Amed li wir, şev li wir, newa û awaz li wir, ez û tu û her kes li wir bû. Stran li wir, doh û îro li wir, bêhna payîzê û darên bendewariyê li wir…Sînor li wir, azadî li wir, mirin li wir, jiyan li wir bû. Lê Melek ne li wir bû!
Melek çima nehatibû?
Melek li ku mabû?
Qey xeyîdîbû?
An ji me dilsar bûbû?
Koma Amed li wir bû. Şev gihaştibû Newrozê. Kilam bi cezbê, dil bi firê ketibûn. Bîr bûbûn volqan.
Bi hezaran kes li wir bûn Melek. Tev ji bo te, tev li pey te hatibûn. Dilkê te yê bêdawî ji dilê wan tevan re bûbû dil. Û xwe hiltavêt û difiriya û difûriya bi bêhna yasemînên azadiyê. Bes tu ne li wir bû Melek. Weleh çav giş li te digeriyan. Awir bûbûn bahozên birçî û li te digeriyan. Tew ew sûret…Ew sûretê te yê ku di ser tevî derd û kulan re jî dikeniya. Ew sûretê rûmetê yê ewil û dawî. Ew kena te ya nehs û zarok jî xenceran diçikand li ser birînê.
Dilo xencero…
Meleko nehato…
Nehato û Amûda dilayo…
Bajar bi cinan ketibû. Bajar bi kilamên Melekê Me yê Tawiz û welatperwer bi cinan ketibû lo. Zarokan jî sond dixwarin digotin ku ew jî hevalên Melekê bûn û bi hev re strabûn. Zarokên pênc-deh salî lo! Hemû ji nifşê 1990an bûn û bi Melek re rabûbûn rûniştinûn, pê re stran honabûn, mirî şiyar kiribûn. Zarok hemû ji nifşên Melek bûn lo! Cih nemabû ku pev re negerabûn, zincîr nemabû ku neşkandibûn.
Herçî yên li nasnameyên wan Beriya 2000an nivîsandîbû…Ew ji ser hemdê xwe çûbûn û didîtin ku giyanê Melek bûye tişta ku lê geriyane. Per û bask li wan çêbûbûn û digotin:
Me jî ! Me jî TU DÎTÎ Melek. Em jî ji nifşê te ne.
Ên bi nasnameyên xwe ji salên notî bûn jî li wir bûn. Ên serhildêr û berxwedêr û Melekger… Bes hinên ji heman nifşî jî hebûn ku şerm dikirin. Hem ji heman nifşî hem jî şerm..Ji toza li ser ser û rûyê xwe şerm dikirin. Ji dûrketina ji awazên Melekîn şerm dikirin. Ji bêhna pereyên ku ketibû ser canên xwe şerm dikirin. Ji fêlbazî û bêxeyaliya ku xweliya xwe li ser serê wan wer kiribû şerm dikirin. An jî şerm nedikirin. Diviya şerm bikirana, lê nedikarîn şerm bikin. Ji bo ku ji Ruhê Notî dûr ketibûn, êdî şerm jî bi destê wan nediket. Îja dixwestin bi wan kilam û wê govendê xwe ji wan hemû toz û tibar û kirêtiyan pak bikin. Lê nedibû, nedibû. Dilpakî û jînpakî ne hêsan bû û piştî hin heyaman nema bi dest diket. Pakrewanî ne formayeke ku bi çûndina konserekê her tiştî helal û zelal bike.
Stran li wir bûn. Tembûr û saz. Gotin û hest û awaz…Giyanên ku bi wan stranan dînewer bûbûn û bi çiyan ketibûn jî li wir bûn. Jixwe çiya jî li wir bûn, Rustemê Zal û Egîd, Zarîfe, Bêrîtan û Cemşîd. Doh jî li wir bûn, îro jî û siberoj jî li wir bû.
Bes ew çi sûret bûn. Koma Amed çima li sûretên ne sûret bû. Û çiqas ji Melekê dûr bûn, ew sûret, çiqas ne MELEK! Çi bi rûpoş bûn ew sûret, çi kenzexel.
şeva stranên notî bû, ew şev. Şeva giyaneke wêrek û sînorşikên. Şeva melekên azadî û xwebûna vî welatî bû ew şev. Şeva çûyiyên ku bûne roniya çavan. Şeva melekên man û nemanê.
Lê Melek nehatibû!
Melek çima nehatibû?
Ku em bi stranên wî yên lal û bi hawar gazî bikin, dê were gelo?
Rastî û xeyal û newa û stran hemî melekîn bûn.
Lê MELEK NEHATIBÛ.
Ax Melek nehatibû!
Di her cara ku em wiha ji bi hezaran Melekan mehrûm mabin de,em ê bêjin;
Ax!Melek nehatibû!
Mizgîn Ronak
