Rastıya Tofanê
Pêşgotın
Ji bo ku mirov rûpelên dîrokê baş tê bighêje, divê mirov xwedî hewldanên cidî be û bi mereqeke balkêş têbikoşe. Ev têkoşîn jî bi hezkirina xwendin û lêkolînan bi ser dikeve.
Ji ber gelek bûyerên ku di pêvajoya jiyana mirovahiyê de çêbûne, ji destpêka hebûna mirov li ser rûyê vê zemînê di gelek pêvajoyan re derbas bûye ku vê pêvajoyê bi xwe re gelek boblet anîne.
Mirovan jî hem devkî hem jî nivîskî li ser zimanan gerandine û xistine warê nivîsê.
Lê belê ramanên mîtolojîk di hişê mirovan de li pêş bû, dibe ku ji bo bersiva wan pirsnîşanên di serê xwe de bibînin, asoyê xeyalên xwe vekirin û xeyalên xwe bi kar anîn. Ji ber vê yekê mîtolojî bi kar anîn.
Di vê mîtolojiyê de pirsên wiha dihatin kirin û bi rengekî balkêş dihatin bersivdan.
( Çima jiyan û mirin heye?
-Gelo piştî mirinê mirov careke din vedigere jiyanê?
-Gelo bihuşt û cehneme heye?
-Gelo bobelat, tofan, bager û aşût ji bo çi hene?
-Gelo raza xweda ji van bobelatan çi ye?)
Gelek pirsnîşanên wiha ku mirov mijûl dikirin hebûn û ta radeyekî niha jî hene.
Ji bo bersivdayîna wan, xeyalên bêsînor gerek bûn.
Lê tişta herî balkêş ew bû ku, ”Gelo çima olan dest avêtin mîtolojiyê û çima mîtolojî civakên destpêkê ji xwe re kirin bingeh û ji vê zêdetir jî ku kirin mal û mîrasê olên xwe?
Di naveroka lêkolîna me de em ê li ser bisekinin ku çiqasî olên yekxwedayî hewl dane van mîtolojiyên civakên destpêkê bikin malê xwe. Lê belê nikaribûn, ji ber ku rûpelên dîrokê toz li ser xwe dan alî û rastiya van tiştan derxistine holê.
Mîna mijara ku em dê li ser bisekinin ew jî Tofana Nûh e ku olên yekxwedayî ji xwe re kirine mal û milk. Lê em li destpêka dîroka şaristaniya binêrin em dê rastiyeke din bibînin ku ev mîtolojî di rastiya xwe de malê gel e. Destpêkê ku civaka pirxwedayî bû, ango civaka xwedawendan tê de li pêş bû.
Çima Me Ev Mijar Hilbijartiye?
Da ku em hêza çêkirina efsaneyên civakên şaristaniyên destpêkê û bandora wan li ser olên yekxwedayî ku van olan pala xwe daye wan efsaneyan, bi taybet Efsana Tofana Nebî Nûh ku ta radeyeke mezin pala xwe dane vê efsaneyê, ji bo çawaniya peydakirina jiyanê, ango çawaniya nû vejînkirin û parastina her zindiyekî li ser rûyê zemîn.
Bi taybet danberhevkirina Tofana Hezretî Nûh di Quranê de bi tofana Ûdnapiştim di destana Gilgamêş de.
Pênaseya Mîtolojiyê:
Mîtolojiya, we zanista efsaneyan e. Yango zanista xeyalan e. Ew jî tê wateya ” Gotina ku tê bihîstin û tê gotin e” Bi gotineke din ew cûre çîrokên li ser Xweda, nîv Xweda, kes û cihên pîroz û qehremanên awarte ye.
Serdema Afirandina Efsaneyan:
Di destpêka bikaranîna hişê mirovan de û di pêvajoya pêşxistina ziman de, mirovan çîrok afirandin, bi domana demê re şaristanî çêbû di pêşxistina van şaristaniyan de cureyên çîrokan çêbûn, yek ji van cureyan jî efsane bû ku sedema afrandina vî cureyî jî ji ber ku mirov bi gelek pirsnîşanan re rû bi rû dima û li bersivekê digeriya, mîna ” Çawa gerdûn çêbûye? Mirov, lawir, şînkayî, derya û bejahî çawa hatine afrandin?”
Ta pirsên wiha dikirin: Birûsk, baran, aşût, roj û şev çi ne û ev hêza di wan de çi ye û ji ku hatiye, dikirin. Tevî ku hişmendiya destpêka pêşketina mirov bû lê ev bi serê xwe kilîta deriyê derhozeyekê bû ku cîhana mirovahiyê rake ser piyan û deriyê zanistê jê re veke. Di nav gelên Mezopotamyayê de xwe da pêş û di Sumer de bi pêşketina nivîsê re ev efsane hatin nivîsîn ku serdema xwedawendan dest pê kir û bersiva her pirsnîşanên di serê wan de bi riya olê dan û efsaneyên balkêş dan afrandin.
Di Nav Civakên Cuda Cuda De Navê Qehrmanê Tofanê Çi Ye?
Di hatina mirovahiyê bo jiyanê li sre rûyê vê zemînê û pêşketina hişmendiya mirovan re û bi domandina dem û zeman re, gelek çîrok hatin afrandin.
Bi taybet çîrokên mîtolojîk- efsanewî ku li ser hebûna zindiyan û çawaniya çêbûna jiyanê li ser rûyê vê zemînê.
Gelek ji van efsaneyan li ser mirovan e û çawa gerdûn çêbûye.
Yek ji van çîrokên efsanewî ku li ser domandina jiyanê ye, Tofana Nebî Nûh e ku di çandên gelên cuda cuda de navê wî tê guhertin.
Di nav sumeriyan de bi navê Ziyosodra tê binavkirin.
Di nav babiliyan de bi navê Ûdnapiştim tê binavkirin.
Di mîtolojya yewnaniyan de bi navê Diyokaliyo tê bi navkirin û di olên yekxwedayî de bi navê Nûh tê binavkirin.
Çîroka Tofanê Bi Kurtasî:
Em ê bûyera çîrokê hem weke di destana Gilgamêş de û hem jî di Quranê de raghînin, ji bo ku em hem nas bikin hem rastiya ku Îslamê çawa dest avêtiye efsaneyeke mîna bûyera Tofanê ji ber bandor û hêza awayê honandina wê.
Di destana Gilgamêş de bi vî awayî hatiye: Mirov li ser rûyê erdê piştî ku civaka xwedawendan her xweşî daxistin bo mirovan, wan mirovan êdî bi demê re, nema nimêj, dilovanî, başî û îbadet bi hemî rengên wê kirin û her tiştê baş paşguh kirin û li ser rûyê erdê her rengê xirabiyê dikirin, ji ber vê yekê xwedawend pir aciz bûn û li hev civiyan û biryar dan ku her kesî tune bikin bi çêkirina tofanekê re, ev jî cezaya xwedawendan bo nêzîkbûna mirovan bû ku berî tofan çêbibe Aya Xwedayê Ûdnapiştim e, dilê wî bi mirovan dişewite diçe ber dîwarê xaniyê Ûdnapiştim disekine û bi dîwar re diaxive ku dizane Ûdnapiştim li wir e û dê dengê wî bibihîse û bang dike: “Wa dîwaro rabe her tiştê xwe bihêle û giyanê xwe xilas bike, gemiyekî ji xwe re çêke û ji her zindiyekî nêr û mê û tovê çandiniyê bi xwe re rake, dê tofanek çêbibe ku her tiştî bi xwe re bibe, gava ji te hat pirsîn tu çima wisa dikî, bêje ez ê herim warê xwe yê berê cihê ku xwedayê mim Aya li wir e ev war nema ji min re dibe, ji ber ku Ûdnapiştim mirovekî teqî û pir baş e ku Aya baweriyê didê da ku tovê jiyanê biparêze. Piştî ku Ûdnapiştim gemî çêkir li benda çêbûna tofanê ma ku nîşanên dê tê de tofan çêbibe Ano jê re gotibû.Tofan çê dibe ku ji erd û ezman av diherike, her tiştî li ber xwe dibe, piştî tofan bidawî dibe, Ûdnapiştim teyrikan bi her alî ve difrîne daku bejahiyê bibînin, kevok vedigere ku çiqilekî dara zeytûnê di nav nikilan de ye ku mizgîniya berdewamiya jiyanê ye û bi vî awayî dîsa jiyan dewam dike Ûdnapiştim xelata jiyana bêdawî didinê ku mîna xwedawendan nemir be lê dûrî jiyana mirovan li paş derya mirinê bi hevjîna xwe re jiyan dike.
Di Quranê de: Çîrok bi kurtasî li ser çêbûna tofanekê ye ku Xweda biriyarê dide ku her tişt li ser rûyê vê zemînê zewal bibe bi çêbûna tofanekê re lê kesekî teqî ku dilpak û îbadeta Xwedayê xwe dike û pêxemberek ji pêxemberên ku di olên yekxwedayî de weke bavê mirovahiyê yê duyem ku piştî Adem re ye tê nasîn, navê wî Hezretî Nûh e, pir teqî ye û xweda jê hez dike û wî hildibjêre ku zindiyan bi riya wî ji vê tofanê xilas bike.
Xweda jê xwest ku gemiyekî çêbike, ji her tovekî bi xwe re bibe û ji her lawirekî nêr û mê jî bibe û kesine teqî jî bi xwe re rake ango bixe di nava gemiyê de. Sedemên ku hêliştî Xweda vê biriyarê bide ew e ku ji ber ku êdî mirov nema baweriyê dide Xweda û Xwedayê xwe ji bîr kirine ku bi xweşiya dinyayê ketine û xirabiyê li ser erdê çêdikin Tofan çêdibe lê berî vê biryarê Xweda ji Nûh re dibêje here qewmê xwe hişyar bike daku vegerin li ser riya Xwedayê xwe û poşmaniya xwe nîşan bidin lê qewmê Nûh vê yekê qebûl nakin û tevzên xwe bi gotinên Nûh dikin, ji ber vê yekê Tofan çêdibe, piştî demekî dibe ku heft roj bin ew tofan disekine û gemiya Nûh li çiyayekî ango li ser çiyayê Cûdî disekine û ji nû ve jiyana hemÛ zindî û tovên çandinyê dest pê dike û Nûh piştî temenê wî dibe Hezar kêm pêncî sal (950) wefat diKe. Ev li gorî olên yekxwedayî ye û bi taybet ola Îslamê.
Têbînî: Dibe ku gava mirov li her du çîrokan dinêre yan dixwîne, mirov dibêje bûyera Tofanê bi heman şêweyî hatiye ravekirin lê ku em li gelek tiştên di naveroka wê de binêrin em dê cudahiyên balkêş bibînin.
Çîroka Tofanê Gelo Kî Ji Kê Biriye?
Ku em li gorî olên yekxwedayî bimeşin piştî hatina Adem û zêdebûna mirovan, ku xirabî li ser rûyê erdê çêkirin, Xweda biriyara Tofanê daye. Olên yekxwedayî di pirtûkên xwe yên pîroz de Tewrat, Încîl û Quranê de wisa dibêjin: “Bavê mirovahiyê yê yekem Adem e û yê piştre Nûh e.” Em li vir dixwazin ku balê bikşînin li ser ola Îslamê ku em danberhevekî di navbera Tofana Nûh di Quranê de û Tofan di Destana Gilgamêş de bidin çêkirin. Tê zanîn ku mîtolojiya kevn a di civakên destpêkê de ku hîn olên yekxwedayî nebûn ku vê bûyera Tofanê tînin ziman û dikin malê xwe û mînaka vê yekê berbiçav e ku em di nav civaka Sumeran de ew civaka ku şaristaniyê ji wir dest pê kir, em dibînin ku navê bûyera tofanê di destana Gilgamêş de hatiye ziman ku em li dîroka Sumeran binerin ji dayîkbûna şaristaniya Somer di (3000-B.Z ) de ye ku hat bi nav kirin bi ”Berbanga dîrokê ” ya herî balkêş ew e ku çîroka Tofanê di beşên dawî di destana Gilganêş de hatiye nivîsandin ku dîroka vê destanê vedigere (2300-B.Z) ku roleke giring a çîroka Tofanê di vê destanê de heye. Ka em li dîroka hatina Îslamê binêrin, erê em dizanin ku olên yekxwedayî ku ji wan re dibêjin olên îbrahîmî ku ev pêxember hemî xweda wehî ji wan re şandiye li gorî ku dîroka wan dibêje û çîroka Tofanê ji hev birine ku olekî radestî ola din kiriye, ji heman çavkaniyê ne lê olên îbrahîmî bixwe jî piştî şaristaniyên destpêkê hatin e, ev jî li gorî dîroka zanistî ye. Îslam, dawiya hemû olan hatiye, di sala (610)an de wehî hatiye ji hezretî Mihemed re. Ji dîrokê em tê dighêjin ku civakên destpêkê çîroka vê Tofanê anîne ziman û nivîsîne, ev yek bi rengekî vekirî di destana Gilgamêş de hatiye nivîsandin û berbiçav e, navê lehengê Tofanê di destanê de Ûdnapiştim e. Her wiha di vê serdemê de civaka xwedawendan li dar bû û hîn olên yekxwedayî nehatibûn wicûdê.
Danberhev:
Danberheva çîroka efsanewî Ûdnapiştim di destana Gilgamêş de bi çîroka Nebî Nûh ya di Quranê de. Em ê di vê danberhevkirinê de du cureyên dijberî hev bibînin.
- Tiştên ku hem di destanê û hem di Quranê de wekî hev in ango nêzî hev in,
- Hin tiştên di destanê de hatine ziman lê di Quranê de ne hatine ziman.
a-Rûdanên Wekhev:
- Di destanê de, biryara Tofanê hatiye dayîn. Çaxa ku Ûdnapiştim ji Gilgamêş re dibêje: “Bajarekî ku tu nas dikî, ji mêj ve li ber qeraxên Feratê hatiye avakirin. Roj di ser e derbas bûn û pîr bû, xwediyên wê bi xweşiya dinyayê ketin û xwedawendên xwe ji bîr kirin. Êdî xwedawendên gewre civiyan û biryar dan ku tofanekî rakin, tofaneke ku tiştekî li pey xwe nehêlê. (Gilgamêş-Fîras El-Sewah- wergera Şêrwam Yûsiv-R-97-98)
Beramberî vê di Quranê de wiha hatiye: “Çaxa Xweda bi Nûh re diaxive û dibêje: ‘Gava fermana me hat û tenûr fûriya, ji her tiştî, nêr û mê bi xwe re rake ji ber ku wê her kes tune bibe, ji bilî kesên teqî (bawermend)’” (Quran-Sûret El-Muminîn-R-343).
- Sedemên ku hiştin tofan çêbibe: Di destanê de xwedawend ji mirovan aciz dibin ku nema hay ji ol û xwedayên xwe hene û bi xweşiya dinyayê ketine.
Di destanê de wiha hatiye ku Ûdnapiştim dibêje: “Xwediyên wê gendijîn û xwedawendên xwe ji bîr kirine.” (Gilgamêş-Fîras El-Sweah-R-97-98)
DI Quranê de wiha hatiye: “Me we li dijî qewmê ku ayetên me derew derdixistin û bawerî pê netanîn bi ser xist, ji ber ku ew qewmê nebaş bû, me ew qewm li ber tofanê birin.” (Quran- Sûret-El-Enbiyai-R-328)
- Çêkirina gemiyê: Xwedayê Ûdnapiştim Aya wiha jê re dibêje: “Mala xwe birûxîne û keştiyekî ava bike, kel û pelên xwe bihêle û giyanê xwe xilas bike, di keştiyê de rahêje dendika her afrêndeyekî zindî.” (Muxameret El-Eql el ewel-Fîras-El-Sewah-R-151)
Di Quranê de bi vî awayî hatiye: “Xweda bi Nûh re diaxive û dibêje: ‘Ji xwe re gemiyekî çêke, li ber çavên me û bi biryara me, gava ku tenûr fûrî, ji her nêr û mê bi xwe re rake.’”(Quran-Sûreta-Hûd-R-225-226)
- Çawa Tofan çêbû: Di destanê de Ûdnapiştim dibêje: “Kaniyên ava jêrîn vebûn, erd jî xwe ji avê derxiste ser rû û dûmana hêrsa hudhud gihişte tixûbê esman, bablîsok rabû û ronahî kir tarî, bira ji birayê xwe kor bû.” (Gilgamêş-Fîras-El-Sewah-R-99) Di Quranê de wiha hatiye, “Ew wan di hindirê xwe de radike û bi rê dikeve, di nav pêlên mîna çiyayan de bilind dibe.” (Quran-Sûreta-Hûd-R-226)
b-Rûdanên Ne Weke Hev:
Ka em bi hev re bên li bûyer ango rûdanên ne weke hev binêrin ku ev yek jî balkêş e. Gelo çima olên yekxwedayî hin bûyerên di çîroka Tofanê de ya civakên destpêkê di destanê de bikin, çima hin tişt di Quranê de ne mîna yên destanê ne ku di olên yekxwedayî de divê ev tişt çareseriya wan hebin, mîna van tiştên ku em bînin ziman.
1- Di destanê de xwedayê Ûdnapiştim Aya tenê ji wî re biryara çêbûna Tofanê radighîne ku wiha tê. “Aya agahiya tofana gewre ragihand koleyê xwe Ûdnapiştim ku wekî xewnekî hat xewna wî û jê re got ku biryara tofanê hatiye dayin. (Gilgamêş-FîrasEl-Sewah-R-98)
Lê di Quranê de ne wekî destanê hatiye ragihandin ku di Quranê de wisa hatiye. “Me Nûh şand bo qewmê wî ji wan re got: ‘Ey qewmê min, îbadeta xwedê bikin, ji wî pê ve kesî we nîn e, ez li ser we ditirsim ku hûn di bobelatê re derbas bibin.(Quran-Sûreta-El-E’raf-R-158)
2- Di destanê de Ûdnapiştim nemire, ango nemiriyê bi dest xwe dixîne, ji ber ku xwedawendan ew bi zîndîbûna ebedî xelat kirin. Ey Ûdnapiştim, ji niha û pê ve tu û hevjîna xwe hûn ê mîna me nemir bin. (Gilgamêş-Fîras-El-Sewah-R-103) Lê di Quranê de li ba xweda nemirî dijî yasaya jiyanê ye û nemiriya Nûh ne gotiye lê wisa di sûreta Enkebût de hatiye. “Me Nûh şand bo qewmê wî, hezar kêm pêncî salî ma.” (Quran-Sûret-El-Enkebût-R-397) Di vê hevokê de diyar dibe ku temenê mirovên wê serdemê dirêj e, ta dighêje hezar salî lê nemirî bi dest nexistine.
3-Di destanê de civaka xwedawendan hebû ku bi biriyara tevan tofan çêbû. Lê di Quranê de em di dema yekxwedayî de ne ku biriyar tenê ya xweda ye.
ENCAM: Di encama vê lêkolînê de em têdighêjin ku olên yekxwedayî di gelek tiştan de xwe sipartine mîtolojiya civakên destpêkê, bo yasa û zagonên xwe yên olî bi kar anîn. Yek ji van olên yekxwedayî jî ola Îslamê ye ku mînaka herî berbiçav e ku li ser bûyera Tofanê bi rengekî balkêş sekiniye û li gorî berjewendiyên xwe yên olî hin rûdan di bûyera Tofanê de hilbijartine û hin rûdan jî paşguh kirine, anku bi rengeki din li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve sazkiriye, mînak, gava xwedawend biriyarê ji bo Tofanê distînin piştî Tofanê poşmaniya xwe nîşan didin ku dibêjin me dikarî bi rengekî din mirovan seza bikin û hişiyariyê bidin wan lê di Quranê de û di olên yekxwedayî de ev yek nîn e, ji ber ku çênabe ango tu carî nayê qebûlkirin ku xweda di biriyara xwe de poşman bibe, ji ber xweda her û her rast e û li ser rastiyê ye, her wiha ji ber ku olên yekxwedayî sûd ji çîroka destanê wegirtine û dibêjin ku xweda hişiyarî ji bo mirovan şandiye û gava qebûl nekirine biriyara Tofanê daye. Ji ber ku hêz û bandora çîroka mîtolojîk a Tofanê gelekî li ser civakan çêbû di pêvajoya demê re domand ta roja me hat.
Jêder
1-Pirtûka Gilgamêş- Fîras El-Swah.
2-Pirtûka pîroz ya Îslamê Quran.
3-Weten El-Şems-Ebdulah-Qreman-ç-1(وطن الشمس-عبدالله قره مان-ج- 1)
4-Mûxamerat el eqil El-Ewel- Fîras*El*Sewah(مغامرة العقل الاولى-فراس السواح)
5-تاريخ و تطور الاسلام –chronicle-Enternet.
6-Htpsi//www.arab48.com.د-بهنام ابو السوف Enternet.