TÊKOŞÎNA SÊ JINÊN DENGBÊJ – Zeyneb Şirnexî

TÊKOŞÎNA SÊ JINÊN DENGBÊJ

(Meryem Xan, Elmas Xan, Nesrîn Şêrwan)

Zeyneb Şirnexî

Di diroka şaristaniyê ya 5 hezar salan de zext û zor û pergala mêr û dewletê ya mêrperest êş û janên herî dijwar li jinan daye kişandin. Bi taybetî li navenda şaristaniyê ya cara pêşî azadiya jinan jê hatî stendin pêkutî û tundiyeke bêsînor li ser jinan hatiye pêkanîn. Bê gûman ji Îştarê heta bigihîje Leyla û Zîlanan li hember vê pergala dewletperest û mêrperest têkoşîneke bêhempa jî hatiye meşandin. Çawa ku tovê dewlet û mêrê serdest li cîhanê hatibe çandin û belavkirin her wiha li hember wê tovê berxwedan û serhildana jinan jî hatiye reşandin û çandin. Di serî de jinan li dijî dewleta desthilatdar ala berxwedanê hilda, piştre li dijî ol û oldarên xapîner berxwedana xwe domand. Hêj zilm û zora oldarên xapîner didomiya vê carê zilma axa, şêx û begên paşverû li ser jinan xwe da der. Bêgûman jinan û bi taybetî jinên kurd li hember van êrîşan jî serhildana xwe di asta jor de domandin. Lê pergala dewlet û mêrê serdest bi rê û rêbazên cuda tundî û dijwariya li ser jin û nirxên wê bênavber meşandin. Bes jinên berxwedêr ligel berdêlên giran jî tu caran serî li hember pergala desthilatdar netewandin. Herî dawî pergala kapîtalîst xwest jinan weke mal û meta bikar bîne û heta astekê gihîşt vê armancê. Lê hem li piraniya cîhanê hem jî bi taybetî li Kurdistanê îtîrazek dijwar û encamgir li hember vê pergalê derket holê.

Ji destpêka sedsala 20. û pê de li Kurdistanê têkoşîna jinan êdî bi rê û rêbazên cuda weke stêrka qurix derket ser dikê. Di hêla wêjeyê de kesayetên mîna Rihan Xanima Loristanî, Dayê Tewrêza Hewramanî, Lîza Xanim, Celale Xanima Loristanî, Mestûre Kurdistanî û gelek jinên din çiraya wêjeya kurdî geş kirin. Di hêla sîyaset û pêşengiya êl û eşîran de kesên weke Fatêreş, Zarîfe, Rindêxan û bi sedan kesayetên mîna Sarayan ji bo gel û civaka xwe bûne meşale û ronahî. Her wiha di hêla çekdarî û şervaniyê de kesayetên weke Bêrîtan, Avesta û Arînan pêşengiya berxwedan û azadiya jinan bi canê xwe temsîl kirin. Berî sed salan Leyla Bedirxan weke jineke kurd balerîntî kiriye û bûye sembola serdema xwe.

Ya mijara me li ser di hêla muzîkê de jî jinên kurd bi wêrekî û zanatî hunera xwe bi teşiya êş û janê ristine. Dema kesayetên weke Gula File ku berî niha 200 salan di civat û dîwanan de li gorî dîrok û berxwedana jinên kurd nûnertiya çand û hunera kurdî yanî dengbêjî dikir di cîhanê de kêm jinan dikaribû bi karê muzîkê re mijûl bibin. Wekî din piştî Gula File nêzî sed salan Fatma Îsa, Meryem Xan, Elmas Xan, Nesrîn Şêrwan, Sûsika Simo, Eyşe Şan, Îrem Xanim û bi dehan jinên din ji bo parastin, pêşvebirin û jiyandina dengbêjiya kurdî bedelên giran dane, heta bi berdêla canê xwe jî dev ji dengbêjî û çanda kurdî bernedane û heya roja temenê xwe yê dawiyê ev karê pîroz domandine.

Heke em werin ser mijara xwe yanî em li ser her sê jinên dengbêj binivîsin, em dikarin bêjin sê stêrkên li asîmanê Botanê çirisîn li hember asîmîlasyon, çandkujî û paşverûtiyê bûn parêzvan û mertal. Her sê jin jî li Botanê ji dayîk bûne. Her wiha her sêyan jî dil dane dengbêjiyê. Astengî û pêkutiyên civakî, aborî, siyasî û olî nixira van jinên berxwedêr girtiye û jiyan li wan teng û tarî kiriye. Bo nimûne Meryem Xan û Nesrîn Şêrwan di temenê wan ê biçûk de bêyî dilê wan hatine zewicandin. Mixabin û sed mixabin dengbêjiya van her du jinan ji hêla malbat û hevserê wan ve hatiye astengkirin û ji hêla fizîkî û ruhî gelek êşkence li wan hatiye kirin. Her wiha ev her du jin ji ber zilm û zordariya hevserên xwe neçar mane ku ji gund û bajarê xwe koç bikin û derbasî Başûrê Kursdistanê bibin. Piştî gelek hejarî û nexweşiyan xwe digihînin Elmas Xanê û ji nû ve dest bi dengbêjî û tomarkirina stranan dikin.

Elmas Xan jî yek ji wan jinên dengbêj e ku li Botanê ji dayîk bûye (1894). Malbata wê ji ber komkujiya dewleta tirk a li ser mesîhiyan ku bi kotekî rizgar bûne berê xwe dide bajarê Zaxo Başûrê Kurdistanê. Elmas Xan piştî gelek zehmetiyan ji Zaxo diçe Mûsilê û li wir bi serbazekî ingilîz re dizewice. Keçeke wan çêdibe û piştre karê hevserê wê li Iraqê diqede û divê biçin Brîtanyayê. Lê çiqas hevserê wê lava dike jî Elmas Xan bi hevserê xwe re naçe Brîtanyayê. Ji ber girêdana çand û axa xwe dev ji hevserê xwe berdide. Piştî hevserê wê diçe ew jî berê xwe dide Bexdayê. Bi kesekî ereb re dizewice. Ji wê rojê û şûnde mala xwe ji dengbêjên kurd re vedike. Ew di serî de Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, M.Arif Cizîrî û ji gelek dengbêjên din re pêşengiyê dike. Her wiha Elmas Xan û Meryem Xan bi hev re di radiyoya Bexdayê de dest bi kar dikin. Elmas Xan karê bêjeriyê û Meryem Xan jî wekî dengbêj dixebite.

Ev her sê jinên berxwedêr û dengbêj bi sedan stranan tomar dikin û her yekê bi qasî 15-16 salan bênavber di radyoya Bexdayê, di pişka kurdî de xizmeta muzîka kurdî ango dengbêjî kirine.

Meryem Xan, xwediyê dengekî aza, folklorîk, zelal, sotîner û dilkêş e. Di stranên xwe de evîn, bêrîkirin, şer û xwezaya Kurdistanê bi kar aniye. Yek ji jinên pêşîn ên kurd e ku dengbêjî kiriye. Ew bûye sedema îlham û wêrektiya gelek jinên kurd ku dengbêjî û pêşengiyê bikin.

Elmas Xan, taybetmendiyên herêma Botanê û herêma Behdînanê di nava hev de straye û şêwazeke xweserî xwe ku bi her awayî bêhn û tehma dengbêjiya Botanê jê tê afirandiye. Dema mirov dengê wê guhdarî dike tevzînek di laşê mirov de diçe. Bê nepixandin dengê Elmas Xanê weke sûlaveke zelal di guhê mirov de diherike.

Nesrîn Şêrwanê (1929) bi piranî stranên foklorîk û gelêrî straye. Mijara stranên wê gelemperî wesfî ne, ango pesin û wesfê xwezaya welatê xwe dike mijar. Dengê wê nepeyda, cuda, cihê û nedîtî ye. Dema mirov dengê wê guhdarî dike, mirov diçe nava çîrok û dîroka bûyîna stranê û heman hestan dijî. Dengbêjê nemir Hesen Zîrek jî gotiğe, “dengê jinan ê herî xweş dengê Nesrîn Şêrwanê ye.”

Weke encam; hem li Kurdistanê û hem jî bi taybetî li Botanê serhildana jinan a li hember paşverûtî û serdestiya dewlet û mêrê desthilatparêz di kesayeta van her sê şêrejinan de xwe daye der. Her wiha ew bûne pêşeng û sembola parastina çand û hunera kurdî. Wan gelek ked û berhemên giranbiha afirandine û ji bo nifşên nû kirine diyarî. Ez/em jî weke jinên kurd bi şopnadina rêça wan gelek şanaz û bextewar in. Her wiha em wan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Zeyneb Şirnexî

Parveke