ROMANA ”BAZBENDA DAYÊ” – Bahadîn Robar

  Romana Kamran Simo Hedilî ya bi navê ”Bazbenda Dayê”, ji hêla weşanên Enstîtuya Kurdî ve hatiye çapkirin. Roman ji 350 rûpelan pêk tê û bi zimanekî herîkbar ê gel hatiye nivîsandin. Ev roman ne tenê vegotina jiyanekê ye; ew neynikeke dîrokî ya qonaxeke tije birîn e ku tê de nifşekî Kurd di bin pêkutî û polîtîkayên asîmîlasyon û derbeyên leşkerî de mezin bûye û li ser sînorên sedsalî pira yekîtiya neteweyî ava kiriye. Bi taybetî berê projeksiyona xwe ji berbanga derbeya leşkerî ya 1980’yan heta destpêka salên 90’î daye rewş Kurdistana Bakur û Tirkiyeyê. Ev berhem, wekî yek ji Hemûyê bibînê…

BISK Û KEZÎ – Bahadîn Robar

BISK Û KEZÎ Bahadîn Robar Bisk û kezî ji bo jinên kurd sembol û nîşaneya jinbûn, xweşikbûn, ciwanî û hijxwekirinê ne. Her wiha bisk û kezî hêmanên herî girîng ên xemilandin û xwexweşikirinê yên ji laşê jinan bixwe ne. Ligel vê ji bo jinan hem sembola rûmetê û hem jî ya berxwedanê ne. Kezî di çanda kurdan de weke serbilindî, jixwebawerbûn û jixweqayîlbûnê jî tê nirxandin û pênasekirin. Lewre di gelek stran û helbestên hunermend, helbestkaran de û di gotar û çîrokên gelêrî yên kurdan de weke nîşaneya azadî û girêdana bi çandê ve hatine pênasekirin. Bisk û kezî di Hemûyê bibînê…