Melek Nehatibû-Mizgîn Ronak
Amed li wir, şev li wir, newa û awaz li wir, ez û tu û her kes li wir bû. Stran li wir, doh û îro li wir, bêhna payîzê û darên bendewariyê li wir…Sînor li wir, azadî li wir, mirin li wir, jiyan li wir bû. Lê Melek ne li wir bû! Melek çima nehatibû? Melek li ku mabû? Qey xeyîdîbû? An ji me dilsar bûbû? Koma Amed li wir bû. Şev gihaştibû Newrozê. Kilam bi cezbê, dil bi firê ketibûn. Bîr bûbûn volqan. Bi hezaran kes li wir bûn Melek. Tev ji bo te, tev li pey te Hemûyê bibînê…


