KÊLEŞÎN(FERHENGA ÇİYAN)-Muhsîn Ozdemîr

Starneke Nemir Hozan Serhad heye li ser Kêleşînê, bi qasî ku jê agah im dema ku diçe vê deverê, êvarekî di meşê de lingê wî li kevirekî dikeve û pir diêşe, di şûna li ser vê êşa xwe biêşe, dihelbestîne û dinehwirîne û piştre dike stran û distîrîne. Bi vî hawî kesê ku Kêleşîn nebihîstine jî digihîne ber guhê wan. Kêla Şîn ku were pêvebestkirin dibe Kêleşîn. Jixwe xelkê deverê jî piranî dibêjin Kêleşîn. Lê dibe ku her kes serhatî û dîroka vê Kêlê baş nizanibe. Ji xwe dîroka vê Kêlê xwe dispêre çendîn hezar sal berî niha.

Kêleşîn yek ji wan gewriyên naskirî ye ku dikeve navbera bajarê Şino û devera Sîdekanê, ev nav jî vedigere ser hebûna kêleke kevirîn a şîn ku nîşaneya şûnwarekî kevnar ê dîrokî ye di herêmê de. Her çiqasî ev kêl ji cihê xwe yê bingehîn hatibe veguhestin û li mûzexaneya Ûrmiyê de be jî, cihê wê heta niha jî bi heman navî tê gotin. Ji vê jî zêdetir, navê Kêleşîn bûye navê yek ji çiyayên bilind ên herêmê ku 2180 metreyan bilind e. Li ser lûtkeya vî çiyayî ku dema mirov li derdorê dimeyzîne hemû deverên Mukriyanê, Qendîlê Mezin, Çiyayên Colemêrgê û gelek dever û çiyayên başûrê Kurdistanê jî dixuyên.

Kêleşîn di edebiyata tevgera neteweyî ya gelê kurd de xwedî navekî berbiçav e. Ji ber ku weke yek ji wan gewriyên giring tê hesibandin ku di çendîn qonaxên cuda cuda yên dîroka herêmê de xala/devera serekî ya peywendî û derbazgeha leşkerî bûye di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê de. Gewriya Kêleşînê bala gelek kesên ku ji mêjve û heta deh sal berî niha jî di herêmê de derbas bûne kişandiye, weke yek ji şanaziyên bav û kalên gelê kurd û nîşaneyeke zindî ya şahidan di mezinahiya dîroka wan a neteweyî tê hesibandin.1

Perestgeha Ardînê (Mûsasîrê)

Çêkirina vê peristgehê vedigere sedeya nehan berî zayînê, nîgara wê jî ji aliyê nîgarkarekî Asûrî ve hatiye nexşandi, ku em dikarin behsa wê ya asanî bikin. Banekî mîna nişaneya (ʌ)yê û pêşiyekî bi forma sêgoşeyî ku bi awayekî taybet hatiye estetîzekirin. Serbanê perestgehê li ser şeş stûnên mezin û xurt hatiye danîn. Dîtina vê perestgehê teşe û ruxsarên perestgehên yûnaniyan tîne pêş çavan ku di demên dîrokên piştre jî tê dîtin.

1 Perestgeha Mûsasîrê2

Dîwarên hundirê perestgehê bi nîgar û wêneyên rengareng hatine xemilandin ku şêweyê xwedayan, heywanên pîroz, hin wêneyên din ên girêdayî ol û jiyana Ûrartûyiyan têde hatine xêzkirin. Ji xeynî van dîwar bi gelek nîgarên din ên şêweyê endazeyî (geometrik) û wêneyên gul û giyayên taybet hatine nexşandin. Hêjayî gotinê ye ku heman nava perestgehê de kevirên çargoşe yên reş û spî di lêkirina dîwaran de hatine bikaranîn. Her wiha zemîna perestgehê şêweyê kevirî û kaşîkarî (Tesselasyon) yê pê ve tê dîtin. Ew darên ku di binesaziya wê de hatine bikaranîn jî bi mebesta bedewîyê û qayîmbûnê ye û bi metaleke taybet hatine rûkirin. Xuya ye di wan karên kevirkarî yên li ser koşka şahê Asûrîyan Sargon hatine kirin de dîmenê bajarê Musasîrê tîne ber çavên me ku piraniya xaniyên vî bajarî sêqatî ne û bi du rêzên nêzîk û li hember hev dirêj dibin. Di naverasta vê de jî dîmenê perestgeha Xaldî pir berbiçav dixuyên.

Hevzeman bi êrîş û serdegirtinên padîşahê Asûrê Sargon (722-705 b.z.), di sala 714 b.z. de bi mebesta têkbirin û hilweşandina hevbendiya di navbera Ûrartû û Medan û dûv re jî dîlgirtina şahê Med (Diyako) û bi malbata wî re sirgûnkirina wî bo bajarê Hemaya Şamê3 bi şûnde, Sargon di vegera xwe ya Asûrê de, bajarê Musasîrê bi tevayî wêran û kavil dike û perestgeha wê ya pîroz jî hildiweşîne û talan dike.

 

Kêleşîn4 li xwe yê                                      Kêleşîn 5                                            Kêleşîn6 Kêleşîn li eslî                                                                                                                                                                                          Muzexaneya Urmiyê

Lêkolînên arkeolojîk ên li ser Kêleşînê

Friedrich Eduard Schulzê alman (1799-1829) kesê pêşînêewropî ye ku di sala 1829 de hatiye Kêleşînê û ev Kêl dîtiye û nivîsên li ser kêlê kopî kirine. Lê bextê reş ê vê şûnwarê, çend roj piştî pêkanîna vê geştê, di herêmeke nêzî navçeya Elbak (Başkale)a Wanê ya bakurê Kurdistanê, ev lêkolîner ligel du efserên Îranê û çar xizmetkarên xwe tên kuştin û hemû kelûpel û kopî û alav jî tên talankirin.

Piştî wî, asûrologê îngilîz ê navdar Sir Henry Creswicke Rawlinson (1810-1895) hatiye vê derê hinek nivîsên Kêleşînê kopî kirine. Vêca Nîkolay Xanîkov (1822-1878) tê Îranê, di nav salan de (1857-1859) hin ji nivîsên Kêleşîn xistine nav qaliban ku niha ew nivîs ber destên wan nemane. Arkeolog Bilaw di sala 1858an de ji nivîsên li ser Kêlê qalibekî xweş werdigire lê bextreşiya wî jî, di dema vegerê de di rê de ev qalib dişken û hûr dibin. Hemû hewldanên wî yên li ser parçeyê qalibên ku şikestine jî encamekî nadine dest û tiştekî nû bi dest naxe. Piştî demekê, zanyarê navdar A. Ha. Says lêkolînekî li ser parçeyên şkestî yên hatîn lêkdan pêk anîne û heta radeyekê nivîsên wê serrast kirine.

Cara dawîn, arkeologê navdar ê fransî Jean-Jacques de Morgan (1857-1924) di sala 1890an de şablonek-klîşeyek- ji nivîsên Kêleşînê bi dest xist û ji yek asûrologê herî navdar ê bi navê Pr. Şayl re şand. Ev jî cara ewil e ku şabloneke temam ji van nivîsan tê çêkirin ku piştî lêkolîneke dûr û dirêj ji forma wê ya asûrî mifteya deriyê xwendina nivîsan tê dîtin û di rojnameya Parîsê “Pequild Souf Avaks”’ê de bi şêwaza jêrê hatiye xwendin û weşandin:.

“Wê demê ku ez Îşpuynî kurê Sardur/şahê mezin, şahê hêzdar/şahê cîhanê/Şahê welatê Naîriyê,7 serwerê mezin ê bajarê Tûşpaşar, 8/û/kurê wî Minua/ li cem xwedayê Xaldî/ ber bi bajarê Musamîrê/ ber bi perestgeha berz û bilind/ ku ji bo xwedayê Xaldî/Hatibû çêkirin/Hatin – Îşpuynî nivîsek jê re hûnand-Îşpuynî kurê Sardur çekên giranbiha û hin keriyên bedewanîne/Îşpuynî alavên mefreqî, firaq û devikên mexreqî/anîne Îşpuynî gelek kerî anîne (ku)/Ev hemû diyarî/ dubare ji nû ve ji bo vê perestgehê/ biryar hatiye dayîn/Îşpuynî/ ev hemû diyarî/ li hemberî deriyê Xaldî/ ji xwedayê Xaldî re/ Ji bo berdewamiya jiyana xwe/erzan dihesibîne…Îşpuynî ji bo efûkirinê/ 1112 ga/ 129 (9) bizin û beranê qelew/ 12490 bizinên qelew/ Ji bo perestgehê aniye/ Wê demê Îşpuynî kurê Sardûr/şahê mezin, şahê hêzdar, şahê Cîhanê, Şahê welatê Naîriyê, Serwerê mezin ê bajarê Tûşpaşarê /Li ber xwedayê Xaldî ji bo niyazê/ Hat…

Şêwe û Ruxsara Kêleşînê

Ev kêla kevirîn ji du aliyan ve bi rênivîsa mîxî (bizmarî) li ser hatiye nivîsandin, li aliyekî bi ûrartûyî û li aliyê din jî bi zimanê asûrî li ser hatiye nivîsandin. Nivîsa vî aliye dawiyê hin jêçûn têde çûbûye; ji ber ku weke nîşangirtinê ji aliyê hin kesên sade û asayî yê deverê ve çend gule lêketine lê belê tevî vê tehrîfê jî, nivîs hê jî dikare were xwendin, berevajî rûyê/aliye ûrartûyî ku pir baş maye û tu jêçûn têde çênebûye baş jî tê xwendin.

Hewldanên Veguhestina Kêleşînê

Di sala 1917an de general…9, ji nûnerê konsulê Rûsyayê yê li Îranê (Vasîlî Nîkîtîn) daxwaz kir ku li gorî fermana Qeyserê (Çarê) Rûsyayê Nîkolay Aleksanderof Romanov, vê kêlê veguhêze mûzexaneya Tiflîsê. Lê bele Nîkîtîn li gorî gotina “kevir di cihê xwe de giran e” amade nebû vê kêlê ji cihê wê yê dîrokî derxîne û hincetên curbecur ji bo cîbicîkirina fermanên general da. Ji destpêkê ve hinceta “ku di demsala havînê de ye, divê, veguhestina kêlê bo werza zivistanê were paşxistin” bû. Ji ber ku di vê demsalê de kêl bi rehetî di ser berfa herêmê re dikare were derbaskirin10.

Zû zû zivistan hat û Nîkîtîn li pey peydakirina hinceteke din ket, vê carê jî got, ew kêl xala xêzkirin û nîşana sînorê di navbera her du dewletên Îran û Osmanî de ye û bi tu awayî ji cihê xwe nayê leqandin. Lê dema ku general kêl bi xwe dît, bi vê hincetê qayil nebû. Nîkîtîn xwe spart hîle û fêleke din a taybet; bi taybetî dema zanî ku general ji efsaneyan û xurafeyan bawer dike, vê carê jî got; “ev kêl-kevir, kevirekî ‘nifrînewî-lanetî’11 ye û bi cureyekî nefretê tîne serê her kesê ku wî ji cihe xwe bilivîne û destkariyê lê bike. Vê hîleyê bi asanî cihê xwe girt û general dev ji hizra veguhestina kêlê berda.

Di dawiyê de, ji ber ku ev kêl di piraniya peymanên destnîşankirina sînorên dewletî yên di navbera ewleta Îran û Osmanî, dû re jî Îran û Iraqê de weke xala sînor hatibû diyarkirin, ji ber vê yekê, yek ji van welatan nikarîbû destkariyê li vê kêlê bike û veguhezine muzexaneyên xwe. Îranê îdia dikir ku kêl 30 gavan di nav axa wê de ye12. Lê ya rast ew e ku ev kêl li kêleka xala diyarkirî ya sînorê Îran û Iraqê bû. Cara dawî di dema destpêkirina şerê Iraq û Îranê de, bi taybetî di sala 1985an de, piştî çendîn şer û pevçûnên giran li van navçeyên sînorî de qewimîn, Îranê ev kêl bi hinceta ku berhemeke dîrokî ye û divê ji top û çekên din bê parastin ev kêl veguhest, niha ev kêl li muzexaneya bajarê Urmiyê de ye.

 

1 Ojen Pîtar (Öjen Pitar )dinivîse ku tekane nijada ku dikare xwe bermayiya vê şaristaniya mezin bihesibîne Kurd û Ermenî ne. Binêre: Ojen Pîtar (Öjen Pitar): Nijadha ve Tarîx, (Parîs, 1924), S.385.

2 https://bilimvegelecek.com.tr/index.php/2014/08/01/kuzey-irakta-bir-urartu-tapinagi-kesfedildi/

3 I. M. Dyakonof: Tarîxê Mad, tercumey Kerîm Keşawerz ، Intişaratê Peyam, (Tehran, 2537 Şahenşahî), s. 175.

4https://fa.wikipedia.org/wiki/%D8%B3%D9%86%DA%AF%E2%80%8C%D9%86%D9%88%D8%B4%D8%AA%D9%87_%DA%A9%D9%84%D9%87%E2%80%8C%D8%B4%DB%8C%D9%86

5 https://www.kojaro.com/history-art-culture/129169-kale-shin-inscription-war/

6 https://www.kojaro.com/history-art-culture/129169-kale-shin-inscription-war/

7 Naîrî konfederasiyonek eşîrên li başûrê gola wanê pêk hatibûn ku şahê asûr Tukultî Nîturta/ Tukulti-Ninucta (1200-1218 bz.) têk birin.

8 Bajarê Tuşpayê paytexta welatê Ûrartûyê bû, li ser Gola Wanê an jî bajarê Wanê yê îroyîn, li navenda Wanê hê jî hin bermahiyên wê tên dîtin.

9 Basîlî Nîkîtîn navê wî generalî nabêje.

10 Basîl Nîkî tîn: Xatirat w Sefernamê, tercumey ‘Elî Muhemmed Ferewşî, Çapê 2, (Tehran, 2553 Şahenşahî), S. 243.

11 Mebesta kuştina Schultz ew e ku yekemîn kopîkerê vê kêlê ye, di sala 1839’an de ji hêla hin êrîşkarên nenas ve hate kuştin.

12 Yek ji wan hincetên ku Îranê ji bo veguhestina wî bikar dianiya.

Parveke