Hevpeyvînek li gel Serokê Înstîtuya kurdî li Stockholmê, rêzdar Kamran Simo Hedilî

HEVPEYVÎN LI SER KAR Û XEBATÊN ÎNSTÎTUYA KURDÎ LI STOCKHOLMÊ Ji bo ku em ji nêz ve kar û xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê ku ji sala 1996’an heta niha xebatên zimanê kurdî dike nas bikin, me ji bo xwînerên xwe yên hêja hevpeyvînek bi serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî re kir. Simo di hevpeyvînê de behsa rol û mîsyona enstîtuyê, xebatên wan ên atolyeyên li ser ziman, koma helbestan, koma xwendin û nirxandina romanan û gelek kar û xebatên din ên vê saziyê kir. Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê kengî û li ser kîjan hîman hatiye damezrandin? Hemûyê bibînê…

Bêrîvan Xizêmzer – Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê

Bernameya 24.04.2021 ya Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê Şêwra berhema Rafel Akgun Tespo ya bi sernav ”Ra Hanorya” bi moderetorîya Bêrîvan Xizêmzerê dest pê kir. Piştî xêrhatin li beşdaran hat kirin, Xizêmzerê axaftina xwe bi helbesta Rafel Akgun Tespo ya bi sernav Mirin e domand : Mirin Her kes li dû hezar û sed mirinên şevê ye Talde, kozik, xendek, xwîn û agir Kemîn, şer û pevçûn, pî û pepik Her kes xemgîn e, biêş e, di nav kederekê de ye Her kes di nav hezar û sed tirsên şevê de ye Xubar, ax, berf, bahoz, baran Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Nameyek ji Pîrê serfiraziyê re

Nameyek ji Pîrê serfiraziyê re ´´Min nikarî li pêşberî vir û hîleyên we biserkevim. Ev ji min re bû dert. Lê min jî bejna xwe li ber we netewand. Bila ev jî ji we re bibe dert.´´ Seyîd Riza Pîrê min, me vê carê maskeya li ser rûyên Kemalîstên nîjadperest û ya li ser rûyên melayên sextekar baştir naskiriye. Êdî hew dikarin rûyên xwe yên bi qirêj bi maskeyên cuda veşêrin. Ji ber wê mîna gurên devbixwîn bi awayekî sîstematîk êrîşî ser hemû rayên jiyana kurdan dikin. Her ku diçe êrîş û zextên wan mîna êrîşên dema we dijwar dibin. Hemûyê bibînê…