ÇÊKIRINA KULAVAN – Bahadîn ROBAR

Kulav, ev heyber e ku ji hirî û livayê hatî çêkirin a berê gel û bi taybetî koçer û gundiyan li şûna merşik, berik, mehfûr û hwd. li nava malên xwe radixistin. Beriya ku em qala kêrhatin û girîngiya wî bikin em ê pêvajoya çêkirina wî vebêjin. Lewre divê em di serî de bidin xuyakirin ku hirî yan jî liva ji ku tê û çawa dibe kulav. Her wiha em ê cudahiya ”hirî” û ”liva”yê jî bibêjin. Hirî, pûrta pezê mêşin e, ango pûrta mih û beranan e. Li gorî rêgez û pîvanên sewalkariyê di hundirê salekê de careke pez Hemûyê bibînê…

ŞIVANÎ (Şivanên Kurd)- Bahdîn Robar

Di zimanê kurdî de ji kesên berevanî, çavdêrî û parastina pezî (mih, bizin û ajalên weke wan) dikin re ‘şivan’ tê gotin. Peyva şivan ji du kîteyan pêk tê. Di zimanê kurdiya kevin/avestayî de peyva şivan weke ‘’fşûpane’’ di pehlewiya kevin de ‘şupan û şpan’ e. Di zimanê almanî de ‘’Schafhirte’’ ye. Di piraniya zimanên Hînd-Ewropî, di farisî de ’çûban’, û di forma kevintirîn de ‘şoban’, di ermenkî de ‘ç’oban’, di hîndûyî de ‘çûpan’ di belûcî de ‘şibank’ û hwd. e. Di zaravayên zimanê kurdî de jî, bi soranî ‘şiwan’, bi şêxbizinî ‘şuwan’, bi zazakî û hewramî ‘şiwane’ ye. Ji Hemûyê bibînê…

KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ-Bahdîn Robar

Li gorî lêkolînên zanistî û encamên xebatên arkeolojîk pêşiyên kurdan ji berî zayîna Îsa 10 hezar salan li Mezopotamyayê ji jiyana koçberî derbasî jiyana dêmanî bûne. Ango derbasî serdema gund û çandiniyê bûne. Qewmên ku cara yekem gund ava kirine û çandinî ji xwe re kirine karê debarê bê guman protokurd (dapîr û bapîrên kurdan) in. Kurd ji destpêka gundewariyê li Zagrosan û Mezopotamyayê niştecih bûne. Mezopotamya herêmeke ji hemû aliyan ve gelek dewlemend e. Bi dar û daristanan, bi çem û robaran, bi deşt û zozanan û bi çiya û geliyan weke bihuştê ye. Heta di wê serdemê de Hemûyê bibînê…

ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ

ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ Bahdîn Robar Xwînerên birûmet, di vê gotara xwe de ez ê hewl bidim peywendî, girîngî û bandora ziman, çand û erdnîgariyê rave bikim. Lewre ji berî ez bikevim nava mjarê ez dixwazim bi gotineke pêşiyan a binirx û watedar derî li mijara xwe vekim. Ev gotin wiha ye; ”Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”. Ev gotina pêşiyan bi me dide zanîn ku ka zimanê dayîkê çi qas girîng e û herwiha divê di xak û welatê xwe de azad û serbest bijî. Nîşan û heyînên herî dîyarde ku mirov û Hemûyê bibînê…