Tahamûla ji rexneyan re û pêşin hukimî-Şoreş Reşî

Di 4’ê meha Tîrmehê de, ”Koma Nirxandina Romanê ya Înstitûya Kurdî li Stockholmê” pirtûka nivîskar Yildiz Çakar a bi navê ”Deriyê Winda` xwend û li ser wê endamên komê dîtinên xwe pêşkeş kirin. Mehek berî wê jî romana min a bi navê ”Siwariyên Sersor” hatibû nîqaşkirin. Li ser her du romanan jî endamên komê, çi erênî, çi jî neyînî dîtinên xwe anîbûn ziman. Mirov dikarê bibêje ku çarçoveya nirxandinan, pesnan an jî rexneyên li ser berheman hatine kirin hema hema bi heman şîwêyî bûn. Li ser romana min a ku bi salan min li ser lêkolîn kirî, jiyana xwe bexşandiyê, Hemûyê bibînê…

Şoreş Reşî -Gelo kroat (xirwat) kurdin?

Gelo kroat (xirwat) kurdin? Di van demên dawî de, di nava civaka me û medya civakî de min gelek caran bihîstîyê ku dibêjin: ”mîletê kroat, kurdin û ew jihev veqetîne!” Ji bo ku rastiyê meselê ji nêzik ve bibînim, hinek çavderîyan bikim û hinekê jî wesanîya xwe derxim îsal çûm Kroatîstanê. Gor zanyarîyên heyî, li ser navê xirwat teorîyên cuda hene û nav bi gelek curayan tê ser ziman: Wek Hrvatî/krawat/Kroat/Cruat û hwd. Li ser ve peyve, di belgeyeka ji sala 885 an de mayî ”Cruatorxvm” hatiyê nivîsîn lê tam nê zanîn ku wata wê çiyê û ji ku hatiyê. Hemûyê bibînê…