردی لە ستۆکهۆڵم کۆڕبەندی دیداری ١٠٠ ساڵەی لۆزانی لە سێ تەوەر و بابەتی جیادا بۆ ١٠ نووسەر و سیاسەتمەدار سازکرد. بە ئامادەبوونی زیاتر لە ٨٠ بەشداربوو و پۆلێک لە نوێنەرانی هێزی سیاسیی کوردستانی بە هەموو پێکهاتەکانیەوە و  رێکخراوی رۆشنبیری، مەدەنی و پیشەیی کە بەشێکیان وتار و هەڵوێستی رێکخراوەکانیان پێشکەش بە بەشداربووان کرد. کۆڕبەندەکە بە سەرکەوتوویی بۆ ماوەی بێنج کاتژمێر بە تێر و تەسەڵی کۆتایی بە کارەکانی خۆی هێنا. جێگای ئاماژەیە کۆڕبەندەکە لە هۆڵی هووسبی ترێف بەڕێوەچوو.   سەرەتا بە رێزگرتن لە گیانبەختکراوانی رێگای رزگاری کوردستان Hemûyê bibînê…

Hevpeyvînek li gel Serokê Înstîtuya kurdî li Stockholmê, rêzdar Kamran Simo Hedilî

HEVPEYVÎN LI SER KAR Û XEBATÊN ÎNSTÎTUYA KURDÎ LI STOCKHOLMÊ Ji bo ku em ji nêz ve kar û xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê ku ji sala 1996’an heta niha xebatên zimanê kurdî dike nas bikin, me ji bo xwînerên xwe yên hêja hevpeyvînek bi serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî re kir. Simo di hevpeyvînê de behsa rol û mîsyona enstîtuyê, xebatên wan ên atolyeyên li ser ziman, koma helbestan, koma xwendin û nirxandina romanan û gelek kar û xebatên din ên vê saziyê kir. Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê kengî û li ser kîjan hîman hatiye damezrandin? Hemûyê bibînê…

Înstîtuya kurdî li Stockholmê – Ji bo raya giştî!

Ji bo raya giştî! Wekî di rojevê de tê şopandin, Dewleta Turkiyeyê bi hemî hêz, çek, çeteyên alîgir û dewletên dagirker ên Kurdistanê, bi awayekî koordîneyî û bêyî ku ti sînorên mirovatiyê nas bike, êrîşî destkeftîyên Kurdan û gelên Kurdistanî dike. Rêveberiya Erdogan û Bahçelî, serê pêşîn êrîşî baxçeyên zarokan (kreş) ên bi zimanê zikmakî û dibistanên Kurdî kirin û deriyên hemî baxçeyên zarokan, rojname, kovar û saziyên çandî girtin. Pişt re hemî hilbijartiyên Kurd ên temsîlkarên îrada gelê Kurd avêtin zindanan û diktatoriya xwe nîşanî hemî cîhanê dan. Herî dawî jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikin ji Hemûyê bibînê…

Şoreş Reşî – Lêkolînên Dawî yên li ser zimanên Hînd-Ewrûpî

Lêkolînên Dawî yên li ser zimanên Hînd-ewrûpî Kovara ”Språk” (ziman), hejmara 5 an ya ku li Swêd teyî belav kirin de, prof. Jenny Larsson nivîseka balkeş li ser lêkolînên dawî yê li ser ziman belav kir. Jens Magnusson jî gor reşnivîsê xêzê wê kirine. Larsson radigîhînê ku lêkolînên dawîyê li ser ziman, ji encama DNA yên ji ser hestîyên mirov hatine girtin derketine holê. Ew lêkolîn awayekî nû ye û belavbûna zimanê Hînd-ewrûpî nîşan dide. Gor vê yekê, gelên bi vî zimanî diaxifin ji bakûrê behra Reş û behra Kesk belav bûne. Gor lêkolînên berê li ser ”Arîyan” hatine kirin Hemûyê bibînê…