Înstîtuya kurdî li Stockholmê – Ji raya giştî re

Ji raya giştî re Li hemû dem û wextê dagirkeriyê rewşenbîrî û rewşenbîr ji bona pergala kedxwar û zilimmkaran hêzên herî xeternak hatine hesibandin. Lewma li vê serdema dawî jî bi sedan nivîskar, siyasetmedar, rojnemavan û hûnermend kurd di girtîgehên Tirkîyê de bi awayekî bê heq û hukuk wekî esîr têne girtin an jî bi dozên pûç, eletewş, absurt û virtuvala tên binçavkirin, tên tehdîtkirin an jî bi dehan sal cezayê zindanê li wan tê birîn. Li welatê rewşenbîrên wî ne azad bin, mirov nikare behsa azadiya tiştekî din bike. Ji ber rewşenbîrên welatan hem dengê wijdana civakê û hem Hemûyê bibînê…

Kamran Simo Hedilî – Peyam

Peyam: Ew di pirtûka xwe ya bi navê Lorîna Pênûsê de sedema nav guhartina xwe wisa dibêje: ”…Ji xewna reşikê tirsê, bi şeqama pîrikê di tarîreşa seqema şevekê meha Sibatê ya 1955an de min bi girî çavên xwe vekir. Nav li min kirin, lê wateya wî wan jî nizanîbû. Navê min kirin Faruk. Divê ku ez wijdana xwe xirab nekim. Paşnav ne wan li min kir. Berî ez werim dinyayê reşikê tirsê paşnavên bi zimanê xwe watedar li herêmê belav kiribûn. Destûra bijartina paşnavê ji kesî re tune bû. Pêwîst bû her kes ji van paşnavan yekî li xwe bike. Hemûyê bibînê…