Gelo Çima Miradê Dewrêş û Edûlê Nebû -Mihemed Kurdî
Beriya çend rojan ez ji bo dîtina gora Dewrêşê Evdî çûm beriya Wêranşarê. Bi rastî dema ez çûm ser girê Edşanê û min gora Dewrêşê Evdî di wê rewşê de dît, ez gelekî xemgîn û hestiyar bûm. Belê gora wî Dewrêşê ku li ser bi sedan helbest û dûrik û sitran hatine gotin îro bêxwedî ye. Kîjan dengbêjê me yê mezin ma ye ku evîn û lehengiya Dewrêş Evdî nekirine sitran û negotine. Ji M.Arif Cizrawî heta Miradê Kinê, ji Karapetê Xaço heta Şakîro kê dilê xwe bo Dewrêşê Evdî parçe nekiriye. Vêca ma ne şerm e ji bo me Hemûyê bibînê…