3-Wêje û ziman-Kamran Simo Hedilî

Di wêje de bikaranîna ziman, an jî rola wêje dipêşxistina ziman de. (helbest, bexşan, sitran, çîrok, roman, cerbandin, şano, sînema û wekî din) Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandin. Lê heta ji min were, ez ê bi kurtî bejim û ez ê bi pirsan dest bi şiroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim. Gelo çawa wêjenivîs û wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, çawa dikarin xwendevan û temeşevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Pirseke din, zimanê ku berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje Hemûyê bibînê…

Wêje – Kamran Simo Hedilî

Peyva wêje ji gotina ´´bêje´´ hatiye. Ereb jê re edeb an jî edebiyat dibêjin. Latînî jê re lîteratur dibêjin. Ji hunera bûyeran, raman, hest û xeyalan bi awayekî spehî(estetîkî) bi riya ziman hatî derbirînkirin re wêje tê gotin. Wêjevan an wêjenivîs her dem dixwazin tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber mijara wêjeyê mirov û jiyan e. Dixwazin aliyên mirovên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxine holê. Heta ji wêjenivîsan tê hevpariya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina Hemûyê bibînê…