Texta cihgir

ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN-War BOTAN

Ger nirxandina giranbihabûna tiştên jiyanî bê kirin, dê di vê pîvanê de çand di rêza pêşî de cih bigire, ji ber ku hemî şaristaniyên pêk hatine bi destxistiyên mirovahiyê yên çandî pêk hatine. Her çi qas dema îro peyva çandê tê bilêvkirin jî, di serê de bîra tiştên kevin ên daringî-maddi bên hişê mirov jî, ji bo rastiyê ev pênase gelek qels dimîne. Lewma zanyarek dibêje: ‘’Di pênaseya teng de çand, pêkhatina zêna (bîr) civakî, çarçova hizirkirina wê û zimanê wê be, wekî pênaseya berfireh jî çand, bi ser van ve zêdekirina destxistiyên daringî-maddî (hemû amûrên hewcedariyan pêk tînin, tişt Hemûyê bibînê…

Hunermendiya Yilmaz Gûney-Nûser Hozan

Kesayetên girîng, mezin û bi bandor; li devreyî şert û mercên dîrokî, civakî, aborî, siyasî, çandî û hunerî yê welatê xwe dernakevin holê. Yilmaz Guney jî, di demeke ku li Bakûrê Kurdistanê serhildanên Kurdan hatibûn perçiqandin û nasname, ziman, çand û hunera Kurdan hatibû qedexekirin û li ser gelê Kurd asîmîlasyon, dagirkerî û zordariyek mezin hatibû pêşxistin, her wiha li Tirkiyê jî hemû qadên siyasî, demokratîk, civakî, çandî û hunerî di bin kontrol û zordestiya dewletê de bû, hatibû dunyayê. Yilmaz Guney, di hundurê van şert û mercên dijwar de û di nava malbateke Kurd, feqîr û bindest de; di Hemûyê bibînê…

Têngîz Siyabendî -Afirandin û Pêşketina Alfabeya Kurdî Kurmancî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)

Afirandin û Pêşketina Alfabeya Kurdî Kurmancî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991)  Pêşgotin Berî ku em li ser mijara lêkolîna xwe rawestin divê  em berê xwe bidin û bi kurtahî binihêrin ku ka Kurd kî ne. Kurd yek ji kevintirîn gelên dinyayê ne ku li rojhilata kevnar de li ser axa jiyane. Li vir lazim e  ku  bala xwe bidin ser wê yekê wekî gelek neteweyên din ku di gel kurdan jiyan dikirin  ji dîrokê wenda bûne an bi gelên din re asîmîle bûne. Di heman demê de kurdên bêwelat li hemberî zilm û zordariyên serdeman derketine û bi vî awayî Hemûyê bibînê…

Şoreş Reşî -Gelo kroat (xirwat) kurdin?

Gelo kroat (xirwat) kurdin? Di van demên dawî de, di nava civaka me û medya civakî de min gelek caran bihîstîyê ku dibêjin: ”mîletê kroat, kurdin û ew jihev veqetîne!” Ji bo ku rastiyê meselê ji nêzik ve bibînim, hinek çavderîyan bikim û hinekê jî wesanîya xwe derxim îsal çûm Kroatîstanê. Gor zanyarîyên heyî, li ser navê xirwat teorîyên cuda hene û nav bi gelek curayan tê ser ziman: Wek Hrvatî/krawat/Kroat/Cruat û hwd. Li ser ve peyve, di belgeyeka ji sala 885 an de mayî ”Cruatorxvm” hatiyê nivîsîn lê tam nê zanîn ku wata wê çiyê û ji ku hatiyê. Hemûyê bibînê…